Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberekî xelkê bajarê Banê ji aliyê hêzên rêjîmê ve hate kuştin

11:24 - 5 Çirriya pêşîn 2025

Li sibêdeha roj Yekşemî 13ê Rezbera 1404 a Rojî, kolberek ê bi navê “Mehîd Şerîfî”, kurê “Salih” ê xelkê gundê “Kanî Sêw”ê ser bi bajarê Banê li encama teqeya rasterast a hêzên hov ên sînorî yên rêjîma Îranê li sînorê “Sardawê” ser bi bajarê Banê, hate kuştin.

Pêka raporên belavbûyî, hêzên hov ên sînorî, bê agehdarkirina berê teqe li wî kolberî kirine û ew kuştine.

Termê “Mehdî Şerîfî” ku bavê zarokek ê bi navê “Sarwîn” e, bo nexweşxaneya bajarê Banê hatiye veguhastin û heta belavbûna vê nûçeyê, termê wî kolberî bi malbata wî nehatiye dan.