Mistefa Hicrî
Rejîma melayan cardin jî tasa jehrê vedixwe, yan qehremanane nermiyê ji xwe nîşan dide?
Civaka navneteweyî di destpêka dehka 80`î ya Rojî de, bi armanca razîkirina Îranê bona desthilgirtina ji mehandina Uraniyomê dewreke çalak ji gotûbêjan digel rejîmê dest pê kirin, û herçend ku encama vê gotûbêjê lihevkirinek lê ketiye, lê piştre derket ku Îranê derev digel wan kirine, û vê carê bi awayekî veşartî çalakiyên xwe bo mehandina Uraniyomê domandiye.
Lewra carek din Komara Îslamî kete bin zexta civaka navneteweyî bona vê ku bê neçarkirin ku mehandina Uranyomê di asteke nizm ya diyarîkirî de rabigre, lê Îran bi mercên girûpa 5+1 pêkhatî ji Amerîka, Birîtanya, Fransa, Rûsiya, Çîn û Alman û NY razî nebû. Lewra ew alî bi armanca serîtewandina Komara Îslamî bi mercên xwe, yekîtiyeke kêmmînak di asta cîhanê de pêk anîn bo dorpêçkirina Îranê.
Dewra Amerîkayê di van dorpêçan de dewreke sereke bû. Vê yekîtiyê, roj bi rojê dorpêç çirtir û zêdetir kir, û bi vî awayî aboriya Îranê xistine bêcaniyê, da ku Komara Îslamî kete qedeman. Lewra Xamineyî bi neçarî û bi navê nermî ji xwe nîşandana qehremanane (nermişê qehremanane) îzna îmzakirina rêkkevtina digel welatên 5+1 (Amerîka, Rûsiye, Çîn, Fransa, Birtanya û Alman) digel Îranê da. Ew lihevkirin di 27`ê Befranbara 1394`an di Viyenê li aliyê herdu aliyan ve hate îmzakirin, ku li Îranê bi Bercam hatibû naskirin, ku kurtkiriya “Bernamêyê Cami`ê Êqdamê Muşterek” (Bernameya têrûtejî ya kiryara hevpar) e.
Berevajiyê boçûnên Rojava û hejmarek berçav ji xelkê Îranê, ku jêve bûn ji rêkevtinnameya Bercamê ku dibe sedema vêdeçûna gemaroyan bi ser Îranê de, û beşeke zaf ji heyiyên vî welatî, ku bi sedema dorpêçan li bankên Amerîka û Ewropa dest bi ser de hatibû girtin tê azadkirin, û di encam de:
-Di navxwe ya Îranê de aborî vedigeşe, û xelkê bêkar û bi taybet ciwan kar dest wan dikeve, û jiyana wan xweştir dibe, Komara Îslamî bi sedema têkelbûna bi aboriya Rojava ji riya kompaniyên mezin ve sermayeyên xwe di Îranê de dixin ger, û bi rûyê xelkê Îranê de jî tê vekirin, û di vî warî de jîngeheke pirr ji serkut û zext û givaşa dijî azadî guhertin bi ser de tê, û bi awayek rêjeyî xelk dikare bi azadî henaseyekê hilkêşe.
-Di derveyî welat de Komara Îslamî dest ji destêwerdanên xwe di nava karûbarên welatên navçê hildigre yan kêmtir dike, palpiştiya ji terorîzmê kêm dike û bedela vegeşandina şer û tevdanîkariyê di navçê de dibe hêvinê aştî û seqamgîriyê. Eva bû ku tîma gotûbêjkar ya Bercamê piştî îmzaya lihevkirinê û vegeriyana xwe di Tehranê digel pêşwaziya bi hezaran kesî û bi taybetî ciwanan berbirû bûne, û wekî qehreman pêşwazî ji wan hate kirin.
Wê demê de bû ku me nivîsand ku di hevdîtinên xwe da digel Rojavayiyan, me bo wan şirove kir ku berevajiyê van boçûnan li derveyî welat rejîm ji wan destkevtên ku bi sedema nemana dorpêçan dest wan dikeve, bo vegeşandina siyasetên hertimî ên xwe ku bawerî pê heye, wekî palpiştiyeke zêdetir ya girûp û aliyên terorîst û pilanrêjî bo şer û ajaweyên tayifî ên zêdetir di navçeyê û zêdetirkirina cibelxaneyên xwe bi kar tîne, ne eva ku bo avedankirina welat û dabînkirina kar û dahatê bo xelkê bêkar bike.
Lewra di navxwe ya Îranê de bêkarî û giranî û dijwariya bijêwa jiyanê zêdetir dibe, û nerazîbûna xelkê jî digel serkut û îdam û zexta zêdetir berbirû dibe, û mafê mirov zêdetir bin pê dike.
Di wê demê de hebûna hinek kes û alî, ku bi çavekî rexnegirane ve li helwestên me dinihêrîn, û li ser vê baweriyê bû ku PDKÎ xwazyarê dijwartirbûna jiyana xelkê Îranê ne.
Lewra ji rabûna dorpêçan pêşwazî nake, û niha jî bi çavgerandineke destpêkî bi ser jiyana xelkê, di navxwe ya Îranê, û kar û pilanên têkderane û şerxwazane ên rejîm li derve bi nirxa betallbûna sifreya xelkê û bilindbûna dengê nerazîbûna wan di rewşa niha de ku bûye serxetê xeberên rojane ên cîhanê, û hemû ew rastî bi eşkereyî li ber çavê cîhanê û bi taybetî dehan milyon xelkê Îranê ye, ku rojane digel de berbirû ne.
Em rejîma Komara Îslamiya ranê bi sedema hemû netebahiyên serekî wekî birçîtî û binpêkirina mafên gelên Îranê, serkutkirina azasdiyan û hemû bedbextiyan di Îranê de û zêdebûna şer û malwêranî û nearamî û awareyiya xelkê navçeyê dizanin. Ezmûnên borî û îdeolojî û bîr ûrayên paşvemayî ên vê rejîmê dibêjne e ku çend dahat û xêr û bêrên Îranê zêdetir bê, diçe berîka berpirsên vê rejîma gendel, û ya din jî bo vegeşandina pilanên zêdexwazî û tevdanîkariyên li derveyî welat tê xerckirin. Di vê navberê de xelkê Îranê li bêparî û birçîbûnê de têne ragirtin, û yak u bo wan zêdetir dibe, serkut û bêdadî û roja reş dibe.
Ku wisa bû vegeriyana dubare ya gemaroyan, gemaro ye li ser rejîma Îslamiya Îranê, lewra vekişiyana Amerîkayê ji rêkkevtina Bercamê wekî pênaveke nirxandî di ware ragirtina rejîmê di tevdanîkariyan û palpiştîkirina terorîzmê û kuştar û malwêraniya zêdetir ya xelkê navçeyê dizanin, û em hêvîdar in ku cîhan û bi taybetî Ewropa ndi dawiyê de, div ê pêngavê de, palpişt û alîkarê Amerîkaê be û bi vî rengî bi alîkariyua hemû aliyek detsê Îranê ji destêwerdanên welatên navçeyê û bi nirxa naanbirîna xelkê bo mebersên xwe bê kurtkirin.
Derheq Bercamê jî, hekî bi beşdariya Amerîka di gotûbêjan de Bercam giha encamê, niha bi vekişiyana Amerîkayê ew rêkkevtin ketiye Komayê de û be rbi nemabê ve diçe, tu bêjî şirîkên Ewropî di dawiyê d ebikarin Bercamê ji komayê rizgar bikin û riheke nû bibexşnê?
Yan wê bibn palpiştê Amerîka di biyavê sepandina dorpêçan bi ser Îranê de bi armanca amadebûna bo gotûbêjê û sazan li ser van xalkên ku Amerîka daxwaz li wan dike, û ewropî jî digel de hevhizr in?
Ezmûnên borî nîşan dane, ku Komara Îslamî dema ku rejîma wê di bin zextê de dikeve metirsiya darûxanê, amade dibe ku tasa jehra şikestê vexo, û gellek wisa xûya dike ku ew ezmûn dubare bibe, û eva jî girêdayî ye bi bandore zexta dorpêçan.