Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: “Hewce ye Bajar bi piştevaniya Çiya di hewl û tekoşîna xwe de berdewam be”

20:34 - 20 Adar 2022

Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ “Mistefa Hicrî” bi hilkevta sala nû ya Kurdî peyamek belav kir û di wê peyamê de hatiye ku bo derbasbûn ji rewşa bindestî û gihîştina bi pêşerojek diyarîkirî, hewce ye ku netewên bindest yên Îranê gotara hevpara xwe bo gihîştin bi serweriya niştimanî û rizgariyê rijdtir bikin.

Deqa peyamê wiha ye:

Payama pîrozbahiya Lûpirsiyarê Giştî yê PDKÎ bi hilkevta sala nû ya Kurdî

Hevwelatiyên hêja

Xelkê emegdar û xweragirê Kurdistanê

Di demekê de ku em ber bi sala nû ve diçin, hewceye dênekê bidne hindek bûyerên girîng ku di sala derbasbûyî de qewimîne û bandor li ser rewşa giştiya Kurdistsanê û Îranê hebûne û pêywendiya wan bi pêwajoya berdewamiya xebat û xweragiriya netewên bindestên Îranê li hember navendê de hene.

Girîngiya wan basan di vê yekê de ye ku em wan bûyeran ji aliyek din ve rohn bikin, têgihîştinek hevpar ji jîngeha siyasî, civakî û aborûiya Îranê bidine nîşandan, bo wê yekê ku paşeroja xebata li Rojhilatê Kurdistanê bo me berçav be.

Hilbijartin

Îsal, carek din şanoya hilbijartina Serkomariyê bi rêve çû, dervey naveroka vê şanosaziyê, encamên wê bo me girîng bûn. pêkhata çewtekarane û dijî demokratîka wê hilbijartinê, kurahiya milmilaniya navxweyî ya desthilatdarên rejîmê zelaltir kiriye.

Bijardeya “Baykot” heta ji aliyê wan pêvajo û aliyên ku bingeha qahîm a desthilatê bûn, watedar bû. Ew hevdengiya xala guherîna di dîroka siyasiya rejîmê de bû. Mafiyaya Sipaha Pasdaran li jêr rênimûniyên beyta rehberî, qahîmtir ji berê navendên desthilatê bi dest xwe girtin. Selimandina bêbaweriya xelkê bi desthilatê û rohntirbûna bêbaweriya desthilatdaran bi hevdû, amaje kirin bi xalên girîng ên wê hilbijartinê bûn.

Pêla herifîner ên xwenîşandanên nerizayetiyê li sala derbasbûyî de ku desthilat kiribûne armanca, ji aliyê cografiyaya serhildan û qasa berfirehbûna wan cihê balkêşan û lêhûrbûnê ye. Asta nerizayetiyan, pêwendiyek rasterast bi qasa tepeserî û zulmê ve heye. Di vê navberê de, pêwendiya “cografiyaya serkut” û “cografiyaya serhildanan” zêdetir rohn dibie.

Nearamkirina jîngehê

Hekî çi xwenîşandanên Ehwazê di wê salê de, bi sedema nebûna Avê û xizmetkariyan dest pêkir, lê koka vê girêdayî bi zulim û sitema çend qatî û li parermayîyê de ragirtina wê devera netewî ve ye. Ew bûyerên xwînavî li berdewamiya pêla berî xwe, durişma şikandina binyatan û herifandina xîmê desthilatê lerzandin.

Herêma Ehwazê ku herêmek dewlemend û xwediyê çavkaniyên sirûştî ye, bi sedema veguhastina zêde ya Ava wê, rastî kirîza bêavî û hişkesaliyê bûye. Bi awayekê ku rûniştiyên wê deverê bi zehmet ava vexwarinê dabîn dikin, çolkirina gundan û koçberbûn ber bi deverên din, jinavçûna bingeha werzigariyê, bi metirsîkevtina jîngeha jîndaran û bi dehan diyardeyên hewşêwe, derencamên wê kirîza destçêkiriya rejîmê û mafiyaya Sipaha Pasdartan in ku armancên siyasî û ewlehî li pişt hene.

Ew rewşa, rewşa dagîrkariyê ye ku têde siyaseta talankirin û tepeseriyê li pey tê. Rewşek e ku di herêmên neteweyên din de jî heye. Tundûtîjiya sîstematîk, weku pêvajoyekî sirûştî xwe nîşan dide ku çavkaniya wê li ser bingeha hizrî û pêkhateya îdeolojiya Komara Îslamiya Îranê ye. Di vê îdeolojiyê de, mirovahî û heta jîngeh jî parastî nîne.

Naewlekirina şunas û nasname

Aliyek din ji rewşa zulim û bindestiyê, pirsa ziman û naewlehkirina nasnameyê ye. Siyaseta Komara îslamiya Îranê li hember pirsa nasnameyê û pirsa neteweyan di Îranê de, siyaseta jinavbirinê bûye. Bi naewlehkirin, bi kêmînîkirin, piştguhxistin û helandina nasnameyan, hêvinê vê siyasetê ne.

Dema ku bas ji asayîşa nasnameyê tê kirin, armanc hemî ew rewşaye ku kit kitê netewan, bi parastina tev taybetmendiyên xwe, şiyana xwebirêvebirinê û man û geşekirinê hebe. Anku her siyaset, bûyer an proseyek ku man û hebûna organîke wê yêkeyê bike armanc, bi şikandina asayîşa nasnameyê tê pênasekirin. Di Kurdistan û herêmên bindest ên dinê de, siyaseta bi ewlehîkirina pirsa ziman, berdewam e. Çavdêrî û dayxistina encumenên vêjeyî û hînkarî, binçavkirin û girtina bi kom a çalakvanên wan waran, nîşanderê wê siyasetê ne.

Mangirtina mamostayan

Tevgera nerizayetiya mamostayan, mijarek din a girîn ya salê bû. mangirtinên mamostayan yek ji rêkxistinîtirîn û giştgîrtirînê mangirtinan bû. tevgera bivêraneya mamostayan li dijî sozên direvîne dewlet û meclîsa rejîmê li derheq bi pirsa pilebendî, pêregihîştin bi rewşa jiyan û dahata malnişînkiriyan, herwisa tepeser kirin û li serkarderxistin, di çend qonaxan de bi rê ve çûn. Dirûşmên sereke ye mamostayan bi dijî rejîmê û nedadperweriyê, gendelî, nebûna maf û binçavkirina hevpîşê wan xwe bû.

Serkuta nazîngehan

Dayxistin û ragirtina karê zanîngehan di serdema belavbûna vîrûsa Koronayê de, tevî vê yekê ku tevgera xwendekariyê sist kiribû, hevdem bû derfetek daku tepeserî li zanîngehan de lezgîntir bibin. di wî heyamî de tepeseriya çalakvanên xwendkarî, binçavkirin û derxistina mamastayên zanîngehan zêdetir bû. Ew bûyerane, tolhildanekî siyasî ji xwendekaran û mamostayên cudabîr bû.

Cîhada “Tebyîn”

Mijarekî din, ragihandina “Cîhada Tebyîn” ji aliyê Elî Xamineyî bû. Ew bûyera doma manîfestoya Komara Îslamî bo paşerojê ye ku bi “pêngava dûyem” tê naskirin. Cîhada Tebyîn, şêwazek banghêjkirina cîhadî bo sînordarkirin û rûbirûbûn li hember dujminên ferziye ku rejîma Îranê bo xwe çêkiriye. Berfirehtirkirina teblîxa Olî û siyasî bo bihayên şoreşê û herwisa bihêzkirina pêvajoya Şîegerî li welatên din, armanc û aliyê wê cîhadê ye.

Kûrtirbûna kirîzan

Ceribandina Komara îslamî, ceribandina kevtina serheve kirîzan e. Em dikarin koma wan kirîzan bi “Kirîzên pêkhateyî” destebendî bikin, çendîn kirîzên aloz û tevlîhewe wekî kirîza birêveberî, kirîza rewatî dan, kirîza netewe û dewletsaziyê û kirîza beşdarbûn, ji tev aliyan ve Komara Îslamî xistine nava givaşê de û ew jî wisa didne xûyakirin ku komara îslamî kevtiye nava tengaviyekî kûre siyasî. Heta niha encama wê ev bûye ku hikûmet li berbi pêşdabirina projeya desthilata Olî-îdeolojîkiya xwe, digel bombestê hember bûye û tê de maye.

Dosyeyên genliya mafiyayên desthilatdariyê

Eşkeretir bûna gendeliyan xalekî din a cihê balkêşanê ye. Di sala derbasbûyî de ji zarê berpirs û kesayetiyên xuya yên desthilatê ve, bi armanca siyasî, parek ji gendeliyên demûdezgehên hikûmetê hatine eşkerekirin. Wekî mînak fayleke deng parek ji gendeliyên mafiyaya Sipaha Pasdaran û desthilatdarên nêzî bi Elî Xamineyî û “beyta rehberî” belav bûye. Ew jî hate dîtin ku çawa çavpoşî ji wan gendeliayan hatiye kirin. Dîmenek ku raya gîştiya xelkê Îranê ji gendelî û talankariyên mafiyayên girêdayê bi rejîmê hene, gelek berfirehtir ji vê yekê ye ku bas jê hatiye kirin.

Hişyartirbûna zêdetir ya raya giştî

Seh bi bêparbûn û tepeseriyê, têgehiştinek hevpar ji hêza herifîner û paremayî ya Komara Îslamî afirandiye. Ev seha ku gelek caran cem beşek ji xelkê bi tenê giraniyek hizrî û hundirî hebûye, bi sedema doma kirîzan, guhertinekî hizrî li pey xwe aniye.

Gendeliya sîstematîk, cudatîdanîna civakî, bikêrnehatina yasayan, sozên bê kiryar, zordariya Olî û bi dehan diyardeyên din ên wî cureyî, derfeta jiyanek asayî bo rûniştiyên li cografiyaya Îranê ji nav biriye. Pêka gotina bisporan hêla hejariyê heta astekê bilind bûye ku di sedsala derbasbûyî de bê mînak bûye. Mangirtin û nerizayetiya jinan, kedkaran, werzêran, mamostayan, perestaran, derdornişînan, malbatên qurbaniyan û girtiyên siyas û qatên din ên civakê, ji vê sehê ve dest pêkiriye. Rejîmê bi hêceta pîlan û destêverdana dujminan, givaşên xwe zêdetir kirine.

Peyva dujmin, çekea serekiya rejîma Îranê ye ji bona tepeseriya heçî cure bilindbûna dengê nerizayetiya xelkê. Rejîmek ku bi banghêjiya şandina şoreşa Îslamî, ewlehî û asayîşa deverê aloz kiriye, di navxweya welat de jî heta hundirê civakê ev şoriş sepandiye. Dirûşma berevanî ji “belengazan” li derveyî sînoran, pêlekî berfirehe hajariyê li navxweye Îranê çê kiriye.

Bercam

Di wê rewşa navxweî û di wê rewşa heyî ya pirsên hevkêşe û guherînên li deverê de, rohn e ku her cure rêkevtinek li ser Bercamê an li derveyî Bercamê, bi tenê bo 2 armancan e, ya yekem, bi fermînaskirina rejîma tepeserkar û garantîkirina hebûna rastiya Komara Îslamî ji aliyê dûnya ya derve, dûyem, dabînkirina warê darayî û destpêregihîştin bi çavkaniyên darayî ye bo cîbecîkirina projeyên wê di navxwe û derve de.

Hevdem digel parekevtina danûstandinan bi sedema destêverdanên derekî ve, cemserbendiya welatên deverê û Rojavayî bi sedema şerê Ukraynê zêdetir kevtiye berçav. Komara îslamî bi sedema destpêkirina êrîşên mûşekî bo ser Herêma Kurdistanê, di eniya şerxwazane û diktatoriyê de ye.

Di rastiyê de, Komara Îslamî bi Bercamê an bê Bercam, naverokek neguher heye. Ewa ku di vê navberndê de asayîşa wê di metirsiyê de ye, civatgeha Îranê û dever û cîhanê ye.

Geşeya hizra azadî û neteweyî li Herêmên bindest de

Tevî vê rewşa ku bi ser Îranê de zale, pêla hişyarbûn û bixwehatina netewên bindest ên Îranê, amajeyekî serkî ne, zêdebûna pêla serhildan û nerizayetiyan ji derdorê ve bo navendê, hekî çi bi şêwazeke rêjeyî xwe nîşan daye, lê cihê balkêşandinê ne. Wekî berevirdkirinekê, hekî çi tevgera naskirî bi “kesk” ku nûneratiya qatên navendîya bajaran bû û daxwaza dengên xwe ji rejîmê dikirin, lê pêla herifînere nerizayetiyên sala 1398an û piştre li sala 1400an a Rojî, text û bextê rejîmê kirne armanc. Gotara sernixûniyê, zêdetir ji berê gotara serekî ya ser şeqaman bû, bi taybet gotara netewên bindest bû.

Rojhilatê Kurdistanê û serhevxistina nav mala Kurd

Di sala derbasbûyî de, tepeserkariya rejîmê û siyaseta berevaniya Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, hevdem berdewam bûn. Pêla Îdam, binçavkirin û girtinên bi kom ên çalakvanan û xortên azadîxwaz û kuştina kasibkaran berdewam bû. Lê seha netewî û berxwedana civatgeha Rojhilatê Kurdistanê bihêztir bûye. Hewce ye Bajar wek qada xebata lihevgirêdana civatgehê xebatê, bi piştevaniya xebata “Çiya” di cehd û tekoşîna xwe de berdewam be, dakû ew xebat bimîne û bihêztir be. Nîşanderek wê xebatê, tevlîbûna ref bi ref a keç û kurên niştîman bi çepera avedan a “Çiya” û refên pêşmergayetiyê ye ku bi dilxweşî ve berdewam e.

Bona derbasbûn ji bindestî û gihîştin bi paşerojeke geş, hewceye netewên bindestên Îranê gotara hevpare xwe bo gihîştin bi serweriya niştimanî û rizgariyê, rijdtir bikin. Yekitiya di navbera Partiyan, hewcehiyek dîrokî ye û zêdetir ji vê yekê ku pirsek navxweyê Partiyan be, pirsek a navxweyê civaka Rojhilate. Divê cehda me di vê pêxemê de micidtir be. Bê şik, paşeroj û qedera tevgera netewî li Rojhilat, girêdayî bi lihevkirin û yêkitiya di nava mala Kurd û Partiyan e. di wê boneyê de ez radigehînim ku proseya gotûbêjên yekgirtina herdûk aliyên Demokrat bi başî qonaxên xwe derbas dike û em hivîdarin ku bigihîje qonaxa dawiyê ku daxwaza piraniya civatgeha Rojhilat û dostên Partiya Demokrat e. Hewce ye xelkê xweragirê Rojhilatê Kurdistanê bi hevre û pişta hev bigrin, carek din Newrozê bikin hêvinê hevxebatî û bihevrebûnê û Agirê îsal li ser pişta dagîrker hilkin.

Di wir de ez serê xwe bo rêzgirtin ji şehîdan û malbatên wan diçemînim. Silavên emegnasiyê bo qehremanên nav girtîgehan. Silavên pêbendî û vefayê bo têkoşerên çepera berevanî ji nasnameya netewî û Kurdayetiyê.

Silav li endam û alîgiran

Silav li Pêşmergên Çiya û Bajar

Silav li xelkê emegnas û xweragirê Kurdistanê

Newroz li Kurdistan û Kurd pîroz be

Lêpirsiyarê Giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistana îranê

Mistefa Hicrî

Newroza 2722 a Kurdî