Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî Hizba Dêmokrat li bajarê Selmasê koça dawiyê kir

11:46 - 2 Çirriya paşîn 2025

Roja Şemî 1ê Çiriya Paşîn a 2025, rêzdar Zobêyr Hemîdzade, kurê Zêynal, endamê çalak ê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi sedema sekinîna dil li bajarê Selmasê’ koça dawiyê kir.

Navbirî li sala 1352 a Rojî de li gundê Lîlosê ser bi bajarê Selmasê ji dayîk bibû û çendîn caran ji aliyê rêjîmê ve hatibû binçavkirin.

Birayekî rêzdar Zobêyr ê bi navê Şehram Hemîdzade, kadrê Hizba Dêmokrat e û her bi vê sedemê navbirî çendîn caran tûşî lêpirsînan bibû.

Rêzdar Zubyêr heta dawî demên jiyana xwe, wefadar û emegnasê rêbaza Dêmokrat ma.

Navenda Ragihandin a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje hemû malbat, xizim û kesûkarên navbirî û xwe bi hevparê xema wan dizane.