
Peyama Desteya Kargêrî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta 8ê Mars, roja cîhaniya jinan û salvegera avakirina Yekîtiya Jinên Dêmokrat
Hevwelatiyên xoşewîst!
Jin û mêrên vekhevxwaz ên Kurdistanê!
Navdîrkirina 8ê Mars wek roja Cîhanî a Jinan ji aliyê rêkxistina netewên Yekgirtî ve, îşare bi nevekhewiya zayendî wek sitemek dîrokî li dijî jinan, ji aliyekê û hişyarkirina dewletan û civakan bo liberxwegirtina rêkarên hewce bi armanca nehiştina sitema zayendî ji aliyê din ve ye. Girîngiya nehiştina vê sitema dîrokî, wa kiriye ku çi li asta navnetewî û çi li asta deverî û navxwyî ya welatan de pêngawên cur bi cur ên wek rêkevtinname, pêspartî, yasa û rêkarên cuda bigirne bera xwe.
Pirsa jin, yek ji pirsên herî girîng û gengeşehilgir ên civaka mirovahiyê ye û tevî pêşkevtina berçav li civaka pêşkevtî de heta niha dîtingehke mêrsalarane bi ser birêvebirina tev aliyên siyasî, aborî, civakî û çandî de hakim e.
Pirsa jin li Îran a li jêr desthilatdariya komara îslamî de li rewşeke xirab de ye, jinên Îranê tevî hebûna pêşîneyeke dîrokî û çandî ya civakî, hatiye piştguhavêtin, bî şêwaza yasayî û sîstematîk jî ji aliyê hikûmetê ve rastî cudatîdanîna zayendî hatiye. Rêjîmê hemû alavên olî yên giştî li civakê, ji ragihandin ve heta perwerde û navendên olî û çandî ve bi armanca sepandina mêrsalariya hikûmî û erêkirina yasa û resmên li dijî jinan bi rê xistine.
Li asta navnetewî de jî, komara îslamî ne bi tenê rêkevtinname û pêspariyên navnetewî yên taybet bi rêzgirtin ji mafê jinan binpê dike, belku hewla sepandina şêwaza desthilatdariya xwe ya dijîjiniyê, li welatên deverê de jî dide.
Tevî wan hemû givaş û siyasetên neberpirsiyarane li hember jinan û herwisa zordarîkirin li redkirina nirx û bihayên navnetewî bi taybet vekhevîxwaziya zayendî, cîvaka Îranê û Kurdistanê bûye meydana xebat li pêxema bidestveanîna azadî û vekheviyê ji aliyê jinên azadîxwaz û mafxwaz. Li salên derbasbûyî de û bi taybet piştî serhildana tevgera “Jîna”yê, em şahidê xebat û fîdakariya bêmînak a jinan li pêxema derketin li jêr sitema zayendiyê ne. ev tevgera, destpêka têgihîştin ji vê rastiyê bû ku êdî hizra desthilatariya vê rêjîmê, nikare xwe li derz û valatiya zayendî, netewî, aborî û çandî de veşêre û dereng an zû, guherîna bingehîn bi armanca tejîkirina wan derz û valatiyan dê dest pê bike.
Li Rojhilatê Kurdistanê de rawestan li hember vê desthilata xwesepandî, cudatiyên taybet bi xwe hene, jina Kurd hem qurbaniyê sitema zayendiyê ye û hem qurbaniyê sitema netewî. Bi vê pêkê taybetmendiya xebata jina Kurd digel eva ku ji nav jinên navendnişîn de tê dîtin cuda ye. Hekî azadiyên civakî û azadiya cure liberkirina kincan pirsgiurekek bingehîn li navendê de be, ewa jina Kurd bi çavê nehiştina hevdem a sitema netewî û zayendî ye û bi tevavkerê hev dizanin.
Berçavbûna rola jinan li tevgera Jînayê, ji taybetmendiyên berçav ên vê serhildanê bû, tevî ku ew serhildana rastî serkuta dirindane ya tepeserker a komara îslamî hat, îradeya xebatkaraneya jinan bû bi pêşengê tevgerê û li hemû cîhanê deng veda. Tevî ku dehan kes ji jinên Kurd hatine girtin û sizaya giran û heta bidarvekirin bi ser wan de hate sepandin, an li xwenîşandanên nerizayetiyê de li ser şeqaman hatine şehîdkin an birîndarkirin, lê serkuta hovane û rêgiriyên desthilatê ji xebata jinan neku nekarî rê ji tevgera rû bi geşeya jinên Kurd bigre, belku ew xebata tundtir kiriye û bo rawestan li hember desthilatdariyê, germûguriyeke zêdetir daye jinan.
Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, çi li bername û belgenameyên erêkirî û çi li helwêst û gotara rêberiya xwe de, tekezî li ser bawerîbixwe wek binyat û pirensîpên cihgirtî yê navnetewî yên taybet bi rêzgirtin ji mafên jinan kiriye û li vê pêxemê de bi kiryar, hewl daye ku pirsa rizgariya netewî, bi xebata vekhevîxwaziya jinan ve girê bide. Avakirina rêkxirava taybet bi jinan li 24ê Reşemeya 1324 a Rojî û tenê piştî çend heyv ji avakirina Hizba Dêmokrat bo komkirina hêz û şiyana jinan û bandor li ser pirsên cuda yên birêveberî, perwerde, çand û hunerê de bi serîhildanek dîrokî ya jinan tê hisêb ku bi pêşdestiya rêberên Hizba Dîmokrat û serwetir ji hemûyan, “Pêşewa Qazî Mihemed” hatiye kirin. Avakirina Yekîtiya Jinên Dêmokrat li vê serdemê ku piraniya jinan nexwendewar bûn û kultûra eşîretî û derebegiyê bi ser Kurdistanê û pirita welatên deverê de xwediyê desthilatê bû, îşare bi têgihîştin û baweriya kûr a Hizba Dêmokrat bi mafên jinan e.
Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, tevê pîrozbahêîkirina 8ê Marsê, Roja Cîhanî a Jinan û 24ê Reşemê, 79emîn salvegera avakirina Yekîtiya Jinên Dêmokrat a Kurdistana Îranê, hevdem digel rêzgirtin li xebat û tekoşîna jinan, tekezî li ser pêwîstiya bihêzkirina çanda rêkxiraveya jinên Kurd dike û li ser vê baweriyê ye ku xebata netewî, bê beşdariya çalakaneya jinan li hemû waran, serkevtî nabe. Bi dîtîngeha Hizba Dêmokrat, herçend nehevsengiya zayendî li civaka Kurdistanê de ber çav e û pêgeha jina Kurd ji malbatê ve heta binyatên aborî û siyasî û heta tevgera siyasiya Kurd de jî lawaz e, lê bi hebûna xwest û tevgereke zindî û rû bi geşekirina jinan, dûrdîmenek geş bo paşeroja xebata jina Kurd dê bidestve bê.
Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê
Desteya Kargêrî
13ê Reşemeya 1403 a Rojî, beranber bi 3ê Adar a 2025