Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kêmiya bûdceya rêjîmê, dê zêdetir ji yek 1800 hezar Tirlyon Tûmen be

16:21 - 3 Çirriya paşîn 2025

Hadî Qewamî, cihgirê serokê komîsiyona bername û bûdce ya meclîsa rêjîmê bi belavkirina hinek ji hûrdekariyên rewşa malî ya Îranê got ku kêmanîna bûdcê heta niha zêdetir ji 1800 Tirlyon Tûmen e û herwisa navbirî pêşbênî kiriye ku dê heta dawiya sala 1404 a Rojî, Kêmanîna bûdcê dê ji wê qasê jî derbas bibe.

Tevî ku navbirî ev kêmanîna bûdcê bi daketina hinaderdekirina neftê ve girêdaye lê li rastî de dahata herî zêde ya hinardekirina neft û berhemên neftî û berhemên ne-neftî yên Îranê naveger xezîneya banka navendî û herwisa bi berdewam ji dahata xelkê li banka navendî de bo siyasetên çewt û şerxwaziyên rêjîma Îranê tê xerckirin.

Pêka raporên belavbûyî, rêjîma Îranê salane zêdetir ji milyardek Dolar, tenê dide Hizbullahê û herwisa alîkariyên malî yên gelek zêde bo Hûsiyên Yemenê, Hemas û Heşda Şeibî re dişîne û ev yek li halekê deye ku kêmanîna bûdce ya rêjîmê bûye arîşeyekî mezin.