Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, bi hilkefta 25ê November, peyamelk belav kir, li beşeke vê peyamê de hatiye ku Komara Îslamî, tundûtîjiya li hember jinan kiriye yasayî û welatê Îranê bo jinan kiriye girtîgehek mezin.
Deqa peyamê wiha ye:
25ê Novemberê ji aliyê kora giştî ya Saziya Netevên Yekgirtî ve, wek roja cîhanî ya nehiştina tundûtîjî li dijî jinan diyarî kiriye û her salê çalakiyên curbicur li piraniya welatên cîhanê û balkêşandina civakan û hişyarkirina wan li derheq wan tundîtîjiyan bi rê ve diçin ku çi li çarçoveya malbat û çi ji aliyê civakê û bi taybet bi şêwaza sîstematîk ji aliyê damezraveyên desthiltdar li dijî jinan têne kirin.
Saziya Netewên Yekgitî, tevî navdêrkirina 25ê Novemberê bi roja cîhaniya nehiştina tundûtîjiya li dijî jinan, hejmarek konvansion û lihevkirinên navnetewî erê kirine ku wan dewlatan han bide, bi rêya danîna yasa û mobîlîzekirina hizra giştî bo sekinîn li hember sitema dîrokî li derheq jinan, rawestan li hember hemû curê tundûtîjiyeke li dijî jinan bisekinin. Piraniya welatên Rojavayî bi têgihîştin li giringiya rola jinan li geşekirina civakê li hemû waran ve, pêngavên mezin bo nehiştina tundûtîjî li dijî jinan hilgirtine û tevî pêbendbûn bi biryarnameyên navnetewî yên taybet bi parastina mafê jinan, binyateke hizrî û praktîkên hişyarkirina civakî û kêmrengkirina hizra mêrsalarî, çê kirine û amarên tundûtîjî li hember jinan gihandine asta herî kêm.
Tundûtîjî li hember jinan, diyardeyeke dîrokî ye ku li hemû welatên cîhanê de bi qasek cuda tê dîtin ku berhema mêrsalarî li warên cuda yên jiyana civakî de ye. Anku heta vê demê, ku hevsengiyek li navenda biryardan li meydana lîstoka siyasî, aborî û civakî de pêka vekheviya zayendî neqewime, em nikarin çavrêyê dawîhatin bi tundûtîjiyên li dijî jinan bin.
Li Îrana li jêr desthilatdariya komara Îslamî, cudatîdanîna zayendî wek yek ji binyatên girîng a desthilata îdeolojîkî ya rêjîmê, tê birêvebirin û tevî banghêjiya pêbendbûn bi beşek ji lihevkirinên taybet bi mafê mirov ku tê de mafên jinan jî tê de hatine diyarîkirin, rewşa jinan roj bi roj ber bi xirabtirbûnê ve çoye. Komara Îslamî, tundûtîjiya li hember jinan kiriye asayî û welatê Îranê kiriye girtîgehek mezin bo jinan, ku tê de mafên herî destpêkiye wan têne binpêkirin û tundûtîjiya sîstematîk a dijî jinan wek binyateke hizrî çav lê tê kirin û bo cîbicîkirina vê dezgeh hatine damezirandin.
Tevî wan hemû givaşan, jinên Îranî her ji destpêka hatineserkar a vê rêjîmê ve bêdeng nebûne û tevgereke berfireh a civakî li hember dezgehên tepeserkar ên hikûmî û dab û resmên paremayî yên civakê û malbatan bi rê xistiye. Şoreşa “Jin Jiyan Azadî”, bilindahiya tevgera mafxwazaneya jinan bû ku bi mezintirîn û micidtirîn serhildana giştî li heyama desthilatdariya Komara îslamî heta niha tê hisêb. Beşdariya berfireh a jinan li vê tevgerê de, serhildanek şoreşvanî li dijî desthilata mêrsalar li malbat û civakê de bûye û bûye sedema guherînên mezin li pêgeha jinan de. Bê şêwazekê ku tpeseriya hovane ya dezgehên rêjîmê, neînku nekarî jinan ji xebata mafxwazaneya wan dûr bixe, belku micidtir ji berê, şeqam û cihên giştî kirine meydana xistinebinpêya siyaseta dijejin a vê rêjîmê. Redkirina yasayên dijejin ên Komara Îslamî ji aliyê jinan ve li pêvajoya şoreşa “Jîna”yê de ku berhema xwehesiyan ji maf û erkên xwe, xaleke herî girîng li tevgera mafxwazaneya jinan e û ti desthilatek nikare rê ji pêla rijde vê bigre ku mizgîniya nehiştina tundûtîjî li derheq njinan daye.
Jin li Rojhilatê Kurdistanê û li pêvajoya şoreşa “Jîna”yê, tevî xebat li çepera vekhevîxwaziya zayendî, roleke karlêker û bêmînak li mafxwaziya siyasî û netewî de hebûye û bi girêdana sitema zayendî û netewî re, li hember desdthilata dijejin û dijekurd a Komara Îslamî sekinîne û li vê pêxemê de dehan şehîd û birîndar dane û hejmareke zêde jî hatine girtin û bo girtîgehan hatine veguhastin. Rojhilatê Kurdistanê ku dîrokek dewlemend ji kultûra rêkxistin û hizbatiyê de heye, bi kiryar bû pêşengê vê serhildanê û jinên Kurd, xweragirî û bivêriyeke bê mînak li meydan û şeqamên bajarên Rojhilatê Kurdistanê de tomar kirin.
Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranbê tevî rêzgirtin ji 25ê Novambrê, roja nehiştina tundûtîjiya li ser jnan, pêbendiya xwe bi hemû lihevkirinên taybet bi parastina mafên jinan, dubare dike û Komara îslamî bi dujminê jimare yek ê mafên jinan dizane û li ser wê baverê ye ku rizgariya jinan ji tundûtîjiyê bi hemû curên xwe ve, bi herîfîn û nemana rêjîma Îranê tê kirin. Hizba Dêmokrat her ji destpêka avakirina xwe ve, xebata jinan li bidestveanîna mafên netewî û civakî de bi bilind nirxandiye û li vê pêxemê de hewl daye ku jinan bo bidestveanîna mafên wan, rêkxistin bike. Beşdariya berçav a jinan li refên Hizba Dêmnokrat li hemû qonaxên jiyana vê Hizbê û li beşên cuda de, nîşanderê vê rastiyê ye ku jinên Kurdistanê bi serastî têgihîştine ku rizgariya jinan û rizgariya netewî, hevterîb li Hizba Dêmokrat de nirxê pê tête dan.
Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê
Navenda Birêveberiya Giştî
4ê Sermaweza 1403 a Rojî, beranber bi 24ê November 2024 a Zayînî