Roja Yekşemî, 13ê Banemera 1405an, li bajarê Lenden paytexta Birîtaniya, xwenîşandanek bi armanca şermezarkirina êrîşên mûşekî ên Komara Îslamî bo ser kempên hizbên Rojhelatê Kurdistanê birêve çû.
Xwenîşandan bi beşdariya endamên hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û civatgeha Kurdên akinciyê Berîtaniya hate birêve birin.
Di despêkê de çalakî bi sirûda netewî a Ey Reqîb û ragirtina çend xulekek bêdengî bo rêzgirtin li canê paqij ê şehîdên Kurdistanê dest pê kir.
Li beşeke din a xwenîşandanê de, birêz Keywan Şêrzad, Berpirsê giştî ê teşkîlata hizbê, peyama Hevpeymaniya hêzên siyasî ên Kurdistana Îranê, xwend, di peyamê de tevî şermezarkirina êrîşên terorstî yên rejîma Îranê, tekezî li ser yekgirtîbûna hêzên Kurdî li hemebr siyasetên dagîrkarî ên Komara Îslamî da xûya.
Beşdarbûyan bi bilindkirina dirûşman, nerizatiya xwe hember bi êrîşên bo ser binkên medenî û herwisa pêla nû a bidarvekirina ciwanên Kurd li navxwe yê welat dane xûya.
Herwisa xwenîşanderan daxwaz li civatgeha navdewlwtî û hikumeta Birîtaniya kirin ku bi awayekî micid dibe deng û givaşên siyasî û yasayî bo ser Tehranê zêde bikin, heya ku ew tawan bên seknand in.
Di dawiyê de jî beşdarbûyan tekezî li berdewamiya xebat heta bidestve hatina mafên netewî kirin û ragehandin ku ti êrîş û serkutek îradeya gelê Kurd bo giheştin bi azadiyê naşkîne.