Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dezgeha Rêkxistina Giştî a PDKÎ semînarek li Hewlêrê pêk anî

15:44 - 17 Şibat 2019

Kurdistanmedia: Di çil saliya şoreşa gelên Îranê û talankirina armancên şoreşê de, Dezgeha Rêkxistina Giştî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê roja 26’ê Rêbendanê a 1397'an a Rojî, semînarek ji bo endamên teșkîlata eșkere li Hewlêrê pêk anî.

Di semînarê de her yek ji birêzan Teymûr Mistefayî endamê Navenda Siyasî a PDKÎ û Mihemedsalih Qadirî berpirsê Pêwendiyên vê partiyê li Hewlêrê gotarek pêşkêş kirin. 
 ‏‎
Di beşa yekem a semînarê de birêz Mistefayî got ku berî çil salan slogana xelkê nan, xanî û azadî bûn. Lê niha piştî çil salan, rewşa xelkê û xizmetguzarî nebaş in û azadî jî ti caran di vê serdemê de tine bûye ji ber ku rejîmê di bingeha xwe de baweriya wê bi demokrasî û azadiyê nebûye.

Herwiha got ku rejîma Xumeynî êrîş kire ser Kurdistanê û siyaseta jinavbirina nasnameya netewî a Kurdan girte ber xwe. Di mîtînga şehîd Dr. Qasimlo de roja 11'ê Reşemeya 1357'an a Rojî xebata eşkere a PDKÎ ji bo dabînkirina maf û azadiyên gelê Kurd hate ragihandin û xebatkarên demokrat li Kurdistanê têkoşîna xwe a netewî ji bo azadiyê destpê kirin. PDKÎ bi niyeta reş a rejîmê û sozên wan ên derew hesiya bû lewre referandûma nedemokratîk a Xumêynî û hewlên xwe ferzkirinê baykot kir. Bersiva hewlên aştîxwazane ên Kurdan û gelên din ên Îranê bi şer hate dayîn û êrîşî ser Kurdistanê hate kirin û Xumêynî dest bi girtin, kuştin û darvekirina ciwanan kir û Kurd rastî bobmebaranan hatin. 

Mistefayî derbarê komkujiya Kurdan li Nexede û Pawe ragihand ku ew cara yekemîn bû ku li dijî gelekî mafxwaz û misilman, fetwaya cîhadê dihate dayîn. PDKÎ û aliyên din ên Kurdistanê du rê hebûn. Yan diviyabû xwe radest bikin yan jî berxwedanê bikin. Me jî riya duyem li hemberî kiryarên hovane ên Xumêynî û hevnerînên wî hilbijart û me xwest maf û kerameta Kurdan biparêzin. Pişt re qonaxa duyem a komkujiya Kurdan destpê kir û bi sedan ciwanên Kurd hatin darvekirin. Me ne tenê xebata çekdarî, belkî ji bo gihandina xwestekên xwe ên rewa, xebata sivîl jî dikir lê Komara Îslamî bi hemû şêweyan li hemberî me derket û hewla jinavbirina nasnameya me da.

Tekez jî kir ku Komara Îslamî ti caran di hewla xwe a ji bo jinavbirina hesta netewî a xelkê de serkeftî nebûye. Di mijara karesat û erdhejan de jî xuya ye ku hesta xelkê a netewî bilind bûye. 

Beşeke din a gotara Teymûr Mistefayî taybet bi Rasana Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bû û got ku di peyama Newroza 1394'an de a sekreterê giştî yê PDKÎ de li sînorên di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê qonaxeke nû a xebata partiya me hate ragihandin ku tê de tekez li ser lihevgirêdana xebata Çiya û Bajar, berdewamiya hizûra pêşmerge di nav xelkê de ji bo piştgiriya xelkê û piralîkirina xebatê dihate kirin. 

Mistefayî di dawiya gotara xwe de tekez li ser pêwîstiya hevgirtîbûn û hevhelwestî û hebûna bername û pêwendiyan di navbera aliyan de kir ji bo dabînkirina xwestekên Kurdan û hêvî kir ku hewl û têkoşîna vî xelkî, azadiyê li pey xwe ve bîne. 

Di beşa duyem a semînarê de Mihemedsalih Qadirî berpirsê Pêwendiyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Hewlêrê derbarê mahiyeta fikrî û berhema çil salan a îdeolojiya Komara Îslamî û desthilata vê rejîmê li Îran, navçe û civaka navdewletî ragihand ku ji ber karnameya xwe a reş, rejîm li navxwe û di asta navdewletî de jî rastî kirîza rewatiyê hatiye û her roj valahiya di navbera xelk û desthilatê de berfirehtir dibe. Siyaseta dijî mirovahiyê a rejîmê jî bûye sedema derketina kirîzeke siyasî, aborî, civakî, jîngeyî û çandî. Siyaseta henardekirina şoreşê ji bo dervey welat û xewna rêberatîkirina cîhana Îslamê, piştevaniya terorîzmê, hewldan ji bo berhemanîna çekên etomî, destêwerdan di karûbarên welatan de, çêkirina tevlîhevîyê li navçeyê û tepisandin li navxwey welat, weke stratejiya sereke a çil salan a vê rejîmê bûne çavkaniya azarên xelkê Îranê û çêbûna bi sedan diyardeyên xirab di nava civakê de, giranî, bêkarî, hejarî, koçberbûna xwendewaran, bengdarbûn bi madeyên hişber û xwekujî berhema siyasetên rejîmê ne. Êdî bi naskirina naveroka Komara Îslamî, dawî li leyîza vê rêjîmê hatiye ku ev çil sal in bi şanoya reformxwazî û binajoxwaziyê, xelk dihate xapandin. Ji alî din ve jî ev rejîm di derbarê bingehên mafên mirovan de bi ti yek ji pirensîpên navdewletî û demokratîk pabend nebûye û hewl jî daye desthilata xwe bi ser navçeyê de ferz bike.

Got jî destpêka Komara Îslamî bi dagirkirina balyozxaneya Amerîkayê bû ku wê demê PDKÎ ev kiryar şermezar kir û berovajî yasayên navdewletî binav kir. Şerê Îran û Îraqê, gefa jinavbirina Îsraîlê û slogana Riya Qudsê ji Kerbelayê Derbas Dibe, destpêka siyaseta çêkirina tevlîhevîyê li cîhanê bûn.

Mihemedsalih Qadirî herwiha behsa van wêraniyan kir ku ji ber siyaseta şaş a rejîmê li Îranê û li Kurdistanê çê bibûn û got ku êdî Xumêynî neçar ma îtirafê bi dawîkirina şer bike û cama jehrê vexwer.

Qadirî di berdewamiya gotarê de amaje bi teror û komkujiyên naskirî bi kuştara zincîrî, kuştina girtiyên siyasî û alîkariya girûpên tundrê û terorîstî li welatên din kir û got ku ev, hemû taybetmendiyên çil salan ên Komara Îslamî bûn.

Derbarê dorpêçên vê dawiyê ên rojava û Amerîkayê li dijî Îranê jî da xuyakirin ku ji ber pabendnebûna Îranê bi Bercamê û pirensîpên navdewletî, rejîmê baweriya xwe di asta cîhanî de ji dest daye û dorpêça gaz û petrolê ku dahata rejîmê ne, kerta balafiran, bank û pêşesaziya wê kiriye armanc û aboriya Îranê felec kiriye ku vê jî bandoreke rasterast kiriye ser rewşa jiyana xelkê. Lewre xelk nerazîbûna xwe ji rejîmê tîne ziman û hewla rêkxistinkirin û berfirehkirina xebata xwe di nerazîtiyan de didin û ew meş jî mezintir dibin. Givaşên navçeyî û navdewletî jî bi serkirdatiya Amerîkayê li hemberî rejîmê berfireh dibin û di rastî de destpêka rûxana rejîma Komara Îslamî destpê kiriye. 

Di dawiya gotarê de, Qadirî got jî ku êdî hêviya serketina xebatê bi ser vê rejîmê de ji hemû gavan zêdetir e û divê dijberên rejîmê weke hemû pêkhateyên netewî, bi girtina waneyê ji ezmûn û şaştiyên berê, bi ruhekî tilorans û hevgirtî, bi xebata xwe ji bo rûxandina rejîmê û avakirina sîstemeke demokratîk û federal têkoşînê bikin ku tê de mafê hemû pêkhateyan parastî be.