Kerîm Perwîzî
Hekî tu dixwazî kesekî bikî kole, û bi tepeserkirinê ji behreya kar û jiyana wî mifahê werbigrî, û bi hêza xwe wî teslîmê îradeya xwe bikî, eva yasaya sedeyên derbasbûyî bû û di sedeya niha de jî ji bo kolekirina mirovan herçiqas ji gefan jî mifahê werdigrin, lê zêdetir ji pare mifahê werdigrin, û pere û darayî, kirine amrazik bo kolekirin û tepesekirina mirovan.
Lê hekî tu dixwazî kesekî wisa lê bikî ku bi dil û daxwaza xwe koletiyê hilbijêre û heya dawiya jiyana xwe koletiyê bo te bike, mêjiyê wî dagîr bike! Eve remza koletiya hertimî ye ku kesek bi dilê xwe bi bê ti nerizayetiyekê teslîmê îradeya kesekî/e din be, û gellek caran jî şanaziyê bi koletiya xwe ve dike û singê xwe dide pêş ku min axayeke wiha heye!
Cora yekem a koletiyê, koletî bi neçarî û bi zorî ye û her eva ku hêza tepeserî lawaz bû, hekî nan û pare kêm bibe kole jî şoreşê dike û nerizayetiyên xwe nîşan dide. Yan jî hekî rewşek bo kole bête pêş, kole radibe ser xwe û bi çendîn serhildanan li dijî stemkaran xwenîşandan dikin. Lê koletiya cureya duyem, koletiyeke kûrtir e û bi mêjiyê xwe bawerî bi kolebûnê aniye, û ti biyaveke din ji bilî axa û koletiyê nabîne, û bi dilê xwe zincîra koletiyê avêtiye stuyê xwe û qahîm dike.
Cora sêyem a koletiyê jî heye, ku ji van cureyan jî tûndtir e, eve jî dagîrkirina şunas û guherîna ziman e. ziman emrazê bîrkirinê ye, û mikanîzma birêkxistina mêjî û çavê mêzekirin û guhê bihîstin û seha famkirina cîhanê ye, ku bi wane re cîhana derdora xwe nas dike, û pênaseya hebûna xwe dike.
Ziman tenê pêk nehatiye ji çend deng, pît, yasaya hevgirêdana pît û rêzkirina peyvan, belkî pêkhatiya mejî û hizr û mêzekirinê ye, û her ji bo vê jî di zimanên cuda de cîhan bi cureke din tê mêzekirin. Kultûra coxrafiyaya zimanê Îngilîzî digel kultûra Feranseyî, dinyayekê cudayî heye û hekî bi Farsî diaxivî, mirov seheke din heye û hekî mirov bi Kurdî dipeyve, cîhanê cureyeke din dibîne.
Hekî kolebûna mêjî bi ser kesekî/ê de zal be, herçiqas koletiyeke bingehî bûye, û egera hişyarbûna tak kêm e, lê bi guherîna dem û rewşê, hekî hişyarî bigihîje mêjiyê wî/ê kesê kole, renge ew li dijî zincîrên destçêkirî ên mêjiyê xwe rabe ser xwe û serhildanê bike. Lê hekî tu zimanê kesekî/ê dagîr bikî, te amrazê agehbûna wî jê standiye.
Lê hekî tu zimanê kesekî/ê dagîr bikî, wê demê te emrazên hişyarbûnê jî, jê standiye, lewra koletî di asta dagîrkirina ziman de, koletiyeke rehstûrtir û gellek kûrtir e ku kolonyalîzma têkel bi şowênîzmê, dixwaze zimanê neteweyên jêrdset asimîle bike, û zimanê xwe bike nav mêjiyê wan de. Di rastî de şowênîzma zal dixwaze nasnamebûna netewa me bihelîne, û pênaseyeke destêşkirî bike ber wan de, da ku bo hertimî wan bikin koleyên xwe.
Emê zimanê xwe yê Kurdî biparêzin û berfirehtir bikin, çimkî zimanê daykî nasnameya hebûna me ye, û her ji bo wê jî, em bi hemû awayekî berevaniyê ji wê nasnameyê dikin.