Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kerîm Pervîzî: Ger di egera êrîşkirin bo ser Îranê de xelkê serî hilda, PDK Îranê dê erkê xwe yê dîrokî birêve bibe

16:07 - 13 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Kerîm Pervîzî Endamê Meftera Siyasî yê PDK Îranê di hevpeyvînekê de li gel beşa Kurmanciya Jêrîn a malpera Kurdistanmedia de pirsa navikî a rejîma Îranê û egerên pêhateyên wê şirove kir.


Birêz Kerîm Pervîzî got: Gerrek nû a got û bêjan li ser pirsa ku cîhanê tev bernameya navikî a rejîma Îranê heyî dinavbera civaka cîhanî û rejîma Îranê de destpê dike, ku bi bawera min ew got û bêj jî weke hewlên berê ên cihanê tev rejîma Îranê serkevtî nabin. Armanca rejîma Îranê ji wan got û bêjan tenê kirrîna dem e ku bikare çeka navikî bidest bixe. Ger wa nebe xa welatên rojavayê pêre ragihandin ku ger uraniyoma çirrkirî bişîne dervey Îranê emê gişt wan hewcehî weke mîleyên şewatê û derman û îlacan bidin dewleta Îranê êdî ew hezîne û xerca pirr zêde naxaze û rejîmê nepejirand, di vir de derdikeve ku armanca rejîma Îranê paqij nine lewma wan daxwazên civaka cîhanî napejirîne.

Dema ku rejîma Îranê jî çeka navikî bidest xist, metirsiyên wê li ser cîhanê bi taybetî rojava û berî hemûyan jî Îsraîlê pirr zêde dibin û desthilata wê di devera Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqa de cihgîr dibe û dirêjî bi îdeolojiya xwe dide. Ger di egera sernekevtina hewlên dîplomatîk de hêrîşek nîzamî bo ser Îranê bihêkirin, ewa Îsraîle ku wî karî bike, lê Îsraîl wan êrîşan tenê bo ser binkeyên navikî yan renge hin baygehên ku gumana çalakiyên navikî û nîzamî tê de dihên kirin dike, di vir de jî Îsraîl naxwaze rejîmê hiloşîne û di şiyana wê de jî nine ku rejîmê hiloşîne weke ezmûna ku me di Sûriye û Îraqê de heyî û binekyên navikî ên wan tevlîhev kirin lê rejîmên wan nehatin hiloşandin.
Lê ger êrîş nehê kirin û li hember binpêkirinên mafên din ên xelkê Îranê ji aliyê rejîmê ve û terorkirin û piştevanî ji terora dewletî a Komara Îslamî de, civaka cîhanî di vê pêwendiyê de gazindeyên xwe digîjîne navendên pêwendîdar û rejîmê şermezar dike û givaşan dixe ser, pêtir û pêtir îzole dike û wê rejîmnê dixe perawêzê de.
Birêz Pervîzî sebaret bi rizgarî û azadiya xelkê got: Azadiya xelkê vedigere bo xelkê bixwe. Bernameya navikî a rejîmê jî di berjewendiya xelkê de nine heya xelik di egera êrîşekê de piştevaniyê ji rejîmê bike, pirsa navbera du welatan yan civaka cîjhanî û rejîma Îranê ye. Êrîş bi xwasta me nine û em jî nikarin bêjin ka em alîgirên êrîşê ne yan na, lê em piştevaniyê ji rejîma Îranê ku pêtir me ditemisîne nakin. Di egera her êrîşekê bo ser Îranê de jî ger xelik bi derfet bizane û serî hilde, eva PDK Îranê dê erkê xwe yê dîrokî birêve bibe.
Hin alî hene ku dibêjin di demek wa de gerek piştevanî ji rejîmê bihê kirin, Eva siyasetek şovînîstaneye û piştevanî ji rejîmek tepeserkar dikin. Em weke PDK Îranê ger Komara Îslamî a Îranê maf û azdiyên me berhev bike, em di egera her êrîşekê de dê berevaniyê ji Îranê dikin, weke şerrê navbera Îran û Îraqê ku PDK Îranê ragihand ger rejîm mafên me berhev bike, eva em dê berevaniyê ji Îranê bikin û dê tev rejîma Beis a Îraqê şerr bikin.
Di beşek din gotinên xwe de birêz Pervîzî gotiye ku Obama peyamek ji Xamneyî re şandiye ku ger rejîm aştîxwazanebûna bernameya navikî a xwe biselimîne, eva emê Îranek xwedî bernameya navikî qebûl bikin. Wêca rayedarên Amerîkayê di pêşerojê de dê riya Obama bişopînain yan na, eva pirseke ku gere bêjin, Amerîka siyasetên xwe ji bo 25 sal û 50 salan li ser bingeha berjewendiyên xwe dadimezirîne. Ku wa ye, siyaseta Amerîkayê bi salek û du salan û bi Serokkomarekê bo Serokkomarê din nayê guhertin. Tenê taktîk tê guhertin û awayê derbirîna wê siyasetê cudahî heye. Em Kurd jî gerek ji her derfetekê ku tev berjewendiya me hev arasstebe mifaha xwe werbigrin.
Pervîzî dibêje: Bi bawera min êdî cîhanê tu hêvî ji rejîma Îranê nemaye û tu guhertin di siyasetên rejîmê û riftarên wê de pêknehatiye û pêk nayê, lewma cîhan gihîştiye vê qenaetê ku ev rejîme tev sîstema îro de hevterîb nine û gerek ev rejîme her û nemîne, wêca çawa dê here û çi bihê kirin, bi bawera min gerek gelên bindest ên Îranê bi yekîtiyek seranserî hewilê bidin wê rejîmê hiloşînin û erkê exlaqî û mirovî yê civaka cîhanî jî ev e ku piştevaniyê ji xelkê Îranê bikin bo roxana vê rejîmê.