Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bîranîneke kurt ji Dosiyeya Mîkonosê

16:17 - 23 Îlon 2025

Bîranîneke kurt ji Dosiyeya Mîkonosê

N. Serbest Urmiye

Terorkirina  Sikirtêrê giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li xwaringeha Mîkonosê li Berlînê (17ê Îlona 1992an) di dîroka siyasî ya serdem a Rojhilata Navîn û Ewropayê de xala guhertineke nû bû. Ev sûc, ku bi fermana rasterast a berpirsên herî pilebilind ên Komara Îslamiya Îranê hat kirin, ne tenê neyarên rejîma Îranî li Ewropayê de hatin kuştin, belku di heman demê de têkiliyên Têhran-Ewropayê jî rastî krîzeke bêhempa hat.

Di dosiyeya Mîkonosê (1993–1997)de bo cara yekem bû ku di dîroka serdem de, pergaleke siyasî bi fermî bi "terorîzma dewletê" were mehkûmkirin. Di dosiye û dadgeha han de, ji bilî biryarên fermî û darizandina sîstema terorê ya rejîma Îranê, komek ji rastiyên negotî û destên veşartî jî eşkere bûn ku didan xuya kirin ka dadperwerî çiqas bi berjewendiyên jeopolîtîk, aborî û nihênî  ve hatiye girêdan.

1. bingehên dîrokî û siyasî

Piştî şoreşa 1979’an, Kurdistana Îranê bû qada pevçûnên bi xwîn di navbera Komara Îslamî û partiyên Kurdî de. Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, bi serokatiya Dr. Ebdulrehman Qasimlo û piştî wî jî Dr. Sadiq Şerefkendî, hêza herî girîng a opozîsyona çekdarî û siyasî bû. Ji destpêkê ve, siyaseta Komara Îslamî li ser bingeha tunekirina fizîkî ya rêberên Kurd bû: Dr. Qasimlo li Vîyen ê (1989) û sê sal şûnda, Şerefkendî û hevkarên wî li Bêrlînê hatin teror kirin.

Terorkirina  dijberan li derveyî welêt bû stratejiyeke dewletê. Bi sedan çalakvanên siyasî yên Kurd, çepgir, neteweperest … li Ewropayê û Rojhilata Navîn bûen armanc. Lê girîngiya Mîkonosê di wir de bû ku teror li ser axa Alman hatibû encam dan, welatek ku nekarî li hember wê dozê de bê deng bisekine.

2. Pîlan û cî bi cî kirina terorê

Di belgeyên dadgeha Berlînê hate xuya kirin ku biryara birêveçûna vê operasyonê ne di asta wezaretekê de, belkû di "Komîteya Karûbarên Taybet" a Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî  ya rejîma Îranê de hatibû dayîn, dezgehek ji Elî Xameneyî, Haşimî Refsencanî, Elî Felahiyan û Elî Ekber Welayetî pêk hatibû. Çarçoveya karê vê komîteyê ji bo tunekirina sîstematîk a dijberên  rejîmê li hundir û derveyî welêt bû.

Operasyona tunekirinê spartin Wezareta Îtila’atê. Taqimek ji terorîstên Îranî, tevî hêzên Hizbullaha Lubnanê, ketin tevgerê û bi piştgîriya lojîstîkî ya balyozxaneya Komara Îslamî li Berlînê, Sikirtêrê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê û hevalên wî terror kirin.

3. pêvajoya dosiyeya  Mîkonosê

Dosiyeyê ji sala 1993 ve heta 1997 dom kir û bi sedan civînên dadgehê hatin lidarxistin. Şahid, pispor û gelek belge hatin pêşkêş kirin. Di dawiyê de, dadgehê cezayê hepsa heta hetayê da bersûcên sereke û ya girîngtir, ragihand ku: Ev teror bi fermana rasterast a Rêberê Komara Îslamî û berpirsên herî pilebilind ên hikûmetê yên wê demê pêk hat. Kuştina dijberan beşek ji siyaseta fermî ya Komara Îslamî bû, ne kiryarek xwe ser.

4. Rastiyên negotî û destên veşartî

Tevî ku biryarek dîrokî derket jî, dosiyeya Mîkonosê tejû ji rastiyên negotî bû ku rûmetê aloz yê dadperweriya cîhanî dane eşkere kirin.

4.1 Bêdengiya bi zanebûn a Ewropayê

Her çend dadwerên doze berpirsên payebilind ên rejîma Îranî li gor belgeyên yasayî berpirsiyar dane zanîn, çi yek ji welatên Ewropayî ji bo darizandina wan li ser asta navneteweyî pêngavên micid nehavêtin. Sîbera Berjewendiyên aborî û girêdayîbûna Ewropiyan bi enerjiyê ya Îranê,   prensîpên mafên mirovan veşartin  .

4.2 Rola torên ewlekariya Alman

Raport nîşan didin ku ewlekariya Alman (BND) û polîsên Berlînê berî ku terora han bê encamdan, sîgnalên xeterê wergirtibûn, lê ji bo parastina têkiliyên siyasî yên dewletî bi Têhranê re, xwe ji girtina rê û çareyên esasî parastine. Ev paşguhxistina han a bi zanebûn yek ji xalên reş ên herî mezin e li karnameya ewlehiyê li Almanyayê.

4.3 Dîplomasî  li pişt perdê

Di dema darizandinê de, danûstandinên veşartî di navbera rayedarên Îranî û Ewropî de pêk derketin. Ewropayê bi awayekî eşkere biryarek da, lê ji bo ku zirar ber têkiliyên aborî û ewlehiyê  yên Ewropayê bi Têhranê re nekeve, ji şopandina biriyara xwe di qada navneteweyî de, xwe ragirt.

4.4 Berjewendiyên aborî û jeopolîtîk

Almanya hevkarê bazirganî yê herî mezin ê Îranê li Ewropayê bû. girêbestên pîşesazî û enerjiyê bûne sebeb ku, heta piştî derxistina dîplomatên Îranî jî, car din têkiliyên qut kirî bi rejîma îranê re, di demek kurt de vegerin rewşa xwe ya normal. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û hêzên cîhanî jî ji ber hewcedariya xwe rola Îranê li Rojhilata Navîn de, rê nedan ku doza han derkeve qadên navneteweyî.

4.5 Lawaziya Opozîsyonê

Dadgeha Mîkonosê dikarî ji bo opozîsyona Kurd û Îranî xaleke hevgirtinê be, lê lihevnekirin û rikeberiya hindur dengê wan fetisand ku di kiriyar de bi qazancê rejîma Îranê tevav bû.

5. Berhem

Ji bo Komara Îslamî: rû reşî di asta cîhanî de hate tomar kirin û bi dosiyeya Mîkinosê bi fermî wekî "terorîzma dewletê" ya rejîma Îranê hate selimandin, lê ji ber berjewendiyên aborî yên Rojava, cezayên ku bi ser rejîmê de hatibûn sepandin û dibû ku berdewam bin, di demeke kurt de bi dawî hatin .

- Ji opozîsiyona Kurd û Îranî re: tevî çinebûna pîştivan û alozî û li hevnerkirina hindur, derfeteke zêrîn a dîrokî ji bo eşkerekirina naveroka rejîmê bû

- Ji Ewropayê re: ezmûnek bû ku nîşan da ku berjewendiyên aborî û jeopolîtîk bi ser prensîpên  dadperwerî û mafên mirovan de zal in.

6. Girîngiya dîrokî û sembolîk

Dadgeha Mîkonosê berfirehtir bû ji doza tawana kuştinê. Darizandina han eşkere kir ku:

- terorîzm di Komara Îslamî ya Îranê de siyaset û naveroka dewletê ye.

- Bû xaleke grîng û xuya ya dîrokî di berheqbûna xebata rizgarîxwaziya gelê Kurd de.

- Nîşan da ku dadperwerî di cîhanê de ne prensîpeke reha û cihê hitbarê ye, belkû meydana  danûstandin û rikeberiyê ye di navbera zilhêzan de.

Di dawiyê de

Terora Mîkonosê ne tenê tawan û sûcek bû, belkû danezanîneke eşkere ya siyaseta tunekirinê  ya Komara Îslamî ya Îranê û rûreşiyek ji bo siyaseta Ewropayê bû. Dadgeha Berlînê cara yekem pergaleke siyasî bi terorîzma dewletê mehkûm kir, lê destên veşartî ji Komîteya Karûbarên Taybet li Têhranê ve bigire heya dezgehên ewlehiyê yên Alman, ji berjewendiyên aborî yên Ewropayê ve bigire heya bêdengiya hêzên cîhanê, dane selimandiin ku dadperwerî di cîhana îro  de sînordar, rêjeyî û bê hitbar e.

Dadgeh waneyek dîrokî bû bo tevgera azadiya Kurdistanê û opozîsiyona Îranî, dadperweriya cîhanî tenê di demekê de ku hêzên siyasî bikaribin dengê xwe bi awayekî yekgirtî, bihêz û berdewam bidin bihîstin, dikare misoger be.