Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Behreyn: Hekî rejîma Îranê tengeya Hurmuzê dabixe, eva xwekujî ye

12:06 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Piştî gefên rejîma Îranê derheq daxistina tengeya Hurmuzê, aliyên pêwendîdar bersiva rejîma Îranê didin.

Behreynê jî bersiva gefên rejîma Îranê da, û ragehand ku hekî rejîma Îranê bixwaze karekî weha bike, eva tê vê wateyê ku bixwe, xwe bide ber gulleyan.

Şêx Xalid Bin Ehmed Wezîrê Karê Derve ê Behreynê li dijkiryara di hemberî gefên berpirsên Tehranê ragehand ku hekî rejîma Îranê bixwaze pêşiya birina petrolê ji tengeya Hurmuzê bigre, eva wekî vê ye ku xwe bide ber gulleyan.

Navbirî di “twittekê” de nivîsand: Rejîma Îranê her roj ku derbaz dibe, zêdetir li xwe dide, Îran mûşekên xwe dide destê Husiyan, ku Meke û Riyazê bike armanc, û niha jî gefa daxistina tengeya Hurmuzê dike li ser deryavaniya navneteweyî de, lê eva di demekê de ye ku xelkê Îranê bihêrs û birçî ne, û perê Îranê jî roj bi rojê bêqîmetir dibe.

Hesen Rûhanî serkomarê rejîma Îranê, êvariya Duşemiyê 2’ê Tîrmehê di civînekê de bi Îraniyên akinciyê Swîsê re ragihandibû ku “Amerîkî, wateya gotinên xwe nizanin. Çawan dibe petrola Îranê neyê firotin, lê welatên din ên navçeyê bikarin bi rêya avê a Hurmuzê re, petrola xwe bigihînin bazarên cîhanê.”


Roja çarşemiyê jî Qasim Sulêmanî fermandarê Spaha Quds a rejîmê, gotinên Rûhanî bi jîrane binav kirin, û di nameyekê de amadeyiya xwe ji bo bicîkirina her biryarekê anî ziman ku di berjewendiya rejîmê de be.

“Bill Orban” peyvdarê Navenda Fermandariya Hêzên Amerîkayê jî di bersivê de ragihandibû ku, “Artêşa Amerîkayê û hevpeymanên wê nahêlin rêyên avê yên navdewletî bêne girtin.”

Wezareta Derve a Amerîkayê jî ragihandibû ku “DYA li ser rêgirîkirin ji firotina petrola Îranê rijd e.”

Bi destpêkirina dorpêçên nû li ser rejîma Tehranê ku biryar e roja 4’ê Tebaxa 2018’an dest pê bikin, DYA dorpêçan dixin ser petrola Îranê jî.

Ev dorpêç, tevahiya kirîn û firotinên navdewletî ên petrola Îranê û gemiyên petrolê ên Îranê jî lixwe digirin, û wê kirîn û firotina petrolê û tevahiya berhemên wê bi Îranê re bêne qedexekirin.