Peyama Navenda birêveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê
Bi hilkefta 2 yê rêbendanê, 79emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê
Hogirên armancên Komara Kurdistanê!
2 yê rêbendana 1324 a Rojî, anku 79 salan berî niha gelê Kurd li Rojhilatê Kurdisdtanê, yek ji rûpelên zêrîn a dîroka xwe tomar kir û bi kiryar kiyaneke siyasî-netewî li ser beşek ji cografiyaya Rojhilatê Kuyrdistanê ava kir. Bi hilkefta vê salvegera mezin, em pîrozbahiyên herî germe xwe pêşkêşî we dikin û we mîratgirpên Komara Kurdistanê erxahîn dikin ku heta bi destveanîna armancên vê Komarê, domderê rê û rêbaza avakerê Komarê bin.
Ragihandina Komara Kurdistanê li bajarpê Mihabadê ji aliyê rêberê lêzan û Pêşewayê Hizba Dêmokrat a Kurdistanê, Qazî Mihemed ve ji çendîn aliyan ve hêjayê bi bîranîn û şirovekirinê ye. Jidayîkbûna desthilta Kurdî û li hemen demê de naveroka vê, hejmarek peyam û encam bo gelê Kurd li xwe girtine ku ne tenê li vê dema kin de nemaye, belku bandora vê bo niha û paşeroja xebata rizgarîxwaziya netewa me maye û dê her bimîne. Hekî Komara Kurdistanê tenê li cografiyeke sînodar de maye û bo heyamê 11 heyvan berdewam bû, lê ji warê ew karlêkeriyên ku li ser xebata netewiya geelê me bi cî hişt, hem cografiyaya Kurdistanê bi hgemî beşên din ve girêda û hem niha jî wek dînamîzmeke tevgera neteweyî bo ser hemû tevgerên netewî de rol heye. Komara Kurdistanê bi cihgîrkirina îradeya xwebirêveberiya gelê Kurd, geşedan bi ziman, çand, xwendîn, huner û herwisa dabînkiirina aramî û asayîêsê bi rêya avakirina Sipaha Nîstimanî û piştre navdêrkirina cengawerên Kurd bi “Pêşmerge” û hildana Ala ya Kurdistanê û bi fermîkirina sirûda netewî û avakirina çapxane û wêzgeha radio û belavkirina çendîn govar û rojname û herwisa serwerkirina yasyê bi ser hemû welatiyên Komra Kurdistanê de û ji hemiyan girûîngtir, komkirina kesayetiyên olî, rewşenbîûrî û serokên eşîretan li bş û deverên cuda yên Kurdistanê li çarçoveya Hikûmeta Kurdî de, binyata netewesaziyê bi şêwazek cihgîr kir ku bi derbasbûna nêzî 8 dehikan ji hilveşîna vê komarê, heta niha jî gelê me li hemû beşên din ên Kurdistanê bi şanazîkirinê vê bi bîr tînin.
Avakirina Komara Kurdistanê pêkhatî ji binyeteke dîrokî ji hişariya netewî û reh û koka vê çavkaniya xwe ji tevgera rizgarîxwaziya gelê kurd girtibû ku herî kêm li dîroka serdem de bi berdewamî zindî û berqirar bûye. Piştî ku Riza şahê Pehlewî, hewl da dewlet-neteweya Îranî bi mehandina netewên ne-fars ava bike, gelê Kurd bi hemû şêwazekê li hember vê projeyê sekinî û amade nebû vê sitema mezin qebûl bike. Li rastiyê de avakirina Komara Kurdistanê, redkirina dewlet-neteweya seqet a îranî bû ku hewl dida bi derba hêzê, xwe bisepîne. Ew helwêsta dîrokî ji aliyekê bo yekem car kire xwdiyê kiyaneke serdemiyane û pêşkvtinxwaz a netewî û ji aliyê din ve nirxeke giranbiha xiste ser dîroka gelê me.
Yek ji taybetmendiyên komara Kurdistanê, bawerî bi tolêrans û pêkvejiyana aşêtiyane bû ku tê de hemû cudatiyên civaka Kurdistanê bi Kurd û Azerî û Ermenî û yên din cih bibûn. Li serdemekê de ku piraniya welatên deverê xwdiyê sîstemek siyasî ya ne-demokratîk û xoser bûn, serî hildana desthilatek demokratîk li beşek ji Kurdistanê, hişyarî û aqilmendiya rêkxistina Hizba Dêmiokrat a Kurdistanê û rêberên vê, da xuya.
Xelkê têkoşerê Kurdistanê!
Îsal li demekê de em bo pêşewaziya 2 yê Rêbendanê ve diçin ku komara Îslam û civaka Îranê bi giştî û rojhilatê Kurdistanê bi taybetî di rewşeke hestiyar re derbas dibin. Rêjîma siyasî li Îranê de çi li navxwe û çi li asta derve, rastî komek ji qeyranên kûr hatiye, li asta navxweyî de roj bi roj derz û cudatiya li navbera xelk û desthilatê zêdetir dibe û nerizayetiya qatên û texên cuda li derheq rewşa xirab û qeyrana aborî, rewşeke tepeserker û fetisîner a siyasî, zêdebûna rêjeya bidarvekirinan û sepandina sizayên giran bi ser çalakvanên siyasî û medenî, pirsgirêkên civak yên pengurî, gendeliya sîstematîk û berfireh li hemû navendên bingehîn, bêhivîtî û koçberbûna bi kom a ciwanan û hêza pispor a mirovî bo dereveyî Îranê û li encamê de derbasbûna gelên Îranê li warê hizrî ji rêjîma xwesepandî bi ser Îranê de zêdetir dibe, bi awayekê ku heta beşeke zêde ji teorîsiyen û şarezayên li hundirê desthiltê, îtiraf bi amadebûna seha şoreşgerî li nav komên xelkê Îranê bi armanca dawîanîn bi vê desthilatê dikin. Li asta Rojhilatê Kurdistanê de hem qeyran berfirehtir in û hem amadeyî bo berfirehtirkirina rêkxistinkirina nerizayetiyan heye, ew yek jî bûye sedem ku xelkê Kurdistanê ji hemû derfetan bo nîşandana bêzarî û redkirina siyasetên rêjîmê bi kar bînin û wek pêşengê tevgera azadîxwazî li Îranê bêne meydanê. Tevgera Jînayê bi beşdariya berçav a xelkê Kurdistanê li xwenîşandanên nerizayetiyan de bi berhevdanîn digel deverên din li Îranê, kesayetiyeke siyasiya wiha bi Kurdistanê bexşiye ku çi li asta navxweyê Îranê û çi li asta navnetewî de pirsa Kurd berçavtir kiriye û Rojhilatê Kurdistanê wek derwazeyê guherînan hatine nîşandan. Xelkê Kurdistanê ku her ji destpêka hatineserkar a vê rêjîmê ve xebateke nasnamexwazî ya çendîn alî li dijî desthilatê destpêkirine, piştqahîm bi Hizbên siyasî yên netewî û şoreşgêrên vê ku xwediyê pêgehek berfireh li civakê de hene û bi taybet li tevgera Jînayê û çendîn bûyerên din de li wan salan, ev rastiya da selimandin, bûne cihê hivî û hêviya gelên bêzarbûyî yên Îranê.
Li asta navnetewî de, komara Îslamî li pêywendiyên siyasî, aborî û ewlehî de li paşekêşiyeke berdewam de ye û li civaka cîhanî de bi tevavî bi tenê maye û bi tenê rêjîmên dîktator û neberpirs bi şêwazeke sînordar û pêka berjewendiyên xwe reftarê digel de dikin. Dirûşmên birqoq yên rêjîmê li derheq rizgariya gelê Felestînê û hinardeya înqilab ku 45 sal e wek stratejiya parastina xwe, penah bo biriye, rastî şikesteke bêveger hatiye. Bi şêwazekê ku pitira milîsên ser bi vê rêjîmê li Felestîn, Lubnan, Sûriye, Yemen û cihên din ku li ser hisaba serweta gelên Îranê hatiye avakirin û bi çekan ev teyar kirine, li ser lêva kendalê nemanê de ne. Herifîna rêjîma Esed li Sûriyê ku wek xelwetgeha ewleh a rêjîmê bo geşedan bi terorîzmê mifah jê werdigirt û bi dehan milyard Dolar lê xerc kiriye, derbeke giran li ewlehiya rêjîmê daye ku ew şikest heta hawara hinek kesên li navxweyê rêjîmê li pey xwe aniye. Pêvajoya bûyeran wa dide xuya ku komara îslamî bê neçarkirin ku bi tevavî bigere nav qalibê xwe û êdî nikare leyîzê bi qedera gelê Felestîn û gelên din ên deverê li pêxema mana xwe de bike.
Bi berçavgirtina tev qeyranên navxweyî û derve û bi balkêşandin bi şikesta îdeolojîkî ya rêjîmê ji aliyek û pengurîna kerb û bêzariya gelên Îranê ji aliyê din ve, bo me îsbat dibe ku berdewamiya desthilata komara Îslamî roj bi roj rastî astengiyên mezintir dibe û nirxa mana vê jêre gelek girantir dibe.
Hizb û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê!
Bi balkêşandin bi rewşa ku li îranê de hatiye pêş, derfetek baş bo tevgera rizgarîxwaziya Kurd peyda bûye û Hizb û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê kevtine ber berpirsayetiyeke dîrokî û bi tenê bi yekîtî û yêkrêziyê dikarin bersivderê vê qonaxê bin û gelê Kurd li Kurdistanê bi bidestveanîna mafên netewiye wan hivîdar bikin. Pêkanîna platformeke hevpar li demek wiha de erkê dîrokiye Hizbên siyasiye Rojhilatpê Kurdistanê ye û Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li vê pêxemê de hemû pêngawek hewce bo bidestveanîna rewşeke bi wec bo karê hevpar dihavêje û daxwazê ji tev Hizb û aliyan dike ku bi baldan bi hewcehiya hestiyar a rêkxistina nav mala Kurd li rewşa niha de hewlên xwe bidin.
Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê tevî bilindragirtina yadê Komara Kurdistanê û pirozbahîkirina vê bîranîna mezin li gelê Kurd, armanc û destkevtên Komarê bi çiraya rêya xebat û têkoşîna xwe dizane.
Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê
Navenda Birêveberiya Giştî
19 yê Kanûna Duyem 2025 a Zayînî