Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dîtingeha Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li derheq vegerana dorpêçên navnetewî bo ser Îranê

17:29 - 6 Çirriya pêşîn 2025

Piştî derbasbûna 10 salan, cara dawî biryarnameya navkî li navbera Îran û welatên naskirî bi 5+1 bi dawî hat. Lihevkirina Bercamê ku biryara 2231 a Şêwreya Ewlehî ya Netewên Yekgirtî li pey hat û dorpêçên aborî yên navnetewî yên taybet bi bernameya navkî ya Îranê ragirtin, bi pêngawek girîng a civaka navnetewî li pêxema parastina ewlehî û aramiya navnetewî hate hesibandin, hevdem danîna mikanîsma maşê li vê lihevkirinê de ji çendîn waran ve girîng û balkêş bû.

Şêwreya Ewlehî li biryara 2231 de bo yekem car, rêkarek li jêr navê mikanîzma maşê bo lihevkirineke navnetewî de danîn ku bi armanca alxahînbûn li cîbicîkirina biryarnameyê û pêbemdbûna komara îslamiya Îranê wek tawanbarê binpêkirina lihevkirina rêgirîker li geşedan bi çekên navkî li ber çav girtibû. Cihê şik û gumanbûn û bawerîpênekirina civaka navnetewî bi komara îslamî ku berhema nêzîk bi nîv sedsala vê xoserî û neberpirsyaretî û çêkirina qeyranan e, gelên Îranê tûşî rewşeke nexwastî û metirsîdar kiriye. Geşedan bi projeyên navkî û mûşekî li derveyî standardên navnetewî û meyandina Oraniyomê bi tîratiya nêzî bikaranîna vê bo çeka navkî, rêjîma Îranê kiriye deshilatek zordar ku bi ser ewlehiya navnetwî gefek micid bê hisêb. Ev xoseriya zêdexwazane bo binpêkirina sîstematîk a mafên mirov û berfirehtirbûna zêdetir a roj bi roj ya cudatiya li navbera xelk û deshilatê, destê civaka navnetewî bo liberxwegirtina her cure rêkarek bo rêgirîkirin li komara îslamî û sekinandina vê rêjîmê vekiriye.

Komara îslamiya îranê li heyama nêzî 5 dehik deshilatariya xwe de li pey bernameya navkî û destêwerdanên deverî ve tûşî pirsgirêk û lihembersekinîna civaka navnetewî bûye. Lê bi çalakkirina mikanîzma maşê ji aliyê Şêwreya Ewlehî û vegerîna siza û dorpêçên ragirtî, Îran dikeve rewşeke tevav dûrxistî û li warê siyasî û aborî ve bi tevavî bi tenê dimîne. Zivirîna Îranê bo jêrfesla 7ê a daxuyaniya Netewên Yekgirtî wek encama çalakkirina dorpêçan, rewtiya liberxwegirtina her cure rêkarekê dide civaka navnetewî ku bikare metirsiya li ser ewlehî û aramiya navnetewî ji nav bibe.

Cîbîcîbûna dorpêçên aborî yên Şêwreya Ewlehî bo ser Îranê paşhatên cur bi cur dê hebin, wek rêgirîkirin li hinardekirina neftê wek şademara abûriya Îranê, despêrenegihîştin bi sîstema malî ya SWIFT bo veguhastina diraf, revîn û ji îranê derketina berhemhênerên biyanî, bilindbûna enflasiyonê, daketina berdewam a nirxa Tûmen û lezgîntirbûna pêvajoya paşveçona berhemhênerên navxweyî û biyanî li bazara berhemanîna Îranê ku karlêkeriya rasterast li ser jiyan û derbaskirina jiyana xelkê Îranê dibe û egera dunbarebûna serîhildanên nerizayetî û teqîna bêzarî û bê çaremana xelkê bi şêwazeke cuda tê çavrêkirin.

Tevî ku komara îslamî pêştir bo heyama 9 sal anku ji sala 1385 heta 1394 a Rojî li jêr fesla 7ê a Netewên Yekgirtî de bûye ku bi wajokirina lihevkirina Bercamê, dawî bi vê rewşê hatibû, lê piştî derbasbûna 10 salan û li rewşeke cuda çi li navxwe û çi derve, vegerîna rêjîmê bo jêrfesla 7ê, cuda ye û encamên vê dê gelek zêdetir ji berê giran û karesatbartir bin, bi curekê ku gelek zehmet e ku bikare berxwe bide an aliyê kêm bê nirx danek giran, jê rizgar bibe. Niha komara îslamî li navxwe de tûşî çendîn qeyranên berfireh ên deshilatariyê bûye û tevî jidestdana bawerêpêkirina li cem netewên Îranê, nikare xizmetguzariyên destpêkî yên destpêkî dabîn bike. Serî hildana tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê ku li heyma çend heyvan de rêjîmê heta ser kendalê herîfandinê bir, ev rastiya da selimandin ku rêjîma siyasiya komara îslamî çi ji warê îdeolojî û çi li warê deshilatariyê ve şikest xwariye.

Ji aliyekî din ve û piştî bûyerên 7ê Octoberê û êrîşkirina îsraîl bo ser girûpên terorîstî yên ser bi rêjîma Îranê li deverê û piştre êrîşkirina Îsraîl û Amerîka bo ser Îranê û hevdem digel vegerîna dorpêçên Şêwreya ewlehî, rewşa deverê û navnetewî ya niha ya komara îslamî li bêhêztirîn dewrana xwe de ye û piraniya kartên siyasiyên li derve ji destê vê derketine. Bi balkêşandin bi vê yekê ku ragiahndina dorpêçên aborî nabine sedema serîçemandina vê û dizanin jî ku rêjîmê ne pêbendî rêçareyên navnetewî ye û ne dest ji bernameya xwe ya navkî ber dide, civaka navnetewî dikare bi piştrastkirin bi madeya 42 a carnameya Netewên Yekgirtî bi armanca serîçemandina rêjîmê bo rêzgirtin li aşitî û ewlehî û aramiya navnetewî li dijî komara îslamê, hêzê bi kar bîne.

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ku her ji destpêkê ve binyat û naveroka xosrane û dijemiroviya vê rêjîmê nas kiriye û bi berdewamî hewl daye ku rûkê rast ê komara îslamî bi Rojava bide nîşandan, li ser vê baweriyê ye ku rewşa niha ya Îranê û metirsiya destpêkirina şer li dijî komara îslamî, encama rasterast a siyasetên zêdexwaziyên rêjîmê û deshilatdarên rêjîmê berpirsyarê wan hemû rewşan li stuyê wan e. hevdem welatên Rojavayî jî 10an sal e bi çavpoşîkirin li binpêkariyên rêjîma îranê li hember mafên mirovî û tepeserkirina sîstematîk a gelên Îranê û terorkirin û bidarvekirina kesên cudahizirên siyasî li navxwe û derveyî Îranê, alîkarîdana bi kirayar a rêjîmê bo berfirehtirkirina siyasetên têkderane û fitnesazên xwe daye. Lewma bi kêmnîşandana fitneyên rêjîmê bi beranmeya navkî û berçavnegirtina naverok û binyata terorîstî û dije miroviyên vê rêjîmê derfeta pêşvebirinê bi siyasetên rêjîmê da. Gelên Îranê li serhildanên li salên derbasbûyî bi taybet li tevgera Jîna yê anku “Jin Jiyan azadî”yê de xwesta herifandina rêjîmê hebûn, û li durûşm û çalakiyên curbicur û cuda de ev xwest û daxwaziya xwe didane nîşandan. Lewma civaka navnetewî hewceye ku vê rastiya rêjîmê bibîne û îtiraf bi vê yekê bike ku kite rêya rizgariya netewî û pêkhateyên Îranê li jêr sitem û dîktatoriyê û dawîanîn bi siyasetên neberpirsane û alozkerê aramiyê li dever û cîhanê de jî, nemana vê rêjîmê û hatina serkar a sîstemek dêmokratîk û berpirsyar e ku rêz li mafên mirovî û pêbendiyên navnetewî bigre.

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê piştrast bi hêza xebatgêriya herdem rû bi geşekirina zêdetir a gelên Îranê û mifahvergirtin ji fakterên navnetewî, Opozîsiyona Komara Îslamî bo hevxebatî û komîserhevkirina hêzan bo herifandina komara îslamî û anîneserakrara sîstemeke siyasî ya Federal, Skolar û Dêmokrat, banghêj dike.