Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dr. Nûredîn Zaza Û Çîroka Cejna Newrozê Di Nav Kurdên Rojava De

16:11 - 18 Adar 2021

Konê Reş

Cejna Newrozê; Ev cejn jî wek cejna Nîsanê an nûzanê ye. Eger Nîsan Nûzan be, Newroz Nûroj e, an ku destpêka rojeke nû, ji saleke nû ye. Ev roja nû, di 21`ê heyva Adarê, dest pê dike. Di vê rojê de; Gera şev û rojê dibin wek hev û Kurdan ji mêj ve gotiye: (21'ê adarê şev û roj hat qirarê). Ji bîst û yekê Adarê û bi şûn ve, xak dest bi xeml û xêza xwe ya bûkanî dike û bi rengên keskesorê xwe dixemlîne.

Li gor ku ez serwextî tevger û rewşa Kurdên Rojava me, me Kurdên Rojavayê Kurdistanê li beriya Mêrdînê di sala 1956`an û 1957`an de pêşwaziya cejna Newrozê kiriye. Berî hingê hayê kesî ji xelkên Rojava ji cejna Newrozê nebû. Ew aghadarî û pêşwazî jî, bi xêra helbestvanê netewî “Hejarê Mukriyanî” dest pê kir. Piştî herifandina Komara Demokrat li Mehabadê, helbestvan “Hejar Mukiryanî” wek penaberekî siyasî di sala 1956`an de hatiye nav Kurdên Sûriyê. Pêlekê mala wî li Tirbepiyê maye, paşê çûye Şamê.

Li Şamê, çav bi welatparêz û ronakbîrên Kurdan ketiye wek: Qedrî Beg Cemîl Paşa, Ekrm Beg Cemîl Paşa, Memdûh Selîm Beg, Dr. Nûrî Dêrsimî, Rewşen Xanim Bedirxan, Dr. Nûredîn Zaza, Osman Sebrî, Qedrî Can digel maldar û welatparêzan ji Kurdên Şamê û qutabiyên ku wê hingê li Şamê dixwendin.

Ji wan re çîroka Newrozê gotiye û xwestiye ku ew jî wek birayên xwe Kurdên Îranê û Îraqê, 21`ê Adarê, cejna gelê Arî, Newrozê bi aheng û kêf û şahî pêşwazî bikin, derkevin seyranan û vejînin. Li gor ku min ji gelek kesan bihîstiye; dostaniya wî û Dr. Nûredîn Zaza gelekî xweş bû, di 1956`an an 1957`an de birek ji wan welatparêzên Kurd yên ku min ew bi nav kirin, di serê wan de Dr. Nûredîn bi xwarin û vexwarin çûne (Xûta li Şamêغوطة دمشق/), bi mebesta vejandina cejna Newrozê. Ev çûna wan yekemîn car e ku Kurdên Sûriyê pêşwaziya cejna Newrozê kirine. Belê ji sala 1957`an û virde, piştî damezirandina (Al-Partî), di nav Kurdên Sûriyê de, wê partiyê endamên xwe serwextî cejna Newrozê kiriye.

Ji wê salê û pê ve, cejna Newrozê di nav Kurdan de hatiye pêşwazîkirin. Belê di warekî gelekî teng de bû û bi rengekî gelekî veşartî bû. Vê paşiyê, hin bi hin navê Newrozê di nav gel de belav bûye û gelek kesan navê Newrozê li zarokên xwe kirine.

Bêgûman rola Dr. Nûredîn Zaza serokê Al-Partî di şiyarkirina hestê netewî û belavkirina cejna Newrozê, di nav Kurdên Şamê de zor mezin bû. Hem jî, di nav kurdên Efrîn, Kobanî û Cizîrê de. Nexasim piştî ku Al-Partî di sala 1957`an de hat damezirandin û biryara Cejna Newrozê bi rengekî fermî ji rex Al-Partî ve, bi serokatiya Dr. Nûredîn Zaza hat standin û dest bi vejandina Cejna Newrozê di nav Kurdên Rojava de hat kirin.

Lê di sala 1986`an de, dema ku Kurdên Şamê divîbûn derkevin dervî Şamê, Newroza xwe pêk bînin, endamên emniyeta Sûriyê ew qedexe kirin û di encamê de, Silêman Adî hat kuştin. Ji wê hingê ve, serokomarê Sûriyê Hafiz Elesed, roja 21`ê Adarê bi navê (Cejna Dayikê), wek rojeke bêhinvedanê binav kir. Ji wê salê ve Kurdên Sûriyê cejna Newrozê bi serbestî, di tev bajar û gundên Kurdên Rojava de pêşwazî dikin.

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine