
Peyama rêzdar Mistefa Hicrî Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, bi hilkefta cêşna Newroz a 1404 a Rojî
Xwîşk û birayên rêzdar
Welatiyên Têkoşer!
Bi hilkefta cêşna Newrozê, ez pirozbahiya germ li hemû netewên azadîxwaz ên Îranê bi taybet netewa Kurd, malbatên serbilind ên şehîdan û civaka hişyar û azadîxwaz a Kurdistanê dikim, li hember girtiyên siyasî û malbatên wan ên rêzdar bejna xwe ditewînin.
Xelkê azadîxwazên Kurdistanê!
Şirovekirina bûyerên sala derbasbûyî ji çend war û aliyan ve cihê balkêşandinê ne. Sikest a projeyên siyasî û serbaziyên rêjîma Îslamî li navxwe û derveyî sînoran, yek ji wan aliyan e. destpêka vê, bi şikesta şanoya binav hilbijartinên serkomarî, bi sedema dengê “NE” a piraniya xelkê ve bû. Piştre şikest û lawaziya hêzên milîsên ser bi rêjîmê li pey hat. Ew şikesta li berpaniya serbazî, zanyarî û meydanî de qewimî ku pêştir komara îslamiya Îranê, wek “kûrahiya stratejîk” a xwe binav kiribû. Ew pirsgirêkên nû ku li bestêna goherînên berfireh ên deverê de qewimîn, digel şikesta serbazî ya Hemas û Hizbullaha Lubnanê û bi taybet piştî herifîn a rêjîma Beşar Esed, walatiyeke serbazî, zanyarî û bi giştî kûrahiya arîşên navxweyî yên komara îslamî jî zêdetir hatine xuyakirin.
Li sala 1403 de ew qeyranane bi hejmarek qeyranên pengurî û îflasa aborî, siyasî, civakî, jîngeyî, wize û birêveberiyê, kûrtir bûn. Qeyran û gendeliya sîstematîk, beşeke ji kultûra desthilata komara îslamiya Îranê ye ku bi rêya tevlihevkirina hêza tepeserkirin, damezrawe, yasa û îdeolojiyê ve berhem tê. Komara îslamiya Îranê, li tevahiya xwe de pêdegirî li ser “rewşa heyî” dike, ew jî îşareyek bo rewşa daxistî ya rêjîmê û şikandina kirameta mirovan.
Îsal rêjeya bidarvekirinan bi berewird digel sala derbasbûyî, %17 zêde kiriye. Bi tenê li sala 2024 a Zayînî, zêdetir ji 900 kes hatine bidarvekirin ku 31 ji wan jin bûn. Zêdetir ji 140 çalakvanên jin hatine girtin. Biryara bidarvekirin a dehan kesan hate dan. Li Kurdistanê de jî 2 jin ên çalakvanên siyasî yên bi navên “Wirîûşe Muradî û Pexşan Ezîzî” sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatiye sepandin.
Li Kurdistanê de jî, îsal bidarvekirin û sepandina sizaya bidarvekirê, tepeserkirina jinan, kedkaran, xwendekaran, bi armancgirtina kolberan, girtin û binçavkirina jîngehparêzan, rojnaevan, mamostayan, çalakvanên medenî û çalakvanên warê ziman û dehan tawan û binpêkariyên din, dîmenên hertimî bûn.
Tevî rewşa tepeserkirinê, pêwajoyeke watedar li ser şeqam û cihên giştî, firedana hicaba bizorê ji aliyê jin û keçan ve ye. Jinên netirs û hişyar, zêdebarî siza û yasayên dijî mirovî, bi wan kiryaran, îdeolojiya desthilkata paşvero ya rêjîmê xistinê jêr pirsyarê û selimandine ku piştevanî li azadî û mafên xwe yên zewtkirî an destbiserdegirtî dikin. Bi giştî eniya dijberên rêjîmê û serweyî hemûyan jî, tevgera jinan, qonaxeke nû ji rikeberiyê, diceribînin.
Li xebata pitir ji 100 saleya netewa Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, bi ronî tê dîtin ku hizra Kurdayetî û azadîxwazî, bûye nirxeke girîng a hizrî û siyasî. Niha li her gund û bajarekê de zêdetir ji berê, asta hişariya netewî, a xelkê bilind bûye. Encama bilindbûna asta hişyariya netewî, li ser şeqaên Kurdistanê û li qonaxa tvegera jînayê de zêdetir xwe da nîşandan. Çendalîbûna xebata li dijî sitema netewî li Kurdistanê, li çend waran de hatine xuya.
Kurdistaniyên azadîxwaz!
Tevî ku pêywendiyên li navebra navend û lidûrxistiyan, aliyek dagîrkeriyê heye û ew xwebinavendkirina li pêvajoyeke dîrokî de hatiye rêkxistin kirinê, lê bi berdewamî wek mijareke sirûştî û asayê hatiye nîşandan. Navendek ku li pêxema parastina nasyonalîzma tepeserker a li Îranê de, rijandina xwîna mirovan bi pîroz dizane. Ew nasyonalîzma bi zordarî, kultûr û zimanê farsî bi ser ne-farsan de sepandiye. Xwestiye li jêr navê kulrûra hevpar a Îranî ve, kultûra farsî wek kultûreke netewî bide sepandin.
Paşhatên avakirina dewleta Îranî(bi wateya serweriya yek pêkhateyê) bi dirêjahiya dîroka xwe, berhemanîna pêywendiya serdestiya ku tê de heye, çend netewîbûn û çendîn nasnameyiya cografiyaya Îrana serdem, hatiye înkarkirin. Lê ew pirsgirêkane piştî tevgera “Jîna”yê û serîjildana herêmên netewî, li berjewendiya bidûrragirtiyan, nehevseng bûye. Pirsgirêkên nû li Kurdistan û herêm din hatiye çêbûne, tevgera Jînayê digel vê manîfêstek bo azadiyê ye, hevdem bestênek bo bihevgihîştina dengên tepeserbûyan e. Hevxebatî digel netewên bindest ên li cografiyaya Îranê jî, hêz û wizeyek pengurî li hember hemû qurixkariyekê ye. Ev guherînên bê mînak û hêza xwedîbandor a paşeroja siyasî ya netewan û civakên li nav Îranê ye. Bi taybet Kurdistan zêdetir ji hemû caran, agehdarê tepeseriya regezî û aliyên sitema netewî bûye û dixwaze bi pêşengiya jinan, civaka Kurdî, vekheviyek zêdetir tê de bibîne.
Xwîşk û birayên hêja!
Bo mirovê azadîxwaz û netewa xwedî helwîst ku rewşa bêmafî û bêdesthilatiya xwe nas kiriye, derbasbûn ji rewşa bindestî, yekem bijarde ye. Bi têgihîştinek kûr li wan rastiyên ku rojane li ser axa xwe, dîrok, nasname, ziman, hêma û nirxên netewî ku li jêr gefa jinavçonê de ye û kevtiye ber gefxwarinan, take rê, xebat û berxwedan e. pêbendbûn bi wan pirensîpan, erkek dîrokî, siyasî û netewî ye. Xebata dijwar û bi xwîn li pêxema azadî û rêkxistinkirina tevgerek çendîn alî û berpan a netewî li dîroka serdem de ji aliyê Kurdistaniyan ve, ev erk bo berpirsayetî li hember ax û nasnamexwazî guherî ye.
Xaleke hevpar a serhildana “Jîna” û “Hilkefta Newrozê” anîneberçav a taybetmendiyên çendîn alî ya civaka Kurdistanê ye. Tevgera Jînayê, nirxên jiyaneke dûr ji tepeseriyan bo Kurdistanê dide ber çavan. Hizra Kurdinî zêdetir ji her demekê tevlî wateya rêzgarîxwazî û nirxên gotarî bûye. Newroz jî bûye hilkeftek ku tevî girêdana netewa Kurd bi dîrokek kevnar, wateya siyasî, gotara afirîner û rizgarîxwazane, jê berhem hatiye. Li vê wateya nû de Newroz, karnevalek a berxwedana netewî ye. Îşareyeke ron ku armanca wê, lêrabûn û rasan li dijî dagîrker û bêmafî ye.
Li tevgera Jînayê de civaka Rojhilatê Kurdistanê bi hemû çîn û qatên xwe ve, Ji xwendekaran ve bigre heta kedkaran û mamostayên olî, jin û keçên azadîxwaz ve heta wan kasibkarên ku bi heftiyan deriyê dukan û bazarên xwe dadixistin, li lîstikvanê werzişî ve bigre heta mamostayên xwendingehan, beşdar bûn. Bi vê şêwazê, xelkê Rojhilatê Kurdistanê da xuya ku remza hermana Kurdistanê li curbicurî û hevhelwîstiyê de ye, da xuya ku ku hemû deman li dijî her cure hizreke faşîstî ku bixwaze maf û kirametê tepeser bike, bisekine. Li Newroza îsal de jî wek nerîtek bi dijî sitem û dijî dagîrkerî, netewa Kurd li Rojhilatê Kurdistanê de agir berda koşka tarîtiyê. Hêmaya Xakîpoşan û parêzerên xakê têkel bi kincên rengarengên Kurdistaniyan dibe. Bi yekdengiyê ve sirûda Ey reqîb disitrûnîn û Newrozê dikin bi hêvinê nûbûn, bihêzbûn û yekîtiya netewî li seranserê Kurtdistanê .
Civaka Rojhilatê Kurdistanê bi sedema siyasîbûna nasnamexwaziya Kurdî û ceribandina dûr û nêzîk li tevgera netewî û medenî, şiyana xwerêkxistinkirinê heye. Civakek pêşeng ku li meydanê de ye, xwe bi xwdiyê pirsa netewî û nasnameya xwe ya netewî dizane. Her li vê derheqê de wek Hizba Dêmokrat a Kurdiatana Îranê, em wa hizir dikin ku rewşa nû ya deverî û bêhêziya rêjîma îslamî li navxwe û derve, bestên û derfetek bo avakirina hevpeymaniya azadîxwazan û herêmên netewî yên gelên bindest li dijîê vê rêjîmê, afirandiye. Li derheq Rojhilatê Kurdistanê, tekezî li ser vekhevî û hevxebatî ya hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê dikin. Wek Hizba Dêmokrat, bi şirovekirina rewş û defetan û gefên li ser rêya tevgera neteiya Kurdistanê, em berpirsayetiya xwe ya dîrokî tînin ber çavên xwe. Bi şirovekirina alî û kûrahiya guherînan, tevê xwerêkxistinkirinê, em tekeziyê li ser gotara Kurdistanî, vekheviya niştimanî û bihevgihîştina netewî, dikin.
Bilind û pîroz be Newroza Kurdewarî
Mistefa Hicrî
Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê
Newroza 2725 a Kurdî