Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dezgeha Rêkxistina Giştî a PDKÎ semînarek pêk anî

01:42 - 13 Şibat 2019

Kurdistanmedia: Dezgeha Rêkxistina Giştî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê semînarek derbarê çil saliya desthilatdariya rejîma Komara Îslamî ji bo birêz Kawe Behramî endamê Desteya Kargêrrî û berpirsê Dezgeha Fermandariyê û birêz Dara Natiq cigirê berpirsê Dezgeha Rêkxistina Giştî a PDKÎ pêk anî.

Semînar, roja 18’ê Rêbendanê a sala 1397’an a Rojî li yek ji binkeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li kampa Azadî ji bo endamên vê partiyê ku ji endamên komîteyên Zagros, Azadî, Koye, Yekîtiyên Jinan û Lawan ên PDKÎ pêh dikat, birêve çû.

Di semînarê de Kawe Behramî di derbarê rewşa Rojhilatê Kurdistanê di çil salên dagirkariya Komara Îslamî de û stratejiya xebata netewî a PDKÎ axivî.

Pişt re Dara Natiq li ser çil sal desthilatdariya rejîma Komara Îslamî û aliyên aborî, siyasî û civakî ji bo beşdaran axivî.

Kawe Behramî amaje kir ku rejîma Xumêynî her ji destpêkê ve siyaseta tepisandin û zordariyê li hemberî neteweyên bindest girte ber xwe û yek ji wan jî neteweya Kurd bû. Standina biryara Cîhadê li dijî Kurdan û wêrankirina gund û bajarên Kurdistanê, asîmîlekirina çandî a Kurdan, girtin, kuştin û îşkencekirina ciwanan û mîlîtarîzekirina Kurdistanê bû siyaseta hertimî a rejîma Xumêynî. Dizîn û talankirina semyanên Kurdistanê, qedexekirina çalakiyên siyasî, tepisandina azadîxwazên Kurdistanê, guhertina demografiya navçeyên Kurdan û avakirina dehan navendên ewlehî û dagirkar li Kurdistanê, beşek ji stratejiya vê rejîmê li Kurdistanê bû ku heya niha jî berdewam dike.

Navbirî got ku tevî hemû givaşan û bi siyaseta dujminkarane a rejîmê li Kurdistanê jî, lê xebata netewî û azadîxwazî a Kurdan didome û vîna berxwedan û şoreşvanî û mafxwaziya netewa me xurttir dibe. Kurdistan hertim wargeha azadîxwazî û şer li dijî dagirkerên niştîmana me bûye û ala xebatê jî hertim hildayî ye. PDKÎ, partiya xweşdivî a xelkê Kurdistanê di meydana şerê li dijî rejîma Xumêynî de xebatê dike û ciwanên Kurdistanê jî tevlî refên pêşmergeyan dibin û tekoşîn didome. Rasan, weke tevgereke piralî û giştgir ji bo serxistina vîna bilind a netewî û dabînkirina armancên neteweya me berdewam dike û kariye di heyameke kin de sitûnên dîktatoriya rejîmê li Kurdistanê bihejîne.

Dara Natiq jî di gotara xwe de behsa rewşa kirîza niha a Komara Îslamî di asta navxwe, navçeyî û cîhanê de kir û got ku di 22’ê rêbendana îsal de çil sal di ser rûxandia rejîma Şah re û talankirina destkeftên şoreşa gelên Îranê ji aliyê rejîma Xumêynî ve derbas dibin. Çil salan beriya niha gelên azadîxwaz ên Îranê li dijî siyaseta tepisandin û binpêkariya maf û azadiyên gelên bindest, nebûna azadiyên siyasî, gendelî di rêveberiyê de û gendeliya malî, derketin qadan û ji bo dabînkirina jiyaneke hêja û modern, bi slogana nan, xanî û azadî, dawî li sîstema Şah û dîktatoriya pêncî salan a malbata Pewhlewî anîn. Wê demê gelên Îranê ji serketinê kêfxweş bûn û kêmtir kesek hebû ku li ser sîstema pêşeroja Îranê bifikire. Ji ber bê bernamebûn û amadenebûna opozîsyona demokrat û pêşketinxwaz, derfet ji bo Xumêynî û meleyên Şîe çê bû ku bi xirab bikaranîna hesta olî a xelkê, şîpelên nerazîtiya xelkê bigirine destên xwe û destkeftên şoreşa gelên Îranê bidizin û nizameke reş û olî a zordariyê bi ser xelkê de ferz bikin.

Natiq herwisa got ku tevî sozên Xumêynî ji bo dabînkirina azadî li Îranê, xweşkirina rewşa jiyana xelkê, bê beramberkirina av, elektirîk û gazê, anîna pereyên petrolê ji bo ser sifreyên xelkê û gelek sozên din dabûn, ti yek ji wan bicî nekirin lê piştî çil salan ji desthilatdariya vê rejîmê, hîn civaka Îranê rastî kirîzeke kûr a aborî, siyasî û civakî hatiye. Giranî, bêkarî, hejarî û herwisa nebûna şiyana rejîmê ji bo dabînkirina seretayîtirîn pêwîstiyên xelkê bûne sedema bêhêvîbûna xelkê û serhildana diyardeyên xirab di nava civakê de û bingeha malbatê jî li Îranê têk çûye. Êdî di warên siyasî û olî de rewatiya Komara Îslamî nemaye û rastî kirîza desthilatdariya jî hatiye.

Birêz Natiq herwisa behsa rewşa tevlîhev û kirîza Komara Îslamî di asta navxwe û navçeyî û navnetewî de piştî çil salan desthilatdariyê û encamên van kurîzan, pêşeroja rejîmê û guhertinên di vê derbarê de û erka opozîsyonê jî kir.