Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dr. Mîro Eliyar: Ragirtina xebatê bo me cihê baskirin û pirsyarkirinê nîne

11:02 - 23 Îlon 2018

Deqa gotara Dr. Mîro endamê Navenda Siyasî ya PDKÎ di merasimê şehîdên Berlînê de

Mêhvanên birêz, hevalên têkoşer, ew dema we baş!

Roja 26`ê Xermanan a 1371`an (17.09.1992)`an wekî rojeke tal û cinayeteke bisam çûye nava dîroka bixwîn ya xebata neteweya me de.

Tewaw 26 salan berî niha Dr. Sadiq Şerefkendî sekreterê giştî ê wê demê yê PDKÎ û sê hevalên wî, kak Fetah Ebdulî nûnerê hizbê li dervey welat, Kak Homayon Erdelan nûnerê hizbê li Alman û herweha Nûrî Dêhkurdî çalakê siyasî û dostê PDKÎ li restorana Mîkonosê li Berlînê bûne qurbaniyê terorîzma dewletî ya rejîma Komara Îslamî ya Îranê û hatin şehîdkirin.

Îro em li vir kom bûne da ku rêzê bigrin ji bîreweriya vî rêberê hilkevtî û hevalên wî û em xebata wan tînin bîra xwe.

Hemû salê û li her derfetekê pêwîst e ku em bêzariya xwe ji terorîzmê bi giştî û ji van tawanên giran ên rejîmê ku  li dijî Kurd encamp dane, eşkere bikin.  Bo mirovê xebatkar û gelê rizgarîxwaz girîng e ku ne hevalên binirx ên xwe ji bîr bike, û ne jî tawanên dijminê xwe ji bîr bike.

Ji aliyê rêbertiya PDKÎ ve, em bi germî bixêrhatina  mêhvanên birêz dikim, û spas bo wan û bo we hevalên rêzdar ku hûn hatine vir, û di vê merasimê de beşdar bûn.

Hûn dizanin ku piştî vê ku mirovkujên rejîma Komara Îslamî di sala 1989`an (1368) de, Li Viyenê rêberê mezin Dr. Qasimo teror kirin, Dr. Sadiq Şerefkendî ku di nav me de bi Dr. Se`îd hatibû nasîn, rêbertiya PDKÎ girte destê emîn û bihêz ê xwe, û nehêla alaya xebata rizgarîxwaziya hizba me bo bîstekê jî ser erdê bimîne, û bi vî rengî dijminê xwînmij tûre û nerehet kir.

Berevajiyê çavnihêriya rejîmê, PDKÎ li jêr barê giran ê jidestçûna Qasimloyê nemir de pişta wî neçemiya, û bi rêbertiya Dr. Sadiqê jêhatî dirêjî da xebat û rêbaza neteweyî ya xwe.

 Dijminê perîşan dema ku dît ku pîlana wê ser negirt, û hêviyên wî nehatin cih, biryara jinavbirina Dr. Şerefkendî da, û kete nav pilandarêtina terorkirina wî.

Axavtin tê de nîne, ku bi terorkirina Dr. Şerefkendî dijmin birîneke bijan û valahiyeke kûr xiste ser laşê PDKÎ û derbeke giran li tevgera rizgarîxwaza li Rojhilata Kurdistanê weşand, lê xewna wê ser negirt, û negihîşte hêviyên xwe. Îrorojê 26 salan piştî terora Berlînê, alaya xebata rizgarîxwaziya me her wa pêlan dide, û xortên Şerefkendî hemaseyan diafirînin.

Bi terora Mîkonosê Komara Îslamî perde li ser rûyê nizama xwe vêde da, û cewherê dijî Kurdbûna xwe zêdetir bi neteweya xwe da nasandin, û bi taybetî ciwa hişyar û serwext kirin, hesta neteweyî û bîra rizgarîxwaziyê tê de bihêztir kirin, û  baweriya Kurd bi hikûmeta Îslamî ya Îran binax kir.

Di asta navneteweyî û bîrûraya giştî de, hukmê dadgeha Birlînê ku bi dadgeha Mîkonosê hatiye naskirin, û li rêkewt 10`ê Nîsana 1997 (21`ê Xakelêweya 1376)an de hate ragehandin, terorîzma dewletî ya rejîma Îranê eşkere kir, û bi eşkere rêberên rejîma Îranê di asta herî bilind ya hikûmetî de wekî pilandarêj û birêveberê terorîzmê bi cîhanê da nasandin. Ji hukmê dadgeha Mîkonosê ve heya niha jî mohra terorîzmê ser eniya rejîmê ye, û lê jê nabe.

Rêzdarno!

Dr. Şerefkendî rêberekî siyasî bû û di pêxema bîr û bawerî û armanceke siyasî de serê xwe danî, lewra ciyê xwe de ye di salvegera terorkirina wî de, em awirekê bidin rewşa niha ya Komara Îslamî, ku bi hêviya fetisandina dengê azadîxwaziyê û nehêlana hesta xebat û berxwedana Kurdê Rojhilat, kak Sadiq teror kir.

 Komara Îslamî îrorojê digel mezintirîn û pirrmetirsîdartirîn kirîza dîroka xwe li navxwe û li derve de berbirû ye. Kirîza îro hemû aliyên sîstemê bi xwe ve girtiye:

-Kirîza siyasî û kirîza deshilatdariyê: Kêşeyên Komara Îslamî hekî di detspêkê de, xwe di bêbernameyî, kêşeya mudîriyetê, dizî, û gendeliya bêsînor ya hakimiyetê de didît, hêdî-hêdî jidestdayîna rewayiya hikûmetî lê ket. Niha ji vê qonaxê jî derbaz bûye û rejîm rastî kirîza hakimiyetê hatiye.

Kirîza serweriyê (hakimiyetê) bi vê watayê ku valahiyeke kûr xiste nav xelkê û hikûmetê, ku rejîmê şiyana tejîkirina wê nîne. Îdeolojî û bingehên hizrî û otorîteya siyasî ya hikûmetê kal bûye, û şiyana qani`ikirin û xistine hereketê ya civakê bo armancên deshiatê nemaye. Wek dibêjin hikûmetê deshilata siyasî ya xwe ya bi ser xelkê de dorandiye, û bona aramkirin yan bersivdana bi daxwaziyên xelkê, tenê du tişt pê mane: Derev û qewlên nerast û bê `emel, û hawarbirina bo tundûtîjî û serkutê.

Di encama van kirîzên hemû aliyane de, tevlihevî û eşkerekirina nepeniyên (nihêniyên) hevdu, û dubendî û netebahiya navxweyî ya deshilatdariyê berdewam kûrtir û eşkeretir dibe.

-Kirîza aborî û civakî: Di encama şepirzeyiya aborî, û daketina diravê welat, giraniya rojbirojê, û carna heta demjimêr bi demjimêr, bêkarî û destengî bi awayekî ecêb zêde bûye.

Revîna kompaniya û sermayeguzarên biyanî li Îranê, aboriya şepirze ya welat gehandiye ser lêva herifîna yekcarî. Rêberên rejîmê her kesê di fikra talankirina welat û birina bo derve ya samana xwe ye.

Giranî û bêkarî û hejarî ji aliyekî ve, û bêçareyiya rejîmê di warê dabînkirina hewcehiyên herî destpêkî ên xelkê ji aliyekî din ve, civaka Îranî tûşî kirîzên bêmînak ên civakî kirine.

-Kirîz di siyaseta derve de; Di siyaseta derve de, bi sedema hewldan bona bidestveanîna çekên komkuj, pêdagirî li ser domandina bernameyên mûşekên balistîk, berçavgirtina siyaseta destêwerdan û tevdanîkariyan û nearamkirina welatên herêmê, tewaw îzole bûye. Bi gotina Ayetullah Mihemed Tqî Misbah Yezdî di roja 14`ê Xermananê de, Komara Îslamî di cîhanê de bi qasî tiliyên destên jî dost nînin.

Di rastî de, yek ji wan sedeman ku rejîm ketiye ber dorpêçan û cezayên navnetewyeî, terorîzm û piştevaniya bi eşkere ji terorîzmê ye. Bi hemû pîvanên selimandî, Komara Îslamî li warê siyasî, aborî, û exlaqî de rejîmeke têkçûyî ye. Derheq Kurdistanê de, em dizanin ku siyaseta Komara Îslamî li dijî Kurd di hemû biyavên xwe de, bi tundî berdewam dike.

Dawî mînaka vê siyasetê, bûyera 17`ê Xermanana 1397`an bû ku rejîmê destpêkê sê lawên Kurd îdam kirin, û piştre binkeyên xebatkarên Demokrat li Koye dane ber mûşekan, ku bû sedema şehîdkirina 15 kesan û birîndarbûna  nêzî 40 kesan. Komara Îslamî bi vî karê cinayetkarane cinayeteke din li dijî Kurd afirand. Du rojan piştre laweke din bi navê Kemal Ehmedînijad îdam kir.  

Ew êrîş bi armanca neçarkirina hizban bo ragirtina xebatê bi rê ve çû. Siyaseta PDKÎ di vê derheqê de zelal e: Ragirtina xebatê bo me cihê baskirin û pirsyarkirinê nîne.

Sê sal in hizba me xebateke nû dest pê kiriye, û di siberojê de jî bi her şêweyekê ku bi baş bizane, dirêjiyê bide xebata xwe li dijî Komara Îslamî, di pêxema dabînkirina mafên rewa ên gelê me de.

Cinayeta 17`ê Xermananê yekem cinayeta Komara Îslamî li dijî Kurd nebû. Rejîm nêzî 40 salan e ku bi hemû şêweyekê siyaseta serkut û jinavbirina Kurd bi rê ve dibe, nekariye Kurd bixe qedeman.

Ew cinayet, me li ser xebata li dijî dîktatoriyê û tekoşîna me bo bidestveanîna armancên me pêdagirtir dike. Jan û xema jidestdana hevsengerên xwe, em dikin moral û bi îrade ve, em berdibin canê dijmin, û vê yekê em dikin hêvinê yekgirtinê bo berdewamiya xebata di pêxema rizgarîiya ji bindestiyê.

Em bibawer in ku nirxa gihîştina bi rizgarî û azadiyê bidin, û ew cinayet nikarin pêngavên me sist bikin. Bersiva xelkê Kurdistanê di roja 21`ê Xermananê (12`ê Îlonê) bi bangewaza Navenda Hevkariyê ya Hizbên Kurdistana Îranê û rêkxirawên medenî û girevgirtina wan bi vê berfirehiyê, hemase û peyameke zelal bû bo Komara Îslamî.

Mûşekbarana 17’ê Xermananê bû sedem da ku xelkê Kurdistanê û Komara Îslamî, hevrikiyê bikin û her yek ji wan, xwe biceribîne. Ev jî di demekê de bû ku rejîmê hesaba xelkê nekiribû û li bendê nebû ku xelkê ti karvedanek hebe.

Lê xelkê Kurdistanê dîsa jî nîşanî cîhanê da ku berovajî îdiayên Komara Îslamî û dujminên din, pirsa Kurd li Îranê heye û nayê înkarkirin. Ev pirs li Îranê, pirsa yek yan çend partiyên siyasî nîne. Pirsa neteweyeke zîndî û hişyar e ku ji bo azadiyê û dabînkirina mafên netewî, amade ye qurbaniyê bide.

Bersiva xelkê, ewqasî xurt bû ku hikûmet perîşe kir. Piştî hemaseya 21’ê Xermananê, eger hezar kesên din jî, ji me bêne kuştin, lê dîsa jî rejîm di hevrikiyê de sernakeve.

Di vê derbarê de roja 24’ê Xermananê, Mihemedhusên Recebî fermandarê Spaha Pasdaran a parêzgeha Sine, ji ber ku xelkê Kurdistanê girev girtibûn û dukan û bazar girtibûn, gefa tolhildanê li wan xwar! Rast e ku dîktator dersê ji dîroka xwe nagirin.

Gelo hûn çima gefan dixwen?! Di çil salên temenê rejîma we de, kîjan tawan maye ku hûn li hemberî netewa Kurd pêk neynin û niha jî gefan dixwen?!

Ev çil sal in hûn dikujin, ser jê dikin û rêberên me teror dikin, xortên me darve dikin, rehma we bi kolberên zehmetkêş ên Kurd û jin û zarokên wan nayê, Ev çil sal in hûn bi hemû şiyana xwe hewl didin xelkê Kurdistanê ji partiyên Kurdî veqetin, gelo hûn gihîştin armanca xwe?!

Ji xwe xuya ye ku rejîmeke dagirkar û dijî mirovahiyê a weke Komara Îslamî ku xwediyê tank, top, mûşek û balafiran e, ji bo kuştina Kurdan, ti astengiyeke exlaqî û mirovî di xwe de nabîne û dikare bikuje û wêran bike. Lê belê hûn çil sal in vî karî dikin, gelo hûn tenê gavekê li armancên xwe nêzîk bûne. Para we tenê têkçûn, rûreşî û berdewamkirina tawanan bûye.

Mûşekbarana 17’ê Xermananê, bi ti awayekî nîşanderê hêz û desthilatdariya Komara Îslamî nebû. Vê êrîşê, lawazbûn, damayîbûn û bi taybet tirsa rejîmê ji berfirehbûna tevgera Kurdan û ajarvedana wê ji bo navçeyên neteweyên din ên bindest li Îranê bû.

Ev êrîş ji bo tirsandina xelkê nerazî ê Îranê û xapandina raya giştî derbarê kirîzên navxweyî de hate kirin.

Rêzdarno!

Êdî derket holê ku bibandortirîn bersiv û bijantirîn tolhildana vê karesatê bi hevgirtin û xebata hevpar tê kirin. Rejîm ji her tiştî zêdetir ji yekîtî û hevhelwestiya hêzên siyasî ên Kurdî ditirse. Ditirse ku partiyên Kurdî û xelk, bi hêzeke hevgirtî li hemberî dîktatoriya Komara Îslamî derkevin.

Remza serketina xebata rizgarîxwazî a neteweyeke bê welat, di yekîtî, hevpeymanî û hevgirtinê de ye. Dagirkar ji hevhelwestiya gelê tepisandî ditirse.

Di vir de dixwazim weke rêberatiya PDKÎ, careke din silavê bidim xelkê hişyar ê Kurdistanê û ji wan re bêjim em bi we serbilind in û şanaziyê dikin ku xortên we ne.

Hevalno!

Eger rejîma Komara Îslamî, bi her awayekî bixwaze li hemberî vê rewşa tijî kirîz derkeve, pêşerojeke zelal jê re namîne. Êdî divê em li Îranê li benda guhertinan bin.

Lê guhertin, eger têkçûna rejîmê bi rengekî utumatîk be, nayê wateya nemana dîktator û dabînkirina mafên me. Di şoreşa berê de, dema ku rejîma Şah têk çû, ev ji bo me derket holê.

Ji bo ku em bi ser guhertinan de neçin yan jî guhertin nekevin ser serê me, divê Kurd amade bin û xwe rêkxistinî bikin. Divê em bikarin di dema xwe de bi awayekî lezgîn, di berjewendiya netewa xwe de mifahê ji derfetan bistînin û pîlan û gefên dujminan têk bibin. Partiyên Kurdistanî, rastî ezmûn û taqîkariyeke dîrokî tên. Lewre jî divê berpirsane û bi rengekî siyasiyane gavan bavêjin.

Pêşeroja xebata me zelal e. Di nav partiyên Rojhilat de jî guhertin û tevgereke nû li navxwe û dervey welat tê dîtin.

Ev guhertin, mizgîniya serhildana bawerî û hizrên nû di xebata netewî de lixwe digirin. Mirov pê dihese ku êdî ji bo tevgeran li Rojhilatê Kurdistanê, stratejiyeke nû pêwîst e.

Bingeha vê têgeh û qenaeta nû di nav partiyên Kurdî de ev e ku em bi hevkarî, hevgirtîbûn û danîna bernameyeke siyasî a rastbîn, dikarin bi ser kêmasiyên tevgera xwe de serkevin.

Em divê van bawerî û qenaetan bikin bingeha stratejiya nû a ji bo vejandin û berfirehkirina xebatê li Rojhilatê Kurdistanê.

Tevî ku derfet ji bo Kurdan derketine, gefên li hemberî wan jî zêde bûne. Bi taybet ku heya wê demê ku nizama mezhebî-nasyonalîstî a Komara Îslamî dimîne, dev ji dujminiya Kurdan bernade û wê di tepisandina Kurdan de û danîna pîlanan li dijî wan li her çar beşên Kurdistanê berdewam be.

Ji ber vê, divê mifahstandin ji derfet û fersendan û lihemberderketina gefan û têkbirina pîlanên dujmin, bibe armanca stratejîk a tevgerê û divê hevkarî, xebata hevpar, hevgirtîbûna xelkê û partiyên Kurdî jî xurttir bibe.

Serketina xebata netewî a rizgarîxwaz, girêdayî yekîtî, beşdariya hevgirtî a hêzên nava tevgerê û hevxebatiya wan di rewşeke demokratîk de ye.

Di vê pêwendiyê de pêkanîna “Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê” weke gava destpêkê ji bo armanceke bicî, gelek bicî bû. Lê belê ji bo ku bigihêje armanca xwe, divê çalaktir be. Lewma bicîkirina van xalan tê de gelek girîng û pêwîst e.

Yekîtî û hevhelwestiya partiyên me li hemberî Komara Îslamî ne tenê heyatî ye, lê belê cî û pêgeha Kurdan li hemberî opozîsyona navendî û di asta civaka navdewletî de jî xurt dike. Van pirsan jî bi rengekî rasterast pêwendî bi hev re hene.

Bilind û pîroz be bîranîna rêberê me ê jêhatî, Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî, kek Fetah Ebdulî, kek Humayûn Erdelan û kek Nûrî Dêhkurdî.

Silav li canê paqij ê şehîdên PDKÎ û riya rizgariya Kurdistanê û bi taybet şehîdên 17’ê Xermananê

Berdewam be xebata PDKÎ di pêxema dabînkirina armancên netewî û demokratîk de

Hûn jî sax, serbest û serkeftî bin