Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ne tenê rejîma Îranê mafên mirovan binpê dike, belku hebûna vê rejîmê bi xwe binpêkirina mafên mirovan e

17:31 - 27 Îlon 2025

Ne tenê rejîma Îranê mafên mirovan binpê dike, belku hebûna vê rejîmê bi xwe binpêkirina mafên mirovan e

N. Elî Munezemî

Dr. Qasimlo dide destnîşankirin ku rejîma Îranê ji destpêka desthilatdariya xwe ve ji ber sê sedeman li dijî neteweya Kurd derketiye: (1) daxwaza Kurdan ji bo mafên neteweyî, ku wekî gefek li ser hêza yekgirtî û navendî ya Komara Îslamî dihat hesibandin, (2) têkoşîna Kurdan ji bo demokrasiyê, ku rejîmê wekî daxwazek "Rojavayî" bi nav kir û bi wî rengî dijî îdeolojiya Îslamî bû, û (3) piraniya Kurdan Misilmanên Sunnî bûn, olek ku ji Îslama Xumeynî cuda bû, û hem jî kurdan li dijî rejîmê çek hilgirtibûn. Bi wî rengî analîza Qasimlo nîşan dide ku dijminatiya rejîmê li hember Kurdan ji xwezaya nemirovane ya rejîmê tê, ku li cem wê rejîmê îdeolojî û hêz li ser mafên gerdûnî û daxwaza gel ji bo azadiyê pêştir in.

Rêxistinên mafên mirovan bi hezaran caran kiryarên rejîmê - komkujî, îşkence, girtin, bidarvekirin, kiryarên terorîstî, û hwd. - belge kirine ku her yek ji wan binpêkirinên mafên mirovan ên giran nîşan dide. Ev kiryar ne bêserûber û ne jî sinûrdarin, lê îfade û belge bo pergalek siyasî û îdeolojîk in ku bi awayekî sîstematîk xelkê tepeser dike. Dema ku dewlet rewatiya xwe bi dogmayên olî diyar dike, her dijberî tê krîmînalîzekirin, û binpêkirinên mafên mirovan dibin beşek yekgirtî ya pergala rêveberiyê. Ev nîşan dide ku xwezaya bingehîn a rejîmê bi prensîbên Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî re hev nagrin.

Di her pergalek demokratîk û însanî de, serwerî dizivire bo xelkê û xelk çavkanî û serçaveya sereke a desthilatdarîyê e. Sîstemên demokratîk li ser prensîba serweriya gel û serweriya hiqûqê ne, ku saziyên siyasî bi hilbijartina azad a welatiyan rewa dibin. Berevajî vê, rejîma Îslamî ya Îranê, bi rêya sepandina desthilatdarîya melayan û girêdana navika wê pergalê bi tiştên dogm û metafîzîk ve, serwerîya xelkê ji holê rakiriye û mafê takekesî û mafê giştî yê xelkê bo serwerîyê pêpes kiriye û pêpes dike. Ev tê vê wateyê ku gel di pratîkê de ji mafê diyarkirina pêşeroja xwe bêpar e. Dema ku dewlet xwe li ser "mafê îlahî" yê desthilatdariyê ava dike, welatî ji pêvajoya siyasî têne derxistin, û îradeya gel tê kêmkirin bo îtaetê.

Wekî din, avahiya rejîmê li ser cudakariya sîstematîk hatiye avakirin. Wekî ku Qasimlo destnîşan dike, Kurd tam ji ber nasnameya xwe ya netewî, daxwaza xwe ya demokrasiyê û girêdana xwe ya olî rastî dijminatiyê hatin. Ev yek nîşan dide ku cudakariya li ser bingeha zayend, etnîsîte, ol û girêdana siyasî ne tenê kiryarên takekesî ye, lê mekanîzmayek girîng ya rejîmê ye. Jin bi bêparkirina ji mafên bingehîn ên li ser laşên xwe têne çewisandin û mdiberên siyasî bi girtin an mirinê re rû bi rû dimînin. Dema ku cudakarî hêza pêşvebirin ya pergalê be, eşkereye ku hebûna rejîmê bi xwe binpêkirinek daîmî ya mafên mirovan e.

Mafên merivan gerdûnî û bingehîn in ku her însanek bi hukmê jidayikbûnê wek însan, otomatîk dibe xwediyê wan mafan. Ji ber vê yekê ne maqûl e û nayê qebûlkirin ku ew bi "mafên olî" werin guhertin an jî ew li gorî îdeolojiyek taybetî werin binpêkirin.. Ji ber ku mafên merivan relatîf nîn in. Ewa li demekê de ye ku ol û îdeolojî tiştek takekesî e û tak bi xwe biryar dide ka hilgirê kîyan ol yan îdeolojîyê be û nabe kom yan kesek were neçarkirin ku pêrewî li ol yan îdeolojîyek taybet bike. Ol û îdeolojî aîdî qada taybet a takekesî ne, tu dewlet an kom nikare bi rewa doktrînên xwe li ser tevahiya nifûsê ferz bike. Danezana Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, bi taybetî Bendên 18 û 19, mafê azadiya raman, wijdan û ol, û her weha mafê azadiya îfadeyê tekez dike. Ev prensîbên gerdûnî bi tundî berevajî hewldana rejîma Îranê ya ji bo destnîşankirina hemû mafan di çarçoveya "nirxên îslamî a xumeynîstî" de ne, ku mafên mirovan relatîf dike û bi vî awayî karakterê wan ê gerdûnî betal dike.

Rejîma totalîter û teokratîk a komara Îslamî a Îranê, ku mafên takekesî, azadiya derbirînê, wekhevî, xwebirêvebirinê nas nake, ji ber vê yekê binpêkirinek ducarî temsîl dike: hem bi kiryarên xwe yên berbiçav û hem jî bi hebûna xwe wekî sîstemek. Rejîm bi xwe binpêkirinek mafên mirovan e. Dema ku dewlet li ser prensîbên ku serweriya gel û mafên gerdûnî binpê diki were avakirin, hebûna rejîmê bi xwe dibe gef li ser azadiya mirovan.

Ev berpirsiyariyek giran dixe ser her takekesî, li ser neteweyên bindest ên Îranê û li ser civaka navneteweyî ku ji ber wan erkê exlaqî û siyasî pêşî li zilm û zordariya bêtir bigirin û ew yek jî bi nemana rejîmê pêk tê. Bêdengiya li hember pergalên weha dibe alîkar ku wan rewa bikin

Bêyî vê rejîmê, azadî dê mezintir, ewlehî û aramtî berfirehtir û mirovahî dê bêtir parastî be - ne tenê li Îranê, belkî di heman demê de li herêmê û cîhanê jî. Ji ber vê yekê rûbirûbûna bi rejîmê re ne tenê meseleyek siyasetê ye, belku meseleyek berpirsiyariya hevpar a mirovahiyê ye.