Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara 485an a rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin

20:33 - 4 Kanûna Paşîn 2025

Hejmara 485an a rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin

Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de, helwêstên Hizba Dêmokrat û gotarên nivîskar û xebatkaran û nûçeyên mafê mirovî û mijarên cuda cuda hatine weşandin ku mijar û gotarên vê hejmara Agirî wiha ne:

Manşêt Rûpela 1- Peyama Rêzdar Mistefa Hicrî bi hilkefta sala nû ya Zayînî.

Rûpela 2- gotara - Şikesta komra Îslamî li deverê wek derfetek bo opozîsiynê, ji nivîsa Îsmaîl Şerefî û wergêrana Bêhzad Simko.

Rûpela 3- gotara - Senaryoyên çaverêkirî ji bo Rojavaya Kurdistanê, ji nivîsa Dr. Mecîd Heqî.

Rûpelên 4- gotara - Rewşa Sûriye û çarenûsa Rojava, ji nivîsa Elî Munezemî.

Rûpelên 5- gotara - Divê em şaştiyên xwe yên sala 58`an dubare nekin, ji nivîsa Kawe Ahengerî û wergêrana Hesen Mukerem.

Rûpela 6- gotara - Şehîdên me ji me re dibêjin ‘bi hişmendîyeke neteweyî,

hevkarîyên xwe pêk bînin, ji nivîsa Mistefa Ozçelîk Serokê Giştî yê (PWK).

Rûpela 7- gotara - Ev 3 Rêbendan in ku Serhildana Jînayê didome!, ji nivîsa Eskender Ceiferî.

Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.

Rûpela 8 - Daxuyanî bi hilkefta koça dawiya çîroknivîsê mezinê Kurd, Mensûr Yaqûtî. Herwisa beşa 2 a gotûbêja digel nivîskar Seîd Veroj taybet bi pitoka Memduh Selîmê Wanî (1876-1887).

Rûpela 9 – gotara - Bi aqlê Kurdî, bi hişmendiya netewî rê li zebaniyan asê bikin, ji nivîsa Cano Amedî.

Rûpela 10- gotara - Riha nivîsandinê, ji nivîsa Vênûs Fayêq û wergêrandina Hesen Mukerem.

Rûpela 11- Çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma Îranê li Kurdistan û Îranê de hatine weşandin.

Rûpela 12- dawî rûpela hejmara nû a Rojnama Agirî, postêrek e li jêr nave Berxwedan jiyan e ,zîndan kela berxwedanê ye, ku temsîla şermezarkirina dest bi ser kirina xweserane a çalakvanên kurd ji aliyê rêjîma dije mirove komara îslamî. Ev postêr bi dîzaynêrî û kêşana Serbest Urmiye hatiye amade kirin.

Herwisa rojnama Agirî ji aliyê Xelîl Mîlanî ve hatiye dîzayînkirin.

Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin û weşandin.

Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.