Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Donald Trump ragihand ku “Projeya Azadî” ji bo şikandina dorpêçên deryayî li TengavaHormozê dest pê dike

11:13 - 4 Gulan 2026

Donald Trump, Serokomarê Amerîkayê, ragihand ku welatê wî ji sibê ve dest bi proseya vekirin û rêdan û derbazkirina wan keştiyan dike ku li Tengava Hormozê hatine girtin.

Trump di peyamekê de got ku ev pêngav ji bo berjewendiyên herêmî û cîhanî ye, û hişyari da ku her cure destwerdanek li vê prosesê de, bi tundî dê bê bersivandin.

Ev operasyon, ku Trump navê danaye “Projeya Azadî”, di demekê de tê kirin ku Tengava Hormozê wek şademara aborî ya cîhanî, çend hefte ne ku bi sedema êrîşên Komara Îslamî û dorpêçên deryayî ve hatîye girtin.

Waşington dixwaze bi vê rêyê keştiyên bazirganî bi ewlehî ji wan avên “qedexekirî” derbas bike, lê heta niha navê wan welatan eşkere nekiriye ku dê alîkariya leşkerî bidin Amerîkayê.

Li hemberê vê yekê, berpirsên Komara Îslamî û fermandarên leşkerî yên rejîmê bertekên tund nîşan dan.

Îbrahim Ezîzî, endamê Meclîsa rejîmê û fermandarê berê yê Spaha Pasdaran, ragihand ku her cure destêwerdanek leşkerî ya Amerîkayê li Tengava Hormoçozê, wek “binpêkirina agirbestê” tê hesibandin.

Ev gotin û bertek, egera pevçûnên rasterast li herêmê zêde dikin, bi taybetî ku herdu alî hêzên xwe yên leşkerî li herêmên stratejîk xistine rewşa amadebaşiyê de.