Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: Gefên leşkirî bêencam in û nabine sedema guhertina rejîmê

22:56 - 22 Nîsan 2012

Kurte raporek ji dîdara birêz Mistefa Hicrî û birêz Fabiyan
Wergeran ji Îngilîzî: Rêbwar Fanî
Bo kurdî: Agirî



Li 9’ê Reşemeya 1390’î de, birêz Fabiyan derfeta dîdar û hevdîtina wî ya bi Birêz Mistefa Hicrî, sekreterê giştî ê PDKÎ re pêk hat. Dîdara han piştî sefera vê dawiyê bo kurdistana Îraqê ku nîştimana gelek ji kurdane, pêk hat. Li vê dîdarê de derfetek ji bo got û bêj û guhertina bîr û hizran û li dor rewşa aloz a Îranê li pêwendî li gel ber bi rû bûna bi opozîsyona rejîmê re ku bi awayek hovane tê serkutkirin û herweha li vê biyavê de ku berpirsiyarên rejîmê li pey xurtkirina teknolojiya navikî ne bi armanca şerxwazane, li navbera wan de pêk hat.
Hicrî heya niha li çendîn pîlanên terorîstî rizgar bûye ku ya herî dawîn jî li sala 1386’ê de li dijî wî birêve çû. Serbarê wê jî birêz Hicrî hêj bi awayek lêbrawane piştewan û berevankarê hikûmetek demokratîk û sekolar li Îranê de ye.
Hevpeyvîna han li ser gazî û mêvandarîtiya birêz Fabiyan ji Kek Mistefa li hola Parlemana Birîtanya de birêve çû. Kek Mistefa li vê dîdarê de bîr û ra û ramanên xwe li pêwendî li gel rewşa niha ya Îranê bi wî re xiste ber bas. Fabiyan, endamê parlemanê û kesekî şehrezayê rewşa Rojhilata Navîne û girîngiyekî zaf bi rewşa rû ji geşe û ber bi pêşve ya Îranê dide.
Birêz Hicrî dibêje ku:
1: Reform û çaksazî li rejîma niha de nemumkin e. Binav hilbijartina vê carê eva selimand. Rejîm tenê bona çewaşekarî û nîşandana rewatiya xelkî a xwe hilbijartinan pêk tîne. Her çawa be ji ber wê ku hilbijartin azad û dadperwerane ninin, rejîm nikare ew rewatiya ku îdiaya wê dike, bidest bixe û vê rejîmê piştewaniya xelkê pêre nine. Ger rejîma Komara Îslamî bi piştewaniya zorahiya xelkê pişt qahîm bûya, dê îzna hilbijartinek azad û dadperwerane bi xelkê re bidaba.
2: Baykotan bandor û tesîrek berbiçav li ser aboriya Îranê danîne. Buhayê pereyê Îranê li hemberî dolar de sedî 40 daketiye û eva jî bûye sedema daketina asta sermiyandanînê. Serbarê wê jî asta berhemanîna neftê bi awayek ber bi çav kêm bûye û asta bêkariyê bi awayek ber bi çav zêde bûye.
Lewma em dikarin bi vê encamê bigihîjin ku nerazîbûna xelkê bi nîsbet rejîmê ji ber baykotan zêde bûye. Her çend ku rejîm hewil dide sedemên rewşa aloz û lawaz a aborî bixe stûyê welatên rojavayî, lê xelik bi xwe ji vê rastiyê tê digihîjin ku eva siyaseta derekî ye ku bûye sedema baykotan.
PDK Îranê jî bi awayek micid li ser vê bawerriyê de ye ku baykot li ser şiyana rejîm bo dirêjedana siyasetên tekderane ên wê karîgerî hebûye. Serbarê wê jî baykot bi tenê nikarin bibne sebebê guherînkariyan li çawaniya riftarên rejîmê li pêwendî li gel pirogramên navikî de, yan bibe sedema piştewanî nekirina wê ji rêxistinên terorîstî li deverê de.
3: Baldan û pêdagiriya welatên rojavayî li ser çeka navikî lojîkî û hêjayî têgihîştinê ye. Nîgeraniyên micid hene ku hewcehiyên eqlanî li pêwendî li gel jinavçûna dualî li ber bi rûbûna navikî ji aliyê rejîma mesebî a Îranê ve girîngî pê nahê dayîn û her li vê demê de nabe gefên rejîmek weha li dor welatê Îsraîlê weha bi hêsanî bê piştguh xistin. Ji bilî wan gef û metirsiyan, Îraneke navikî dikare bi rêxweşker û hayderê rikeberiyan li warê xwe pirçek kirinê li deverê de, ku her niha jî em şahidê vê yekê ne ku welatên weke Erebistana Seûdî, Turkiye û Misir li ser hêla bûn bi welatek navikî de gavan davêjin. Her bi vê radeyê jî nîgeranî ji vê senaryoyê heye ku rejîma teyar bi çeka navikî li Tehranê de bi armanca xurtkirina hejmûniya xwe li deverê de bi awayek eşkeretir ji berê piştewaniya xwe ji terorîzma navnetewî xurt bike û bibe sedema neewlehiya zêdetir li rojhilata navîn de. Tekez li ser çeka navikî bi bê baldan bi tawanên rejîmê li warê mafên mirov û mafên jinan ve, her li wê demê de, dibe sedema wê ku Îranî wusan bifikirin ku em girîngiyê bi wan nadin.
4: Em li ser vê baweriyê ne ku li cihê hewildan bo guherandina siyaset û reftarên rejîmê, dema wê hatiye ku hizir ji çawaniya guherandina rejîmê bikin. Her li vê pêxemê de riya herî bibandor piştewanî ji bihêztir kirina opozîsyona demokratîk li Îranê de ye. Gef bi êrîşa leşkirî bo ser nawendên navikî ên Îranê ji ber wê ku nabe sedema guherîna rejîmê, mifahek tunabe.
Ger êrîşên weha bên kirin û rejîm dîsan li ser desthilatê de bimîne, wê tund û tûjiya li dijî xelkê zêdetir bike. Her çawan be dibe li ser vê babetê tekez bê kirin ku li egera êrîşên li ser Îranê em li ser vê baweriyê ne ku xelik piştewaniyê ji rejîmê nake. Ger opozîsyon ji aliyê civaka navnetewî ve piştewanî û bihêz bê kirin, hêvî û baweriyek zaf li dilê xelkê Îranê de dê vejît û bi awayek berfirehtir dê piştewaniyê ji opozîsyonê bikin.
Bo nimûne, nûnerên perlemanê dikarîn bi gazîkirina opozîsyonê li ser pirsa çawaniya pêkanîna yekêtiya zêdetir li ser armancên hevbeş guhertina bîr û hizran bike.
Bi piştewanî û hevkarî krina opozîsyona demokrat atmosfer û fezayek vekirîtir, guncaw û jêhattir ji bo piroseya demokrasiyê pêk tê. Birêz Fabiyan li ser helwesta PDK Îranê derheq dijberî li gel desttêwerdana leşkirî a rojava li pêxem hiloşandina rejîma Îranê tekez dike.
Ger li çalakiyên girûpên opozîsyonê piştewanî bê kirin, çalakiyên wan kesên ku li navxweyî Îranê de li dû guhertinên aştîxwazane de ne, berdewamiya zêdetir dibe û eva jî xaleke ku Fabiyan tekez û pêdagiriyê li ser dike.
Birêz Fabiyan dibêje li rojên dahatî de helwesta hikûmeta Îranê li hember tîma lêveger ên NY belgeyek bawerpêkirî dibe daku em bizanibin ku gelo rûrastiyek li derbirîna rejîma Îranê de heye yan li bingeh de li pey têkdana her çiqas zêdetir a balansa hêzê li deverê de ye.

Çavkanî: Leedsne.co.uk/iran