Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran mafyaya herî mezin a madeyên hişber

21:54 - 22 Nîsan 2012

Ferşîd Neqşefken
Ligel vê çendê ku karbidestên rejîma Komara Îslamî ya Îranê xwe weke xebatkar û dijberên herî çalak ên ciddî ji bo berlêgirtina ji anîn û şandina madeyên bêhişker li wî welatî di asta cîhanê de didin zanîn, lê belgeyên WIKILIX’ê di sala borî û rapor û rewşa navxweye Îranê nîşan dide ku Sipaha Pasdarên Komara Îslamî ya Îranê yek ji şirîkên herî mezin ên mafya navdewletî ya qaçaxkirina madeyên hişber (narkotîk) e.
Li gor zaniyariyên belavkirî, yek ji bernameyên sereke yên Sipaha Pasdarên Îranê ji bo dabînkirina xercên mezin û çavkaniyên aborî yên xwe, qaçaxkirin madeyên bêhişker bi rêya Îranê ye bo Ewropa. Ligel ku Sipah wek saziyek leşkerî hemû aboriya Îranê xistiye destê xwe û rêve dibe. Ji ber ku bernameyên berfireh ên Sipaha Pasdaran ên leşkerî, sîxorîkirin di welatên din de û piştgirîkirina grûpên radîkal li herêmê û kontrolkirina navçeyên Îranê ku neteweyên Îranê têde dijîn û Kurdistan bi taybet, pêdivî bi xercên mezin heye û ev sazî wan mesrefên bêqas ji rêya qaçaxkirina madeyên hişber bidest tîne.
Parek ji van xercan terxan dike ji bo rêvebirina Hêza Besîc û rêxistina saziyên leşkerî û sîxorî yên girêdayî xwe ku li ser cadeyan û di nav civakê de nerazîbûn û meşan qir dikin û bi tûndûtûjtirîn awayan rûbirûyê xelkê dibin.
Bi vê mebestê Sipaha Pasdarên Îranê Firokexaneya Navneteweyî ya Xomeynî li Tehranê dagîr kir û rêve dibe. Li gor rapora televîzyona Almanya ya ZDF ku vîdeoya wê hat belavkirin, zêdeyî nîva madeyên hişber ku li Afganistanê tê çêkirin, ji aliyê Sipaha Pasdaran ve bi rêya Îranê bo welatên Ewropa tên şandin.
Di sala 2005’an de dewleta Ekvadorê ragehand, ku grûpek Îranî ya qaçaxkirina madeyên hişber binçav kiriye ku zêdeyî yek milyon dolar ji her barek madeyên bêhişker qezenc kiriye û ji sedî 70’ê sûdê vê digihe Hizbulaha Lubnanê. Lêkolînên piştre eşkere kirin ku Hizbulaha Lubnanê tenê yek ji şaxên navneteweyî yê Sipaha Pasdarên Îranê ye di warê qaçaxkirina madeyên hişber de li cîhanê.
Di salên borî de xebatên vê saziya leşkerî ya Îranê di warê qaçaxkirina madeyên hoşber bûye manşeta rûpelên rojnameyên cîhanê. Rojnameya Day Wellt, dahata Sipaha Pasdaran ji qaçaxkirina madeyên hişber bo Ewropa di salên de bêhtirî çendîn milyar Euro dibe.
Li gor raporek nehênî ya Balyozxaneya Amerîka li Azerbaycanê ya ku di Hezîrana 2009’an de hat weşandin, wiha hatiye: “Rêjeya madeyên bêhişker ên kifşkirî ji rêya Îran bo Ewropa bi vî awayî ye: Di sala 2006’an de 20 hezar kîlo heroyîn, di sê mehên destpêka sala 2008’an de, qasê 15 hezar kîlo û di sê mehên destpêka sala 2009’an de, qasê 59 hezar kîlo heroyîn bûye.” Li gor vê raporê, şandina madeyên bêhişker bi rêya Azerbaycanê jî tên encamdan. Di raporeke dewleta Amerîka ji bo hikûmeta Bakû’yê, hatiye destnîşankirin ku hêzên ewlekariya rejîma Îranê bi alîkariya berpirsyarên Afgansitanê di qaçaxkirina madeyên hişber de beşdar in.
Ji ber rewşa jeopolotîk ya Îranê ku cîranê Afganistanê ye û li ser rêya tranzîtkirina madeyên hoşber bo Ewropa hilketiye, herdem û nemaze piştî ku Komara Îslamî hat ser desthilatê, Îran yek ji rêyên giring ên şandina û herwiha bikaranîn û kişandina madeyên bêhişker tê hesibandin.
Madeyên hişber bi awayekî gellek berfireh li Îranê tên bikaranîn. Bi taybet di 33 salên borî de ku Komara Îslamî hatiye ser kar, roj bi roj hejmara bikarhênerên madeyên hoşber zêde dibe. Ev yek di rewşekê de ye ku Rêveberê Giştî yê Pêşîgirtin ji Bikaranîna Madeyên Hişber di Wezareta Tenduristiya Îranê Mohsên Wezîriyan di sala 2005’an de ragehang ku 3 milyon û 700 hezar kes bengdarê madeyên bêhişker bûne. Lê ev rêje û statîstîk li gor pêvajoya berfireh a bikaranîna madeyên bêhişker li Îranê bêguman ber bi zêdebûnê çûye. Karnas û pisporên civakî rêjeya tûşbûn bi madeyên hişber li Îranê zêdeyî ji sedî 8’ê didin zanîn.