Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hewcehiya hevpar bo kirrîna demê

23:04 - 22 Nîsan 2012

Selîm Zencîrî

Take lihevhatina eşkere ya gurûpa 5+1 û Îranê li Stenbolê (14\'ê Nîsanê), diyarîkirina dema rûniştina duyem piştî mehek din li Bexdayê de ye. Derfetek ku tev aliyan hewcehiyek hevpar li gor rewşa navxweyî a xwe jêre hebûn.
Li Amerîkayê de hilbijartina serkomariyê li pêşê ye, û Îdareya Obama ku xwe bi mîmarê dîplomasiya Hûşmend (ceza û handan) dizane, hewil dide ji şikesta ji rikeberê xwe ê bihêz (Komarîxwazan) xwe biparêze. Lewma naxwaze zêde pişta Îsraîliyan bigre û rû ji şerek nexwastî li dijî Îranê li vê rewşê de bike.
Ewropa jî naxwaze li rewşa aloz a nihaye aborî de, kirîzek nû li welatek mezin û dewlemend de biafirîne ku tesîrek nerînî li ser aboriya wan hebe û kirîza xwe kûrtir bike.
Rûsiya jî nîgeranê ji detsdana pêgeha xwe de ye li egera êrîşa ser Îranê, çûnkî ji her alî ve tê dorpêçkirin û rojava serdest dibe. Eva jî kabûseke jêre ye.
Îsraîl jî ku nîgeranê rewşa Sûriyê ye ka dê bihiloşe û ji Îranê veqete yan na? Çûnkî ger wê demê êrîşê jî bike ser Îranê, renge hezîneyek kêmtir ji niha jêre hebe.
Îran jî ku derfetek din bidest dixe bo pêşvebrina pirograma xwe û herweha pêşîgirtina ji givaşên zêdetir. Lewma ev antirakta 40 rojî aramkerek bû bo hemû aliyên têkildar bi vê kirîzê û bi terzekê hemûyan razî dike.