Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Belavoka ‘’Hîl’’ a Kongireya Amerîka: Piştewanî ji guhertina rejîam Îranê di hundir de dike

17:29 - 4 Tebax 2017

Kurdistanmedia: Li gorî belavoka ‘’Hîl’’ a Kongireya Amerîkayê, hatiye daxwaz kirin ku Waşîngton guhertinê di siyasetên xwe li hemberî Îranê de bike, û guhertina rejîmê li hundir de bike destûra karê xwe.

‘’Hîl’’ îşare bi gotina rayedarên payebilind ên Amerîkayê bi taybetî ‘’Riks Tîlirson’’ û ‘’Cîmz Metîs’’wezîrên karê derve û yê Berevaniya Amerîkayê dike ku rejîma Îslamî ya Îranê weke mezintirîn gefa li dijî berjewendiyên Amerîka di Rojhilata Navîn de didin zanîn.

Belavoka han daye zanîn, Civata Ewlehiya Nîştimanî ya kabîneya Tramp ku mijûlê pêdeçûna bi ser siyaseta derekî deye, dibe ku guhertina li hundirê rejîmê de bike armanca kar û siyaseta xwe.

‘’Corf Rabêrt’’ balyozê berê yê Amerîkayê jî li vê derheqê de eşkere kiriye ku ‘’siyaseta me dibe jiyan û hêvîdariyê bide opozîsyonê, û wan neraziyên ku li hundirê Îranê de xebat û piştewaniyê ji demokrasî, mafên mirov û dewleta sekolar dikin.

Piştî hatine serkar a Tramp givaşên li ser rejîmê roj bi rojê zêdetir dibin û li dawîn nimûne de jî serkomarê Amerîkayê pejrandiya Kongireyê li dor baykotên li ser Îran, Rûsiya û Koreya Bakûr wajo kir û Serokê Civata Nûnerên Amerîkayê ev pêngava Amerîkayê bi peyamek eşkere û rohn a Waşîngtonê bi dujminan da zanîn.