Çikbûna çemê Keşkan li parêzgeha Luristanê jiyana werzîriya zêdetir ji 20 hezar werzêrî di bajarê Polduxterê de rastî metirsiyê kiriye.
Çikbûna çemên “Keşkan, Madiyan Rûd û Çûlehûl”ê li bajarê Polduxterê bû sedem ku baxçeyên xelkê li devera Binlar û Zêwedarê girêdayê bajarê Polduxter, bi sedema bêaviyê hişik dibin û werzêran ti avek bo avdêriya baxçeyên xwe tinînin û jiyana 20 hezar werzêrî rastî metirsiyê hatiye û berheman wan bi piranî ji nav çûne.
Xelkê Polduxterê ku hêj ji paşhatên lehiya sala 1398an rizgar nebûye û xisarên wê lehiya kawilker hêj nehatine qerebûkirinê, çikbûna wan çeman derba dawî bi jiyana werzêriya xelkê daye û rejîma Îranê heta niha ti pêngavek bo dabînkirinma wan xisaran hilnegirtiye.
Lehiya çemê keşkanê li sala 1398an de mezintirîn û kawilkertirîn lehiya 100 salên derbasbûyî li Îranê bû, lê niha çik bûye, xelkê bo werzêriyê ti avek tinînin û zewî û baxşeyên ku ji lehiyê rizgar bibûn niha bi sedema bê aviyê ji nav diçin.
Jiyana xelkê wan deveran ku bi piranî werzêrî ye sekiniye û karê werzêriya wan nemaye û hekî ew hişkesalî berdewam be bi hezaran kes bêkar dimîn.
Baxçeyên hejîrên reş ên Polduxterê ku di Îranê de bî mînak in, hişik dibin û rejîma Îranê ava hewceya xelkê Luristanê bi rêya boriyan bo bajarê Qumê veguhastiye.