Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

%75 a bidarvekirinan li cîhanê, ji aliyê rêjîma Îranê ve tê kirin

12:08 - 8 Çirriya paşîn 2025

Pêka raporên belavbûyî yên mafê mirovî, li heyva derbasbûyî de zêdetir ji 217 kes li girtîgehên rêjîmê de hatine bidarvekirin, bi awayekî din li her 3 demjîmran de girtiyek hatiye bidarvekirin û bi berhevdanîn digel bidarvekirinan li seranserê cîhanê li heyva derbasbûyî, zêdetir ji %75 a wan bidarvekirinan li Îranê de bûye.

Heta niha rêjîma Îranê ji vê amara belavbûyî, bi tenê 24 halet bi fermî belav kirine û “Emîrîmuqeddem” ê birêveberê Saziya Mafê Mirovî li Îranê, gotiye ku em dibînin li Îranê de kuştinên bi kom û sîstematîk a mirovan tê kirin ku bê dadgehîkirineke dadperwerane, sizaya bidarvekirinê bi ser wan de sepandine û civaka cîhanî û dewletên ku pêwendiya dîplomatîk digel rêjîma Îranê hene, erkdar in ku “sekinandina maşîna bidarvekirinê li Îranê” li destûra karê xwe de dabinên.

Li vê derheqê de “May Sato”, Raportêra Taybet a Mafê Mirovî ya Saziya Netewên Yekgirtî bo Karûbarên Îranê, li civîna heftiya derbasbûyî de ragihand ku rêjîma Îranê bi cîbicîkirina bidarvekirinên berfireh, rêya cinayetkirin li dijî mirovahiyê girtiye ber xwe.