N. Dr. Mecîd Heqî
Em îro li nuqteyekê sekinîne ku dûmana şerê çilrojî ketiye û cesedê fîzîkî û manewî yê Elî Xaminêyî û beşekî mezin ji kadroyên teokrasiya desthilatdar, di bin kavilên vê pevçûnê de hatine veşartin. Lê tiştê ku di vê serdema "agirbesta hejok" de tê dîtin, ne veguherînek dumoqratîk e, belkî jidayikbûna cinawirekî ye ku ez jê re dibêjim "Komara Îslamî; Versiyona 2.0".
Di demekê de ku Donald Trump û Qesra Spî bi xeyalên xweş behsa "guhertina reftarên rejîmê" û "encamên daxwazkirî" di danûstandinên Îslamabadê de dikin, ezmûna gelên Îranê ku bi dehsalan e istibdada navendparêz dîtine, bi temamî cuda ye.
Di versiyona 1.0 de bi rêberiya Xumeynî û Xaminêyî, em rûbirûyî sîstemekê bûn ku meşruiyeta xwe di navbera "Xwedê" (Wîlayeta Feqîh) û "sindoqên dengdanê yên endezyarkirî" de parve dikir. Lê di versiyona 2.0 de, perde hatine hildan. Di vê versiyonê de rejîma Îranê ji "teokrasiyeke olî" veguheriye "Pratoriyanîzmeke Leşkerî" (desthilatdariya mutleq a leşkeran).
Spaha Pasdaran ku berê di bin siyê de tevdigeriya, niha hemû şeryanên aborî, dîplomatîk û leşkerî girtine destê xwe. Di vê binyadê de, Mojteba Xaminêyî heger sax bimîne û li ser text rûnê jî, dê tenê bibe "Welîfeqîhekî merasîmî" û qels ku wezîfeya wî rewakirina formalîte ya ji bo desthilata mutleq a serdaran e. Şanoya hilbijartinê ku rojekê kesên mîna Pezeşkiyan hildiberandin, di versiyona 2.0 de tenê dê bibe komediyeke tal ji bo xapandina civaka navneteweyî.
Danûstandinên Îslamabadê, peymanekê tîne bîra mirov ku mafên neteweyên Îranê li ber lingên "îstîqrara herêmî" qurban dike. Washington li pey rejîmeke "pêşdîtî" (predictable) ye, ne mecbûrî demokratîk. Heger bendewariyên Amerîkayê pêk bên û Supayê Pasdaran dest ji gefa hebûnî ya li ser Îsraîlê berde, em ê rûbirûyî rejîmekê bibin ku çavkaniyên wê yên darayî dîsa tije dibin.
Lê ev çavkanî ji bo refaha Kurdistan, Belûçistan an Erebistanê (Ahwaz) nayên xerckirin. Ev dewlemendî dê ji bo nûjenkirina makîneya serkutkirinê were bikaranîn ku di Rêbendana 1404an de, bi deh hezaran zarokên me xistin nav xwîn û axê. Aştî bi Rojava re ji bo vê rejîmê, tê wateya wergirtina çira kesk ji bo "şerekî navxweyî yê berfireh" li dijî neteweyên bindest.
Sîstemên siyasî yên li ser bingehê jêbirin û tunekirinê ne, bi xwezaya xwe tûşî "rizîna binyadî" dibin. Heger ez bixwazim lîteratûra kompîturê bikar bînim, ez bawer im versiyona 2.0 ya Komara Îslamî, tevî hemû xemlandinên dîplomatîk, xwedî "bagên" (bugs) kûr e ku heta procesorên herî bihêz ên ewlehiyê yên Pasdaran jî nikarin wan çareser bikin.
Ev sîstem hewl dide xwe "dîbag" (Debug) bike; yanî bi rakirina hêmanên acizker (wek baskê olî yê klasîk an îslahatxwazên hikûmetî) bigihîje îstîqrareke hesinî. Lê baga (kêmasiya) sereke, "krîza meşruiyetê" û "pirsa neteweyî" ye. Rejîma ku bi komkujiya 10ê Rêbendana 1404an hatiye imidkirin, êdî tu pireke peywendiyê bi civakê re nemaye. Deryaya xwînê ya ku di navbera desthilat û gelên Îranê de çêbûye, her hewleke ji bo îstîqrarê di versiyona 2.0 de ber bi têkçûnê ve dibe. Ev sîstem li hemberî daxwazên me yên nasnameyî, ji bilî çekê tu zimanekî din nizane û ev tunebûna zimanê diyalogê, dê bibe sedema "keraş" (Crash) ango hilweşîna wê ya dawî.
Bûyerên Rêbendana 1404an ji bo min, xala venegera dîroka hevdem a Îranê ye. Rejîma ku ji bo man û mayîna xwe di versiyona 2.0 de, devê xwe bi xwîna gelên xwe vekir, di rastiyê de gora xwe kola. Ji bo me li Kurdistanê, ev dirindeyî diyardeyeke nû nîn e, lê rûbera vê komkujiyê nîşan da ku rejîm di versiyona xwe ya nû de, "terorîzma dewletî" kiriye stûna sereke ya man û mayîna xwe. Ev rejîm heta heger bi Amerîkayê re li hev bike jî, li hemberî daxwaza gelên Îranê (bi taybetî neteweyên bindest ku herî zêde barê cudakariyê hilgirtine) rawestiye û ev nakokî, dê bibe motora hilweşîna wê.
Ji nêrîna tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê, divê em ne tenê temaşevanên peymana Washington û Pasdaran li Îslamabadê bin. Asoya me ya stratejîk divê li ser sê stûnan ava bibe:
-Yekem: Eşkerekirina rûyê faşîst ê versiyona 2.0; divê em bidin famkirin ku ev rejîm "neguheriye", belkî hatiye "safîkirin" (purified) da ku hovtir bibe.
-Duyem: Girêdana navbera derdor (periferî) û navendê; hêza me ya rastî di hevgirtina daxwazên dumoqratîk ên navendê bi daxwazên neteweyî-nasnameyî yên li Kurdistan, Belûçistan û deverên din de ye. Versiyona 2.0 ji vê yekîtiyê ditirse.
-Sêyem: Amadekarî ji bo kêliya "dîbaga" dawî; wek min got, ev sîstem ji ber nakokiyên xwe yên hundurîn zû yan dereng dê tûşî sekinîna dil bibe. Divê em binyadên xwe yên xwerêveberiyê ji bo wê kêliyê amade bikin.
Komara Îslamî versiyona 2.0, hewildaneke bêhêvî ya leşkeran e ji bo kirîna demê. Lê rastî ev e ku ev versiyon, (update) ango nûkirina dawî ye. Sîstemek ku tenê bi xwîn, serkutkirin û peymana bi hêzên biyanî re sax e, nikare li hemberî vîna neteweyên bindest ku li pey mafê diyarkirina qedera xwe ne, li ber xwe bide.
Pêşeroja Îranê li Îslamabadê diyar nabe; pêşeroj di kolanên Urmiye, Mehabad, Sine, Zahedan û Ahwazê de ye, û di yekîtiya me ya ji bo bidawîanîna sedsalek ji istibdada navendparêz de veşartî ye. Versiyona 2.0 ji ya ku tê xeyalkirin lerziztir e; em tenê divê amade bin da ku di kêliya guncav de, vê pergala bidirûn (full of bugs) ji bo her tim ji rûpelên dîrokê rakin.