Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hoşdariya rejîma Îranê piştî destpêkirina Pirojeya Azadiya deryavaniyê ji aliyê Amerîka ve

10:35 - 4 Gulan 2026

Piştî ragehandina operasyona Azadî ji aliyê Donald Tiremp ve bo parastina hatin û çûna deryayî li gevriya Hormozê de, berpisên serbazî û siyasî ên rejîma Îranê hoşdariyên tund dane hêzên Amerîka.

Îro Duşemî, 14ê Banemerê, Elî Ebdullahî Fermandê Qerargeha Navendî a Xatemulenbiya, ragehand ku her hêzek nêzî gevriya Hormozê bibe, wê bê bi amanc girtin.

Navbirî tekezî kir ku kontirola gevriyê li jêr destê hêzên çekdare Îranê de ye û dibe tev keştiyên bazirganî û nefthilgir bo derbas bûn ji gevriya Hormozê, pêşwext hevahengiyê ligel wan de bikin.

Ji aliyekî din ve Îbrahîm Ezîzî, Serokê Komîsyona ewlehiya Milî a Meclîsê, di peyamekî de li tora civakiya (X) de nivîsiye, her cure destêwerdaneke Amerîka li gevriya Hormozê de, bi wateya binpêkirina agirbestê tê hisab.

Ev alozî piştî vê yekê tên ku Donald Tiremp, Serokomarê Amerîka, biryara destpêkirina, operasyona Azadî, derkir, li gorî daxûyaniya (SENTKOM)ê 15 hizar hêzên serbazî di vê operasyonê de beşdar in, ku amanc ji vê veguhastina parêzwaniya keştiyên serbazî û hêzên wan welatan ku li şer û nakokiyan de bê alî bûne.