Pêka raporên belavbûyî, piştî serhildana Jînayê li Îranê de, zêdetir ji 170 rojnamevan ji aliyê hêzên îtilaatî û ewlehiyê yên rêjîmê ve hatine binçavkirin ku sizayê girtîgehê bi ser 21 kes ji wan rojnamevanan de hatiye sepandin.
Bi hilkefta roja cîhanî ya dawîanîn bi parastîbûn li sizakirina Rojnamevanan li 2ê Çiriya Paşîn, çendîn rapor li vê derheqê de belav bûne ku amarên li derheq binçavkirina rojnamevanan belav kirine.
Pêka wan raporan ji wan 170 rojnamevanên binçavkirî, 24 ji wan jin bûne û pêka wan raporan rêjîma Îranê li sala 2023 a Zayînî de serhev 60 sal girtîgeh bi ser 21 rojnamevanî de sepandiye.
Herwisa û pêka wan raporan, 41 rojnamevan bi awayekî nedadperwerane û bê mafê hebûna parêzer, hatine dadgehîkirin.