Faîze Haşimî, keça Elîekber Haşimiyê Refsencanî, li hevpeyvîneke înternetî de li bersiva pêşkêşkarê bernamê li derheq mirina bavê xwe de bi tekezî ragihand ku bavê vê hatiye kuştin. Ev yek ji rohntirîn eşkekirinên wan salên dawiyê ya Faîze Haşimî ye ku bi rohnî û aşkera îşarê bi kuştina Elîekber Refsencanî dike.
Herwisa Faîze Haşimî tevî redkirina dengoya kuştina Elîekber Refsencanî ji aliyê Îsraîl an Rûsiyê ve bi rohnî got: “bi hizra min ev karê navxweyî bû û got: bavê min rexnegir û rêgirê hinek kesan bû û êdî wan nekarî taba hebûna wî bînin û herwisa nedikarîn bi eşkere reftarê digel bikin an bigrin, lewma jinav birin”.
Axaftinên Faîze Haşimî aliyek nû ji şerê navxwyê deshilatê li asta serî ya rêjîmê dide xuya ku şerê li navbera aliyên ewlehî û siyasiyên nêzî beyata rehberî ya rêjîmê digel paşmayên taqima naskirî bi “Êitidalgera”, her berdewam e.
Aşkerekirinên Faize Haşîmî nîşaneyek rohn ji kûrahiya şer û nebûna bawerîbihevkirin li hundirê pêkhateya hêz a rêjîmê ye û şerê bêdeng û nihênî li navbera taqimên ewlehî, serbazî û siyasî bi taybet hevdem digel dijheviyên navxweyî li ser mijara cihgir bo Elî Xamineyî, kevtiye qonaxeke nû.
Elîekber Refsencanî, li darîştina siyasetên rêjîmê û pilanên terorîstî û birêveberiya rêjîmê de destekî bilind hebû, wî oîlana teroran li derveyê Îranê bi taybet terorkirina kesên bingehîn ên dijberî rêjîmê de digel Elî Xamineyî, rola yekem û bingehîn hebûye û şehîdkirina “Dr. Qasimlo û Dr. Sadiq Şerefkendî” bi biryara wî cinayetkarê rêjîmê bi rê ve çone.