Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevwelatiyên Îranî ji standina pere ji bo pêdana karta “Millî” nerazîne

13:55 - 23 Tebax 2015

Kurdistan Media: Nawendên têkildar ên rejîma Îranê jib o pêdana karta “Millî” bi hevwelatiyan qasê 30 hezar tûmen ji her endamek ji malbatê distînin û karê han jî nerazîbûna hevwelatiyan bi dû xwe re aniye.

Li gor nûçeya Kurdistan Media, rejîma Îranê bi nawendên ptêkildarî vê mijarê re ragihandiye ku jib o pêdana karta “Millî” bi hevwelatiyan, hewce dike ku qasê 30hezar tûmenî ji her endamek ji malbatê bistînin û eva jî li halekê de ye ku hevwelatî jib o wergirtina karta Millî dibe salek pêştir li wan cihên ku rejîmê diyarî kiriye, navnivîsiyê bikin.

Hevwelatiyek kurd li vê derheqê de bi malpera Kurdistan Media ragihand ku, xelk jib o wergirtina karta Millî dibe li demjimêr 6’ê sibehê heya 2:30 ê nîvrî li nobetê de bisekinin û vê yekê jî pirsgirêkek zêde ji xelkê re pêk aniye û bi neçarî dev ji kar û pîşeyên xwe berdane û li pey wergirtina karta Millî ketine.

Li salên dawiyê yên gera serkomariya Mihemed Xatemî de, dûreçûn jib o gelaleya “ Dewleta Eliktironîkî” hate kirin û paşan bi sedema nebûna bername û pilanek baş û standard hate piştguh xistin.

Karta Millî bi hemû hevwelatiyên Îranê li serweyî 15 saliyê de tê dayîn û kar û barên Îdarî ên hevwelatiyan li ser vî esasî tê encamp dayîn.

Li dema pêdana wê kartê de, beşek ji çalakên siyasî û mafên mirov li vê baweriyê de bûn ku karta han dê etomsfera ewlehiyê li civakê de dijwartir bike û dewlet dê bikare bi hêsanî dikare zaniyariyên hevwelatiyan bidest bixe.