Donald Trump, Serkomarê Amerîkayê, destûra birêveberiya 12170 ku li vê destûrê de pêwendiya digel rêjîma Îranê “Rewşa Awarteya Netewî” hatiye ragihandin, bo salekî din dirêj kir.
Pêka daxuyaniyekê ku li “Federal Register”, ragihandina fermî ya dewleta Amerîkayê de hatiye ku “pêwendiya li navbera Amerîka û rêjîma Îranê hêj asayî nebûye” û pêvajoya birêvebirina dualî ya 29ê Befranbara 1359, her wa berdewam e.
Ev destûra li serdema serkomariya “Jimmy Carter” û 10 roj piştî dagîrkirina balyozxaneya Amerîka ji aliyê tundajoyên rêjîmê ve li bajarê Têhranê, hate dan û ji vê demê ve tevaviya serkomarên Amerîkayê, ev rewşa avirte demdirêj dikin.
“Jimmy Carter” ev fermana bo rawestan li hember gefên neasayî û gelek metisîdar bo ewlehiya netewî, siyaseta derve û aboriya Amerîkayê ku bi sedema rewşa li Îranê bû, ragihandibû.