Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di pêşvebirina zimanekî yekgirtî de rola medyayê

20:29 - 7 Gulan 2012

Hewar


Danîna programên bi zimanê Kurdî li Radyoya Bexda, Rewan û Kirmanşayê karî aliyê kêm valahiyeke her çend kêm jî di warê parastina wêjeya Kurdî de tije bike.
Programên wek deng û bas, helbest û mûsîqî, stranên daxwazkirî, xwendina namên guhdaran, fulklor û şanoyên radyoyî xalên hewbeşe wan sê radyoyan bû.

Herçend ku ew radyo ser bi dewletên wan welatan, yanî Îran, Îraq û Ermenistanê bûn û siyastên wan dewletan dimeşandin û li gor berjewendiya wan bername bilaw dikirin, lê dîsa jî li dema xwe de, ji bo hevgirtina gelê Kurd û nêzîkbûna zaravên curbicur bandora xwe ya sereke henû. Em niha dibînin dehan kanalên televîzyonî û îzgehên radyoyî şev û roj bernaman bi Kurdî bilav dikin û bi milyonan temaşevan û guhdar hene. Bi dîtin û bihîstina wan bernaman çand, huner, edebiyat û zargotina Kurdî digihîje guhê gel li herderî. Ew yek rê ji bo çêbûna zimanekî yekgirtî li pêşerojê de vedike. Pêlên medyayan sînorên heyî di navbera gel da ji nav radike û gel digehîne yektir.

Ez hewce dizanim ku rola medyayê li Rojhelatê Kurdistanê de şirove bikim, da ku girîngiya wê ji bo perwerdeyî û yekgirtina zaravan kifş bibe. Yekemîn car li Îranê, di sala 1959’an de Radyoya Tehranê 15 deqeyan program bi zuimanê Kurdî jî weşand. Ew program ku ji du zaravên Soranî û Kirmancî pêk dihat, tenê nûçe û şirovên siyasî bi xwe ve digirt. Lê berî wê, radyoya Kurdî ya Rewanê, (Yerîvanê) li paytextê Ermenistanê li sala 1950’î de programên Kurdî bilav dikirin. Hevdem radyoya Bexdayê jî mijûlî bilavkirina programên Kurd, lê di çarçoveya berjewendiyên xwe yê siyasî de bû. Wê demê deshilatdarên Îranê jî bona ku propagenda xwe li dij dewleta wê demê li Bexdayê bihêz bike, û deshelata xwe li kurdistanê berfirehtir bike, di sala 1963’an de Îzgehekî Kurdî li bajarê Kirmanşanê damezrandin. Bernamên radyoya Kirmanşanê jî bi du zarên Kurmancî û Soranî bûn, lê carna bi Hewramî û Kirmaşanî jî stran dinav hindek programên taybetî de dihatine bilavkirin.

Her wê demê, li bajêrê Meşheda navenda Xurasanê de, programeke radyoyî ji bo Kurmancên wê deverê hate avakirin, ku pêlên wê digihîştne guhê bi milyonan Kurdî.

Programên Kurdî sal bi sal zêde dibûn, û şeş sala şûnde yanî sala 1969’an li bajarê Urmiyê îzgeyek Kurdî bi zarê Kurmancî dest bikar bû. Ji taybetmendiyên radyoya Urmiyê pêkanîna deste û girûpa mozîkê, qeydkirina stranan, gazîkirina stranbêjan li derveyî Îranê, yên weku rehmetî Ewdî li bakûrê kurdistanê, û qeydkirin û bilavkirina dengê wan bû. Tişta balkêş ya radyoya Kurdî ya Urmiyê beşdarkirina karmendên jin bona belavkirina bernaman û bangkirina stranbêjên jin, û qeydkirina dengê wan e. Wê demê belavbûna dengê jinan li ser radyoyê û heta karmendbûna wan, li cem malbatê û di nav civakê de, cihê şermê bû. Piştîvanî û perwerdekirina jinan, herwisa birina wan bo ser kar û xebatên îdarî û civakî girîngiya xwe heye.

Herweha li bajarên din yên Rojhelatê Kurdistanê ji wan li Mehabad û Sine radyoyên Kurdî hatin avakirin. Ez bixwe wek karmendê bernamên Kurdî, ku nêzî 30 salî li medyayên Kirmanşan,Tewrêz,Urmiye û Tehranê de xebitîme (1973-2003), rola wan medyayan di pêşvebirina ziman û parastina çand û hunera Kurdî de gelek girîng û jêhatî dizanim. Di vê serdemê de ku xwandin û nivîsîna bi Kurdî qedexe bû, radyoyên Kurdî weku xwandingeh û zanistgehan têne hesibandin.

Hebûna çîrokan û şanoyên radyoyî, beyt û fulklura Kurdî, stran û mozîkê, dibû sedema yekbûyîn û yekgirtina gel ji aliyekê û ji aliyek din ve, dibû hegera li hew nêzîkbûna zarave û devokên Kurdî, bi vî awayî rê ji bo çêbûna zimanekî yekgirtî divebû.

Pê zêdebûna madyayên Kurdî, herwusa kovar û rojname û belavokên Kurdî bi zaravên curbicur, nêzîktirbûn zaraveyan baştir bûye, û çêbûna zimanê standard, hêsan û sanahî dike. Herçendku çêkirina zimanekî yekgirtî demek dirêj pê divêt, û grêdayî bi rewşa ramyarî û cî û zemanê xwe ye, lê dîsa jî peywendên navber medya, Enstîto, û çapemeniyên Kurda dikare gavekî bilind be ji bo bicih hatina vê armancê.

Di vê navberê de rola konferans û fistîvalan jî nabe mirov berçav negire, konferansên li ser ziman û çand û hunera Kurdî têne lidarxistin, valahiyên heyî navbera zaraveyan û çanda gel de ji nav dibe, û hesta yekdilî û yekzimaniyê dêxe nav dilê gel de.

Deskewta karê medya û çapemeniyên Kurdî perwerdekirina nivîkar, helbestvan û hunermendan ji aliyekê ve, û ji aliyê din ve zindîkirina pênasa gel yanî zimanê wî ye.