Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

%82 jinên serperest nê malbatan di Îranê de bêkar in

19:22 - 24 Kanûna Paşîn 2015

Kurdistanmedia: Pitir ji %82 jinên serperest ên malbatan di jêr zext û givaşa aborî de bêkar in û ew rêjeya roj bi roj di Îranê de pitir dibe.

Li gor raporta malpera Kurdistanmedia, cêgirê serkomarê rejîma Îranê li ser karûbarê jinan û malbatan ragehand ku %82 jinên serperes nê malbatan bêkar in û ewa di demekê de ye ku gorî dawîn raporta fermî a hatî bilav kirin, nirxa bêkariya jinan di Îranê de zêdeyî du hemberê û nîvê nirxa bêkariya mêran de ye.

Gorî serhejmariyên fermî yên rejîma Îranê, di heyamê çend salên borî de nirxa bêkarî di Îranê de jihel çûye. Vê yekê nîşan dide ku nirxa bêkarî di nav jinan de di sala 1384’an a Rojî %32,6 bûye, ku niha piştî 9 salan gihîştiye %43,4’an û ew amara roj ligel rojê zêdetir dike.

Niha jêjeyek zaf ji jinan li ser riyan dimînin û ev rêjeya her diçe jihel diçe.

Çalakvanên jinan li ser vê bawerê ne ku jinên di Îranê de yekemîn qurbaniyên li ser kar derxistinê, mihuaşeke kêm û ferq û cudahiya cinsî ne.

Kazîwe. R