Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevalên me tenê çiya nîn in

18:35 - 24 Çirriya pêşîn 2019

Kerîm Perwîzî

Ev bi sedan salan e ku nîştimana Kurdan rastî gef û êrîşan tê û di dîroka vê navçeyê de bi sedan û hezaran caran êrîşa hoz, eşîr, koçer û împiratûriyan li hemberî Kurdistanê hatiye tomarkirin û bi sedan tirajêdî û hemase hatine afirandin.

Her car ku wê demê dujminan êrîşî ser Kurdistanê kiriye, dema ku Kurdan nedikarî li hemberî êrîşa sedan hezar leşkerên tawanbar derkevin, hawara xwe dibirin çiya û geliyên Kurdistanê û çiya bûne êvirgeh û li pişta Kurdan sekinîne û Kurd ji tirajêdiyan parastine.

Leşkerê dagirkar di riya bejahî de êrîşî ser wan dikir û di gelî û çiyayan de nedikarîn li hemberî êrîşên Kurdan derkevin. Lewma jî dev ji Kurdan berdidan û diçûn cihekî din. Bi vî awayî, di dîroka sedan sal û hezaran salan de çiya bûne hevalên Kurdan.

Lê niha guhertin di hin tiştên girîng de çê bûne û ew piştevanên Kurdan ji rewşa berê derbas bûne.

Guhertineke girîng ev e ku teknolojiya şer a dujminên Kurdan hatiye guheretin û êdî pêwîstiya wan bi hêzên bejahî nîn e û li gor heyva destkird angu setelaytê, bi balafirên bêpîlot û di riya hêzên esmanî re heya kûrtirîn geliyan û dijwartirîn gupîtkên çiya jî diçin û êrîşan pêk tînin. Êdî bi vî awayî, çiya nikarin bi hêsanî pişta Kurdan germ bikin. Ev jî dibe sedem ku di pêşerojê de rewş were guhertin.

Tevî hemû xirabiyên van têknolojiyên nû ên şer, encameke baş jî li pey wan tê. Encam, ev e ku êdî Kurd neçar dibin tenê pişta xwe bi çiya germ nekin û deriyekî vekin da ku bajar jî li pişta wan be. Ev tê vê wateyê ku xebata çiya û bajar li hev bêne girêdan. Bi vî awayî guhertineke stratejîk di xebata Kurdan de çê dibe û çiya bi tenê namîne û wê bajar jî bibe hevalekî din ê bingehîn ji bo Kurdan.

Faktoreke din guhertina alavên teknolojiya pêwendiyê ye. Şoreşa alavên pêwendiyê bûye sedem ku êdî şer û malwêranî li Kurdistanê bi bêdengî neyê kirin.

Berê, Muxul û hozên din bi hezaran kîlometran derbas dikirin û êrîşî ser Kurdan dikirin, herwisa hozên hov ên navçeyê weke Hexamenişiyan û vê dawiyê jî Ataturk, Sedam, Xumeynî û Esed li Kurdistanê karesat çê dikirin lê haya kesî jê nebû yan jî bi dehan sal derbas dibûn heya xelkê din haydarî rewşa Rojhilata Navîn dibûn. Lê niha rewş hatiye guhertin û di çend çirkeyan de tawanbar têne riswakirin û mijar li hemû cîhanê deng vedide.

Ev mijar û tirsa civaka cîhanî ji belavbûna mirovkuj û hovan li hemû cîhanê bûye sedema guhertina rewşê û bi vî rengî Kurdan dostên nû ji xwe re dîtine. Ew jî heman raya giştî a civakên cuda û tirsa siyasetvanan ji raya giştî a xelkê wan e. Di encamê de Kurd ji berê zêdetir û baştir dikarin ji xwe re li pey hevalan bigerin.

Lewma jî Kurdistanê û Kurdan hevalên nû hene û divê bikevin hizra berfirehkirina stratejiya xebata nîştimanî. Bi vî awayî Kurd wê bikaribin kanalên dost û hevalan jî berfireh û xurttir bikin. Êdî nabe em tenê çiyayên Kurdistanê weke hevalên xwe binav bikin.

Dibe ku stratejiya dujmin ev be û bixwaze em li wir asê bibin û me jinav bibe. Êdî divê em bajar û çiya û kalanên raya giştî a cîhanê bikin bingeha xebatê da ku di encamê de bi hêz û hizreke nû, dîrokê bi destên xwe binivîsînin.