Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi terorîstnaskirina spaha pasdaran li destûra karê Parlemana Ustraliyayê de

11:56 - 8 Çirriya paşîn 2025

Senaya Ustraliyayê, hinek rêform û pêdeçon erê kirin ku derfetê dide dewleta Ustraliyayê, damezraveyên welatên biyanî yên wek spaha pasdaran bi rêkxiraveke terorîstî nas bike û li lîstê rêkxiravên terorîstî de tomar bike.

Dewleta Ustraliyayê ragihandiye ku spaha pasdaran a terorîst li zêdetir ji 2 êrîşên bi dijî Cihûyan de li bajarên “Sîdnî û Mêlborn”ê de rol hebûye.

Ev biryara li 6 ê Çiriya Paşîn de li Senaya Ustraliyayê hate erêkirin û Mîşêl Rolend ê Wezîrê Dad ê Ustraliyayê bi belavkirina daxuyaniyekê got: Ev yekem pêngawa dewleta me bo parastina ewlehî û piştevanîkirin li tevavê xelkê Ustraliyayê ye, û lewma me bi tekezî ev yasaya hestiyar li parlemanê de erê kir.