
Kurdistanmedia: Di rêûresmekê de bi beşdariya “Donald Tromp”, “Mike Pence” û “Mike Pompeo”, seroka nû ya saziya îstixbarata Amerîkayê (CIA) sonda yasayî xwarin.
“Gina Haspel” wezîfedara berê ya Dezgeha Îstixbarata Amerîkayê ku “Donald Tromp” ew weke cihgêra “Pompeo” ji kongireya Amerîkayê re dabû naskirin, bi 54 dengê erênî yên Senayê, ew weke seroka vê saziyê hate hilbijartin, û wê di pêşberî serok, cihgêrê serok û Wezîrê Karûbarê Derve yê Amerîkayê sonda yasayî xwar.
“Gina Haspel” di axavtinekê de derheqê bernameyên karê xwe de gotiye ku, eva ku ji bo min girîng e, karkirin li ser van mijaran e: Bihêzkirin û mifahwergirtin ji zimanên biyanî, bihêzkirina alîkariyên di navbera “CIA” di asta navneteweyî û navxweyî de, mifahwergirtina zêde ji wezîfedarên “CIA”ê di biyavên derve û têkoşîn li dijî terorîzmê ye.
“Gina Haspel” 62 salî ye û heyama 33 salan e jî ku di saziya Îstixbarat a (CIA) kar dike, û weke keseke şareza di karûbarên sîxorî û komkirina zanyariyên taybet yên di warê terorîzmê de hatiye naskirin. Herwiha navbirî ji aliyê Amerîkayiyan ve weke kesekî pirrkar û bawerdar bi tundûtîjiyê hatiye naskirin.
Karnas û çavdêrên siyasî wisa texmîn dikin ku, hilbijartina navbirî ji bo vê posta wiha girîng û hestiyar û hevdem digel “Mike Pence”, “Mike Pompeo” û “John R. Bolton” û çendîn jinêralên din, û siyasetvanên din di kabîneya Trump de, desteya bibandor a navbirî ji bo têkoşîn li dijî terorîzm û komara Îslamî tewaw dike.
Herwisa piştevanên rejîma Îranê wisa dizanin ku, diyarîkirina “Jina haspel” weke seroka Îstixbarata Amerîkayê (CIA) û hebûna kabîneya dijî terorîzmê nîşaneya hewla micid a Amerîkayê ji bo herifandina rejîma Îranê ye.
“Gina Haspel” xwediyê ezmûnên zêde û berfireh di warê sîxoriya navneteweyî de ye, û çendîn caran jî heyanî niha berpirsayetiyên pirojeyên cuda yên derveyî sînoran li stûyê wî bûne, herwisa di posta cihgêriya seroka saziya Îstixbarat a Amerîkayê (CIA) û birêvebirina îdareya karûbarên veşartî(nihênî) ên nîştimanî de kar kiriye, û ji ber çalakiyên berdewam û serkevtiyane yên wê di karûbarên dijî terorîzmê de, ji aliyê “Jorj W.Bosh” ve jî xelata şanaziyê jêre hate dan, ku eva bilindtirîn xelat e ku Koşka Spî dide karmendên xwe yên çalak û lêhatî.