Xwendingehên hikûmî li Îranê de bi pêka yasaya rêjîmê, perwerde û hînkarî bê beranber e û erkê fermî yê rêjîmê ye ku hewcehiyên xwendingehan dabîn bikin lê niha dirafek zêde ji xwendevaran tê standin.
Rêjîma Îranê li halekê de ku bo beşa perwerde û hinkariyê û herwisa hiqûqê mamostayan û birêvebirina xwendigehan bûdceyeke bi wec diyarî nake, niha li xwendingehan de bo dabînbkirina hewcehiyên xwendingehê, xwendevaran talan dike û li rewşeke ku hejarî li Îranê gelek berfirehtir û dijwartir bûye, astengî û givaşên giran bo ser malbatên xwendevan û xwendekaran aniye.
Pêka esla 30 ya yasaya bineretî ya rêjîma Îranê, perwerde û hînkarî ji destpêkê heta vergirtina dîplom û dabînkirina alavên hewce bo perweredeya bilind li Îranê, bê beranber e û erkê rêjîmê ye ku tevahiya wan hewcehiyan dabîn bike.
Nebûna bûdce bo birêvebirina xwendingehan û herwisa hejariya xelkê li dabînkirina hewcehiyên zarokên xwe li xwendingehên hikûmî de pirsgirêkek din ya malbatên hejar li Îranê ye.