Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Enîstîtûya Kurd li Feransayê Konferansek di bin navê "Îran Piştî Çil Salan" de pêk anî

22:32 - 24 Şibat 2019

Kurdistanmedia: Roja îniyê çarê Reşemê Enîstîtûya Kurd li Parîsê konferansek bi navê Îran Piştî Çil Salan pêk anî ku ji sê panelên "Îran ji 1979 heya 2019'an û tehemulkirina rejîmê û civaka Îranê ", "rewşa xelkê ne Fars û kêmîneyên olî", û "armancên navçeyî ên Komara Îslamî û pirsên jeopolîtîk" li salona Mêdîsî li Sênaya Feransayê birêve çû. 

Di konferansê de 150 kesatiyên Feransî û biyanî beşdar bûn û bi gotara sênator Rêmî Fêro dest pê kir ku berê jî şaredarê navçeya dehê a Parîsê bû. 

Di panala yekem de Hemîd Boz Erselan profsorê zanîngehê û Marî Ladîr Fûladî rêvebera enîstîtûya lêkolîn û zanistê a Feransayê û Kamran Metîn profsorê zanîngeha Sayks Pîko derbarê dîroka Komara Îslamî û rewşê axivîn û bersiva pirsyarên beşdaran jî dan. 

Panela duyem derbarê rewşa xelkê ne Fars û kêmîneyên olî bû ku Yûsif Ezîzî Benî Turuf ji Ehwazê, Nasir Bulîdeyî ji Belûçistanê, Turkan Ceiferzade ji Azerbaycanê, Hesen Şerefî cîgirê yekem ê Lêpirsyarê giştî ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê tê de axivîn û Dr. Kendal Nezan rêveberê Enîstîtûya Kurd li Parîsê  panel bi rêve dibir. 

Benî Turuf got ku di dehika duyem a sedsala 19'an de memamilên mehrûse, şêwazeke federalîzmê bûn lê niha piştî sed salan dîktatoriyeke tund a navendî heye. 

Got jî ku Ereb, heşt ji sedî xelkê Îranê li xwe digirin û zêdetirî 80 ji sedî dahata Îranê ji navçeyên wan e lê ew navçe, hejartirîn navçeyên Îranê ne. 

Turkan Ceiferzade çalakvana mafên mirovan û a jinên Azerî jî tekezî li ser xebata jinan kir û herwisa ragihand ku ew tenê dikarin ji xwe re korsên ne fermî ên ziman pêk bînin û ev jî têra zimanê Azerî nake. 

Herwiha di beşeke din a vê panelê de Nasir Bulîdeyî gotarek bi zimanê Belûçî pêşkêş kir û bal kişande ser rewşa Belûçan li Îranê û kiryarên Komara Îslamî.

Birêz Hesen Şerefî jî di gotara xwe de behsa hatina Komara Îslamî û referandûma ne demokratîk û helwesta Kurdan û PDKÎ kir. Herwisa rewşa Komara Îslamî jî nirxand. 

Şerefî siyasetên rejîmê di warên ewlehî, aborî, siyasî û civakî de li hemberî Kurdistanê şirove kirin û bi pêşkêşkirina amarekê, rêjeya girtin û darvekirina Kurdan ji aliyê rejîmê ve derxist holê. 

Herwisa behsa nebûna pêşketinê li Kurdistanê kir û pirsyar kir ka gelo wê ev rejîm, bi van baweriyên îdeolojîk û bi van hemû belgeyan dikare reformê qebûl bike?! 

Şerefî ku gotara wî bi Inglîzî û Feransî dihat wergerandin, got ku em neteweyên ne Fars, baştir ji hev fêm dikin ji ber ku êş û azarên me hevpar hene. Herwisa haydarî da ku eger xebat li dijî Komara Îslamî, bi bername, rêkxistî û zelal nebe, dibe ku ezmûna sala 1357'an dubare bibe ku şoreş ser ket lê armancên wê nehatin dabînkirin. 

Di panela sêyem de Pîtêr Galbirêt balyozê berê ê Amerîkayê li Kirowasiyê û alîkarê berê ê Sekreterê Giştî ê Neteweyên Yekbuyî behsa rewşa giştî a Kurdan kir û got ku êdî pirsa Kurd navçeyî nîn e û bûye navnetewî. Herwisa behsa bernameya mûşekî a Îranê jî kir. 

Di beşeke din a panelê de jî Şanî Mor lêkolînvanê zanîngeha Hîfa û Arond O Bardî a Amerîkayê behsa stratejiya Amerîka û Îsraîlê û Şerê Sar li Rojhilata Navîn kir. 

Di dawiyê de jî sênator Rîmî Fêro gotarek li ser  perçeyên Kurdistanê pêşkêş kir û got ku divê rêz ji Kurdan bê girtin û nabe hebûna Feransayê li navçeyê tenê girêdayî DAÎŞ'ê be. Divê Feransa, Kurdan bi tenê nehêle. Û herwisa got ku di demeke nêzîk de wê Îmanoêl Makron serokkomarê Feransayê serdana Hewlêrê bike.