Bi sedema hişkbûna gola Urmiyê û guherîna vê ji golê bo deşta şoreket, çendîn pirsgirêkên micid û metirsîdar li derdora vê devera berpan de qewimîne ku ya berçav koçberbûn û bêkarmana xelkê gundên vê deverê ye û herwisa zêdebûna çendîn curên nexwşiyên şêrpence û çendîn nexweşiyên nenaskirî ye.
Pêka gotina xelkê devera vê deşta şoreket, êdî ava hewce jî nemaye û ba û bagera xwê karên werzêrî, xwedîkirina terş û ajelan tûşî sekinandinê kiriye û çavên wan bi sedema ba û bagerê xwê, dişewitin.
bi wan sedeman xelk hem bêkar mane, û hem can û tendirustiya wan kevtiye metirsiyê û bi neçarî dibe ji vê deverê dûr bikebvin û li rewşa niha de ev yek qeyranek dijwar bo malbatan e ku ne dahat hene û ne ti alîkariyek bi wan tê kirin.
Pêka gotina karnasên jîngehê yên deverê, bi derbasbûna dem, qas û metirsira ba û bagera xwê û berfirehiya vê zêdetir dibe û ya herî metirsîdar peydabûna nexweşiyên nenaskirî ye û renge 12 parêzgehan li xwe bigre.