Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevpeyvîna taybet ligel beşek ji pêşmergeyên Kurdistanê, bi helkefta roja cîhanî ya zimanê daykê

19:52 - 21 Şibat 2019

Roja 7 Novembera sala 1999, rêxistina UNESCO, bi mebesta parastina ziman û çandên cuda, roja 21 Sibatê, ku beramberî roja 2 Reşemê ye, wek roja cîhanî ya zimanê daykê nasand. 

Rewşa zimanê kurdî li Rojhilatê Kurdistanê di çi astê de ye? Girîngiya ziman di piroseya netewesaziyê de çi ye? Astengên li hember geşbûna zimanê kurdî çi ne? Me ev pirs û çend pirsên din ji beşek pêşmergeyên Kurdistanê pirsîn. Bersivên wan bi vî rengî ne:

Pêşewa Salihî

1-Roja ziman di piroseya netewesaziyê de çi ye?

Gelek pîvan hene ku neteweyan ji hev cuda dikin, girîngtirînên wan ziman e. Ziman nasname û şahdamara neteweyekê ye. Ez dikarim bêjim çawa masî bê av nikare zindî bimîne, miletek jî nikare bê ziman bimîne. Gava ziman nema, ew milet jî namîne. 
Piraniya hikûmetên dagîrker û çavteng, ji bona ku neteweya xwe bihêz bikin, neteweyên din serkut kirine û yekemîna tişta ku kirine, asîmîlekirina zimanê wî miletî bû. Ji ber wê jî rola ziman di piroseya netewesaziyê de gelekî girîng e. 

Bo nimûne; em dikarin basa ereban bikin ku di serdema îslamê de, dema deverek dagîr dikirin, dest bi asîmîlekirina zimanê xelkê wê deverê û sepandina zimanê xwe dikirin. Ji ber w êjî yek ji pîvanên herî girîng bo çêkirina netewe, ziman e. 

2-Ruxmî wê yekê ku zimanê kurdî li Rojhilatê Kurdistanê di xwandingeh û medreseyan de nayê bikaranîn lê dîsa jî zimanê kurdî gelekî baş pêş ketiye. Sebeba vê yekê çi ye?

Rast e niha xwandin û nivîsandin bi zimanê daykê, ku wek mafekî sirûştî ye, ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê hatiye zeftkirin lê zimanê kurdî roj bi roj geş dibe û pêş dikeve. 

Rast e komara îslamî ya Îranê hemû hêza xwe bikar tîne ji bona ku pêşiya geşbûna zimanê kurdî bigire û nehêle pêş bikeve. Heta hewl dide zimanê kurdî tine jî bike lê ji ber hewl û xebata xemxurên ziman û aktîvîstên sivîl, li hemû bajarên Kurdistanê fêrgeha zimanê kurdî heye. Piraniya mamostayên ziman û aktîvîstên sivîl bi awayekî xwebexş zimanê kurdî fêrî xelkê dikin û fêrkirina zimanê kurdî wek erkek niştimanî dibînin. 

Heta wisa lê hatiye ku di nav sosyal medyayê de, grûp û kanalên taybet hatine vekirin bo wan kesên ku hez dikin zimanê kurdî fêr bibin. Ji ber wê jî ez sebeba geşbûna zimanê kurdî li Rojhilatê Kurdistanê, hebûna hesta niştimanî ya mamosta û dilsozên ziman û aktîvîstên sivîl û xelkê Kurdistanê dibînim. 

Emîr Ebdullahzade 

1-Tu ziman çawa pênase dikî?

Ziman amûrek e ku mirov ji bona pêwendîkirin bi hev re û cîhana derdora xwe bikar tînin. Ev amûr dibe sebeb ku mirov ji hev fam bikin. Ziman bi dirêjahiya dîrokê wek amûreka pêwendiyê di navbera mirovan de hatiye bikaranîn. Ziman, dema borî û niha pêkve girêdide. 
2-Zimanê kurdî xwedan du rênivîsên aramî û latînî ye. Gelo bi nêrîna te, hebûna du rênivîsan di zimanekî de nabe sebeba wê yekê ku em ziman pêş nekeve yan jî kêmtir geş bibe?

Piştî ku împeratoriya Sasanî hilweşiya û ereb û îslam derbasî Kurdistanê bûn, rênivîsa aramî jî ket nav zimanê kurdî. Ji wê demê ve heta niha kurdî bi tîpên aramî tê nivîsandin. Li aliyekî din li Bakûrê Kurdistanê, Bedirxaniyan rênivîsa latînî xistin nav zimanê kurdî. Ji ber wê jî zimanê kurdî li Bakûr bi latînî tê nivîsandin. Zaraveya soranî ya kurdî jî bi tîpên aramî tê nivîsandin.  

Bi vî rengî du rênivîsên cuda ketine nav zimanê kurdî. Ev jî bê guman li hember pêşketina ziman û hebûna rênivîsek standard, asteng e. Eger kurdî bi yek rênivîsê were nivîsandin, alozî dê kêm bibin û arîşe jî namînin. 

Evîn Hekîmpûr 

1-Çima dibêjin zimanê şahdamarê netewe ye?

Di nebûna sebebên nijadî, neteweyî, çandî û hunerî de, ziman dikare zemînek bihêz ya xebat û cudahiyê pêk bîne. Mîna Ewropaya Rojhilat. Ziman diyartirîn nîşana cudahiya çandî ya neteweyekê ye. Di nav neteweyên cuda de, mana ziman nîşana serxwebûn û vemana etnîkî û neteweyî ye. Ji bona kurdan, ziman afirênerê bîr û hizr her wiha serekîtirîn amûr e bo îfadekirina hestên wan e. 

Ziman bihêztirîn amûra pêwendiya navbera wan e û mezintirîn sebeba girêdana dîroka hevbeş ya xoşewîstiya çend alî ye di navbera mirov û sirûşt de. Ji ber wê jî em dikarin bêjin ziman şahdamara neteweyekê ye û wî miletî ji tinebûnê diparêze. Bo kuran ziman dikare bibe sekoya avabûna dewleta neteweyî û serbixwe jî.