Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Maşkanêyek li jêr navê hilbijartin di Îranê de

18:35 - 19 Gulan 2021

Nûredîn Sofîzade

Her wekî xuya ye rejîma Îranê dixwaze bo cara 13`emîn şanogeriyê bona diyarîkirina Serkomariyê di Îranê de bi rê ve bibe.

Li gor daxuyaniyan û helwêstan eva heya niha eşkere bûye, ew binav hilbijartine ji aliyê hemû hêz û aliyên siyasî ên dijberê rejîmê û pêla berfireh a çalakvanên navxwe û piraniya xelkê Îranê û qatên cuda-cuda ên welat û bi taybetî gelê Kurd û hêz û partên siyasî yên Kurd û tevgera rizgarîxwazî ve hatiye baykotkirin û daxwaz tê kirin ku kes di wê hilbijartinê de beşdariyê neke.

Di wê nivîsê de ezê cehdê bikim ku ew sedemên ku dibine hegera baykota bi wî awayî berfir a ku nabe xelk beşdariyê bike, diyarî bikim.

1- Di nava sîstema wê rejîmê de bi taybetî bona danîna Serkomar, deng û raya xelkê çi nirxek tinîne, tenê rejîm dixwaze bi beşdariya xelkê li ser sindoqan, piropagendê bo derveyê welat bike û wisa bide xuyakirin ku deshilatdar bi dengê xelkê û ji rêka hilbijartina azad û demokrasiyê ve têne diyarîkirin.

2- Serkomarê rejîmê berî vê ku xelk dengê bidin û rejîm şanoya hilbijartinê bi rê ve bibe, ji aliyê “Weliyê Feqih” û Şêwra Nobedar ve hatiye diyarîkirin. Di nava sedan kesan de ku xwe berbijêr dikin, bi biryara Xamineyî û ji aliyê Şêwra Nobedar ve, “selahiyeta” (jêhatiy)a 2 an 3 kesên cihê pejirandina rejîmê tête erêkirin û ew sedan kesên dinê “selahiyeta” wan tête redkirin. Ew jî nîşana hindê ye ku rejîm dibêje xelkê min Serkomar diyarî kiriye û tenê hewce ye hûn bên û deng bidinê.

3- Di Îranê de û di nava sîstema wê rejîmê de û li gorî yasaya bingehîn a rejîmê, tenê ew kese dikare bibe Serkoma ku bawirmendê Ola Şî`eyê 12 Îmamî be, ew jî dibe sedem ku hem bawirmendên Olên dinê wekî Sunnî, Mesîhî, Ermenî, Zerdeştî, Behayî, Yarsan, Aşûrî, Yehûdî, û heta 3ê li ser 4 a xudê Şî`eyan jî, ji wî mafî bêpar dimînin û mafê bûn bi Serkoma tinînin. Ku wisa ye Serkoma di Îranê de nikare Serkomarê hemû pêkhateyên Îranê bike û ne xeyrî Şî`eyên 12 Îmamî kes wî bi Serkomarê xwe dizane, ne jî Serkomar xelkê xeyrî kesên ku bawerî bi Şî`eyên 12 Îmamî û peyrewên esla “Wilayeta Feqih”, xelkê dinê bi xudî û xelkê xwe dizane.

4- Di bin deshilata rejîma Îslamî de û gorî yasaya bingehîn a wê rejîmê, Serkomar dibe “Mêr” wate nêrza be û bi awayekî yasayî “Jin” ku renge niviya heşîmeta Îranê pêk tînin, ji wî mafî bêpar kiriye.

5- Di Îranê de xêncî netewa deshilatdar “Fars” ti kesên dinê nikare bibe Serkomar, ew jî bi vê wateyê ye ku Kurd, Belûç, Ereb, Azerî, Tirkemen û …. Ji wî mafî hatine bêparkirin, ku wisa ye Serkoma her çawan tenê dikare Fars be, her bi wê qasê jî dikare tenê Serkomarê netewa xwe be û ne netewên xeyrî fars, wî bi serkomarê xwe dizanin, ne Serkomar xeyrî Farsan, netewên dinê bi xudî dizane.

6- Serkomar di Îrana bin deshilata wê rejîmê de dibe xwediyê wan taybetmendiyan be, Mutedeyîn be, Rêdîn Hebe, nav eniya wî li ber mora nimêjê reş bibe, di heyamê temenê xwe de xizmetkarê rejîmê bibe, Pasdar be, li şer û tepesiya li dijî xelkê Îranê û bi taybetî destê wî bi xwîna netewên bê maf sor bibe, kes yan kesanek ji malbata wî li pêxema rejîmê de hatibine kuştin, barî esla Wilayeta Mutleqe a Feqîh hebe, û bi giştî destê wî heya enîşkê bi xwînê sor bibe û beşdarî li teror û cinayetan de kiribe.

7- Serkomar ger çi di Îranê de wekî birêveberê dezgeha birêveberî tête nîşandanê, lê di eslê xwede Serkomar tenê leyîstok û emrazekî bê deshilat e li ber destê Weliyê Feqîh de, ku Weliyê Feqîh jî xwe bi nûnerê Xwedê li ser erdê dizane û xelkê Îranê bi temamî li diyarîkirna wî de ti rolek tinînin. Bo piştrastkirina vê gotina xwe jî, em dikarin îşarê bi gotina Mihemed Xatemî, Serkomarê berê yê rejîmê bikin ku gotibû: “Serkomar di Îranê de ti tiştek ji destê wî nayê û nabe xelkê çavnihêrî jê hebin, Serkomar tenê “tedarokatçî” ye li ber destê rêberê rejîmê de”.

Di demekê de ku xelkê çarereş ên Îranê di bin deshilata wê rejîmê de û bi hegera siyaseta dijminkarane ya wê digel xelkê Îranê, ku rejîmê gorî wan xalên jorîn hatine nivîsîn, xelkê ji xwe nizane, eva rojreşî be bi ser xelkê de aniye, xelk bi hegera siyasetên dijminkarane yên wê rejîmê, rastî betalî, birsîtî, belengazî, dehan diyardeyên xirab ên civakî, ên wekî nebûna azadî, tepeserî, girtin, sêdare, girtingeh, derbiderî, derkevtin ji welat, û … hatine, ne tenê naçin û beşdariya wê maşkanêya rejîmê nakin û rewayiyê nadine wê rejîmê, belkî dibe bona nehêlan û jinavbirina wan hemû rojreşiyan xebatê bikin, ew jî di demekê de, dê hasil be ku rejîma dijminê xelkê Îranê sernixûn be û ji nav biçe.

Beşdarî nekirina xelkê li şanogeriya rejîmê de, dikare zenga yekem be bona jinavçûna wê deshilata direwîn û dîktator.

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine