Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şirketeke bîme ya Niyozlendê bi bîmekirina gemiyên sîber alîkarî daye rêjîma Îranê

11:22 - 29 Çirriya pêşîn 2025

Reutersê bi belavkirina rapoerk hûr daye eşkerekirin ku şirketa bîme ya “Merîtaym Miyûçal“(Maritime Mutual) li welatê New Zîlendê bi dabînkirina bîmeya gemiyên sîber ên ticareta neftê bo rêjîma Îranê û Rûsiyê bo dorlêdana dorpêçan alîkarî daye wan ku dehan milyard Dolar dahat bo rêjîma Îranê û Rûsiyê hebûye.

Pêka rapora “Reuters”ê, kesek ê bi navê “Pawil Renkîn” ê temen 75 salî digel malbata xwe, vê şirketa bîmeyê bi rê ve dibin û ofîsa vê şirketê li bajarê “Oklend”ê de ye.

Karnasekî berê yê wezareta Xezînedariya Amerîka bi navê “David Tannenbaum” ku birêveberê şirketa şêwirkarî ya dorpçan a bi navê “Blackstone Compliance Services” e, ragihand: “Amara vê şirketê dide xuya ku yek ji bihêztirîn akterên vê pîşeyê anku alîkarîdan bi dorlêdana dorpêçan e û amarên vê şirketê ji amarên aliyên din ên alîkarderê dorlêdanan dorpêçan ku em çavdêriyê bi ser de dikin, zêdetir e”.