Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê li roja Duşemiyê 10ê Banemerê 9 kes bidar vekirin

11:38 - 30 Nîsan 2024

Rêjîma Îranê li bajarên Îsfehan, Bender Ebas, Kerec û Şîrazî de 9 girtî li rojekê de bidar vekirin.

Pêka rapora Mafê mirovê Îranê, li roja Duşemî 10ê Banemerê, li girtîgehên rêjîmê li bajarên “Îsfehanê 3 kes, Bender Ebasê 2 kes û li Şîrazê 3 kes û li Kerecê kesek” bi biryara dadgehên rêjîmê li sibêdeha vê rojê de hatine bidarvekirin.

Pêka vê raporê “Dînmihemed Sehlîbir(Mîrxanî) û 2 kesên din ku nasnameya wan nehatiye zanîn bi tohmetên pêywendîdar bi madên hişber, li girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Îsfehanê hatine bidarvekirin.

Herwisa li girtîgeha rêjêmê li bajarê Benderebasê de jî 2 kes bi navên “Raşid Belûçî û Hoccet Şemsîxwanî” bi tohmetên pêywendîdar bi madên hişber hatine bidarvekirin. 

Pêka vê raporê li girtîgeha rêjîmê li bajarê Şîrazê de jî 3 kes ên bi navên Husên Tiwana Kudyanî yê temen 49 salî, Riza Mersûr ê temen 43 salî, Talib Ekberî yê temen 43 salî” bi tohmetên pêywendîdar bi kuştina bizanebûn li vê rojê de hatine bidarvekirin.

Herwisa li girtîgeha rêjîmê li bajarê Krecê de jî kesek bi navê “Elî Muvehêdî” bi tohmetên pêywendîdar bi kuştina bizanebûn li roja Duşemî 10ê Banemerê hatiye bidarvekirin.