
Eli M. Gold
Washington Times
Beşa şîkarî- Boçûn
Bûyerên Desambera 2017`an xalên guherînê bûn, di dîroka nû ya Îranê de. Meşên van dawiyane ku digel nerazîbûnên 2009`an ya reformxwazan (naskirî bi çîna navgîn û xwendewar a Tehranê) nahê hevberkirin, û gellek cuda bûn, jiber ku meşên bi tewahî sekolar û civakî, li dijî rejîma Tehranê (ji serî heya binî) bûn, û mezhebî nebûn, berevajiyê van meşên din, vê carê aliyê kêm 85 bajarên Îranê di meşên nerazîbûnê de beşdarî kirin, û bi vî awayî bû mezintirîn meşa piştî şoreşa Îranê.
“Serkutkirina Kurdan di Îranê de li ser du stûnan sekiniye”, eva gotina Mistefa Hicrî lêpirsyarê giştî ê PDKÎ bû di dema axavtinê de, li ser nîvroxwaneke siyasî di “Navenda Londonê li Washington D.C”yê de.
Wî rêzdarî di doma axavtina xwe de rohn kir ku: “Ew du stûn pêk tên ji sîstema niha ya siyasî û deshilata wê ji aliyekî ve, û serkuta neteweyî ji aliyê wî bi nav rewşenbîrê (reformxwazê) Komara Îslamî ji aliyekî din ve”.
Di encamê de siyaseta haşakirina ji nasnameya neteweyî ya Kurdan bi tewahî berçav e. Kurdistana Îranê bi awayekî gellek cuda ji aliyê Komara Îslamî ve serderî digel de tê kirin. Kurdistana Îranê bi giranî ji aliyê rejîmê ve hatiye milîtarîzekirin. Danîna xalên lêgerînê, kuştina xelkê ji aliyê polîs, û rewşa tund ya leşkerî. Her lewra Kurdistan xwediyê kêmtirîn radeya xwendewar û karpêdayiyan e li raserî Îranê de. Bo mînak tenê du karxane li Kurdistanê de hebûn, ku ew jî ji aliyê xelkê derveyî Kurdistanê ve hatine avakirin, tenê xelkê xeyrî Kurd tê de kar dikin, ku ew yek jî bûye sedema çewsandina aborî ya Kurdan.
Mînên çandî canê Kurdan kiriye armanc, û xisareke cubrannekirî gehandiye zewiyên çandiniyê, li ber van sedema her sal zêdetir ji 15 hezar Kurd bi armanca bidestxistina kar, ber bi beşên navendî ên Îranê ve koçber dibin. Kurdisatanê ew şiyan heye ku bibe cihekî mezin bo pîşesaziya torîzmê, û çalakiya aborî, lê bi sedema hebûna rejîma Îranê, her derfeteke baştirkirina jiyanê ji wan tê standin. Şeş bajar ji wan deh bajarên Îranê ku zêdetirîn radeya bêkariyê hene, di Kurdistanê de ne.
Di demekê de ku di derbazbûyî de jî, meşên nerazîbûn li Îranê hebûne, lê meşên vê carê ku di navçeyên Kurdî de dest pê kirin, gihîştin herêmên din jî, û 80-%85 ji xelkê Îranê piştevaniya rejîma niha nakin. Di demekê de ku xelk bi giştî renge li pey guherîna rejîmê ve bin, û lawên Îranê daxwazên zêdetir jî dikin. Ew li pey Rojavayîbûn, destpêregihîştina bi înternetê, torên civakî û muzîka rak û ….hwd ne.
Lêpirsyarê Giştî ê PDKÎ hevdem digel lênihêrîna birêveberayetiya serok Tramp derheq rêkkevtinnameya etomî ya Îranê (JCPOA) ye, û wê biryarê wekî boçûrke rastîn dizane, lê derheq bersiva aliyên din bi taybetî Ewropiyan li ser vê pirsê, heta radeyekê dilsar bû.
Dibe dorpêçên nû bixin ser Îranê, lê hevdem eva girîng e ku dorpêç dibe dorpêçên armancdar bin. Herçend ku dorpêç di kurtheyam de renge derba xwe lêdin, lê di dirêjheyam de derba xwe ya giran û hewce diweşînin.
Guman tê de nine ku rejîm hewl dide dorpêçan dewr lêde-heta ew eger heye ku bi riya Bexdayê ve vî karî bike- lê eva heman tişt e ku tê çaverêkirin, ku bê encamdan, û nabe pêşiya wan bê girtin.
Rûsiyê ji Îranê bo armancên xwe yên navçeyî mifah wergirtiye, ji wan zextxistina li ser Amerîkayê. Ew pêwendî ji vir ve em dikarin yekalî bibînin ku Rûsiye mijûl e zextê dixe ser şerkerên biyanî- ji wan Îranê- da ku ji Sûriyê vekêşe, ku ew yek nîşan dide ku hevpeymaniya Rûs-Îraniyan ew qas jî bihêz nine, û cuda ji vê jî dîtingeha wan li ser Îsraîlê cuda ye.
Dema ku em çavnihêriya guherîna rejîmê dikin, ew yek jî girîng e, û bo me zelal dibe, ku çi cihê wê digre. Niha girûpên opozosyonê mijûlî karkirina li ser vê yekê ne ku altirnatîv çi dibe, lê hêşta bi tewahî li ser sax nebûne, hekî Amerîka wekî hewce cidî be, li ser yarmetîdana xebat bo demokrasiyekî rastîn, hewce ye ku ew piştevaniya deshilata nû bikin, îca her demekê deshilat girte dest.
Opozisyon li benda leşkerên Amerîkayî li ser erdê nine, belku çavnihêrê alîkarîkirina Amerîkayê ji xelkê Îranê ye bo pêkanîna guherînkariyan bi awayê aştîxwazane di Tehranê de.
Ew alîkariya dikare dabînkirina destpêregihîştina rastîn bi înternetê, destpêregihîştina bi torên civakî û perwerdekirina çawaniya mifahwergirtina ji van toran û dabînkirina bedelekê bo televizyona dewletî ya Îranê be.
Rêkxistina hêza nû ya xelkê karekî girîng e. Birêz Mistefa Hicrî lêpirsyarê giştî ser vê baweriyê ye, ku “eva destpêka qonaxeke nû ye di siyaseta Îranê de”, û Amerîka hewce ye piştevanê opozisyon û ciwanan be.
-Eli M. Gold cihgirê yekem ê sekreterê giştî ê “Navenda Londonê bo lêkolîna siyasî ye”.