Kerîm Perwîzî
Desthilat û bi taybet desthilatên îdeolojîk, ji bo berdewambûna xwe û ji bo ku xelk di çarçoveya gotara wan a serdest de bimîne û tenê di vê çarçoveyê de bifikire, gelek caran û di dirêjahiya temenê xwe de hewl didin “du aliyên dijber” pêk bînin ji bo ku xelk neçar be di navbera wan du aliyan de ku bi zahir dijberên hev in, yek ji wan hilbijêre. Hertim jî bi rengekî vê dijberiyê nîşan didin û jê re rûmetê pêk tînin ku di encamê de tişta ku aliyê serdest dixwaze, ji aliyê xelkê ve bê hilbijartin. Di vî warî de desthilata îdeolojôk û zêdegav a Komara Wîlayeta Feqîh bi ezmûnên desthilata Stalînîstî, hewl dide da ku her du wateyên wan du aliyan ku bi zahir li dijî hev in, bikevine hemberî hev û bi vî rengî xelk neçar bimîne riya ku rejîm dixwaze, hilbijêre. Ji bo mînak di desthilata Stalîn de jî “du aliyên dijber” hatibûn pêkanîn. Bijarde jî ev bûn ku hûn ji Şoreşa Oktobrê û desthilata proletaryayî a Stalîn hez dikin yan jî ji hovên împiryalîzmê?!
Lê belê ev du peyv di naveroka xwe de li dijî hev nebûn belkî ev mijar, tiştekî sexte û destkird bû. Komara Îslamî jî her ji destpêkê ve bi referandûma xwe a xapîner, ji xelkê pirs kir ku Komara Îslamî dixwazin yan jî dixwazin vegerin serdema paşatiyê?! Lêbelê ev du peyv di naveroka xwe de yek in û li dijî hev nîn in û tenê ruxsarê şa tê guhertin û dibe weliyê feqîh. Gelek caran, vî şêwazê gotarsaziyê di desthilata Komara Îslamî de hatiye dîtin. Di dema şerê di navbera Îran û Îraqê de jî, dijatiya şer, weke xiyanetkirin bi welat dihate binavkirin. Herwisa beşdarînekirin di civîn û rêwresmên Komara Îslamî de jî dihate wateya dijatiya Îslamê. Di gotara xapînok a reformîstan a “reform yan jî kuştinê” de jî dihate îdiakirin ku her kesek bi reformîstan re nebe, xwînrij û hov e! Di demekê de ku her heman reformîstên di nava Komara Îslamî de bûn ku teorîsyen û encamderên kuştarê li Îranê bûn û eger derfet bikeve dest wan, ewê careke din jî wan kiryaran encam bidin.
Di vê heyamê de hewl dihat dayîn ji bo ku du peyvên Şerxwaz û Aştîparêz bêne berhemanîn û bikevin hemberî hev û di mejiyên xelkê de cih bigire ku her kesek aştîparêz nebe, şerxwaz e! Ev jî di demekê de ye ku li Îranê tiştek bi navê aştiyê tine ye ku bixwazin wê biparêzin. Hevdem desthilata wîlayeta feqîh bi hemû şêwazên aborî, civakî, siyasî û çand, şer li hemberî xelkê Îranê û neteweyên zulmlêkirî ragihandiye û bi sedan hesar kesan dûr xistine û malên wan wêran kirine. Her roj pirojeya darvekirinê yan jî îşkence û efyonîkirina xelkê û talankirina semyanên welat û têkdana rewşa jiyanê li civakê û … hwd bi rê ve diçe.
Ji hemûyan girîngtir jî ew bû ku rejîmê li hemberî Kurdan bjryara cehadê da û hêzên terorîstî ên dagirkar li hemû çiya û geliyên Kurdistanê hatin bicîkirin. Di rewşeke bi vî rengî de tiştek bi navê aştiyê tine ye belkî tişta ku heye, “rewşa bi zorê a sitemkaran” e. Nabe rê bê dayîn gotarsaziya zahirî a desthilata îdeolojîk a Tehranê derbasî nava mejî û hizrên azadîxwaz bibe.
Xebata xelkê a têkbirina rewşa sitemkar ji bo dabînkirina mafan, ne şerxwazî ye belkî xebata gel di pêxema rizgarî û dabînkirina azadiyê de ye.