Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Civîna Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê hat lidarxistin

18:06 - 26 Gulan 2022

Roja Sêşemî 24`ê Gunala 2022`an civîna Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê\ bi amadebûna berprisên yekem yên partiyên endam û herwisa bi mêhvandariya Partiya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê bo heyama 6 demjmêran hat lidarixstin.

Destpêka civînê “Omer Îlixanîzade” sekreterê giştî yê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê, wekî berpirsê vê devreya navendê bi germî ji tev aliyan re xêr hatin got, û pejrandina mijara civînê deriyê nîqaşkirina li derheq mijaran de vekir.

Piştire Xalid Ezîzî sekreterê Partiya Kurdistan û berpirsê devra derbasbûyî a navendê li derheq kar û çalakiyên navendê û herwisa li derheq dvera derbasbûyî de axavit û  behsek pêşkêşî amadebûya kir û rapora kar û çalakiyan ji aliyê desteya Partiya Demokrat a Kuridstanê ve xwandin.

Mijara duyem ya civînê bi vî awayî bû, nirxandina rewşa Kurdistan, Îran û herêmê û erkên sereke yên vê navend ê.

Di vê para civînê de, bi taybet ev nerazîbûn û xwenîşandanên li heyama çend hefteyên derbasbûyî yên li bajarên Îran û Kurdistanê hatin lidarxistin, û paşeroja vê tevgerê û rewşa navxwe û derve ya rejîma Îslamî a Îranê, û herwisa rewşa siyasî û aloziyên di vê herêmê û şerê Rûsiya û Ukraynê û bandorên wê behs kirin.

Her di vê derheqê de, Xalid Ezîzî sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê, “Mihemednezîf Qadirî”, cêhgirê duyem yê Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ, Ebdula Muhtedî sekreterê giştî yê Partiya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê û Omer Îlxanîzade, axavtinên tijî li derheq rewşa Îran û Kurdistan, herêm,  egerên paşeroj û serekîtirîn erkên vê navendê lêkolîn kirin.

Herwisa “Mistefa Hicrî” Lêpirsyarê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di beşek din a vê civînê de, bi awayê online beşdar bibû û nerîn û ramanên xwe behs kirin.

Her di vê behsê de, aliyên endam di vê navendê de, li derheq lihevkirina bo vê ku nerazîbûnên li Îranê neku berdewam dibin, belkû bi awayê zelal tev sîstema desthilata rejîma Îslamî a Îranê kiriye armac. Amadebûyên vê civînê li ser vê baweriyê bûn ku, rejîma Îslamî a Îranê ku li navxwe û li herêmê de jî rastî kirîzan hatiye, bi hêsanî nikare jê derbas bibe û bi siyasetên serkut kirinê bo çareser nabe. Û herwisa li ser vê yekê tekezî kirin ku, nerazîbûnên xelkê bona gihîştin bi daxwazkariyan, hewceye bi hevahengîkirin û rêkxistina zêdetir bibe. Herwisa tekezî hatikirin ku, ev nerazîbûn û xebata cemawerî giştiye astekî ku, bona berdewam bûn û serkevtina li ser rejîmê de hewcehî bi pêkhatina naved û saziya siyasî a hevaheng û yekgirtî heye, bona rêberîkirin û serxistin.

Ji ber zelaliya vê rastiyê, di behsên xwe de zêdetir li ser erkên serekî yên karê devra bê ya vê navnedê de pêdagîrî kirin.  

Yekem: Bi yekdengiya niha ya navendê û ezmûnên Kurdistanê, di demên derbasbûyî de, li ser vê yekê tekezî hat kirin ku, navend û partiyên Kurdistana Îranê hewce ye bi yekgirtîbûneke rêkxistînî weke saziyeke neteweyî rûbirûyî wê rewşê bibin û ji bo bûna bi navendek siyasî û birêveber li Kurdistanê de, hevahengiyên xwe lezigîntir bikin. Bo vê mibestê jî, nîqaşkirina hinek mikanîzimên goncav û hewce  bo bernameya bilez ya civîna bê ya navendê dest nîşan kirin da ku li ser kar bikin.

Duyem: Tev alî li ser vê yekê rêkkevtin ku, yekgirtîbûna zêdetir a hêzên siyasî yên Kurdistan û derkevtina zêdetir a giraniya tevgera Kurdistanê, hewceye navend digel hêzên siyasî yên opozisyona Îranê roleke zêdetir bilîs e, bona pêkanîna serkirdayetî û alternatîvê bo bicihkirina zêdetir a daxwaziyên Kurdistanê.

Di berdewamiya civînê de,  çendîn mijar û gotarên girîng û peywendîdar bi karê navendê û yek ji wan berfirehkirina çalakiyên navneteweyî anîne ber bas û evlevîyetên karê bê yê Navenda Hevkariyê dest nîşan kirin.