Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê nameyek ji UNESCO‘yê re şand

19:41 - 18 Şibat 2019

Kurdistanmedia : Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê di nameyekê de ji saziya UNESCO‘yê xwest çavdêriyeke çalakane li ser riftar û siyasetên wêranker ên rêjîma Îranê bikin û hewl bidin givaşê bixin ser rejîmê daku bi yasa û pirensîpên vê saziyê pabend be. 

Daxuyanî wiha ye;

Birêz saziya Perwerde, Zanist, û Çandî a Neteweyên Yekbuyî UNESCO

Silav û rêz

Em weke partî û aliyên siyasî ên beşdar di Nabenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê de bi helkefta 21’ê Şibatê roja Cîhanî a Zimanê Dayikê, bi pêwîst dizanin we ji rewşa nebaş a neteweyên zulmdîtî li Îranê di warê zimanê dayîkê de haydar bikin û ji we bixwazin weke organeke berpirsyar di vê derbarê de givaşê bixin ser Komara Îslamî a Îranê daku dawiyê li zulm û tepisandinê bîne ku ji ber siyasetên vê rejîmê, çand, nasname û zimanê dayîkê rastî wan hatiye. 

Îran welatekî pirçand û pirnetewe ye ku her yek ji neteweyên vî welatî xwediyên ziman û nasnameya cuda a xwe ne. Li gor yasayên navnetewî ên pêwendîdarî mafên mirovan, mafê xelkê ye ku bi zimanê dayikê bixwînin, çand û zimanê xwe biparêzin û berfireh bikin. Weke ku hûn dizanin, ev maf di daxuyaniya cîhanî a mafên ziman, carnameya Zimanê Dayikê a UNESCO’yê, peymannameya Navnetewî a Mafên Sivîl û Sîyasî ên Neteweyên Yekbuyî û Konvansîyona Mafên Zarokan de jî hatiye. Komara Îslamî jî hemû ev peymanname îmze kirine û di wan saziyan de jî endam e ku yek ji wan UNESCO ye. Li gor xala neh a yasaya sivîl li Îranê, divê weke yasayên ku ji aliyê Meclîsa Îslamî a Îranê ve hatine pejirandin, kar bi wan yasayan jî bê kirin. Lê tevî ev berpirsyaretiya ku îmzekirina wan belgenameyan davêje ser milên Komara Îslamî, ti gavek ji bo bicihkirina wan yasayan nehavêtiye. Li gor esla 15’ê a yasaya Bingehîn a Rejîmê, zimanê Farsî, weke take zimanê fermî ê welat tê binavkirin. Herwisa pirsa xwendin bi zimanê dayikê ê neteweyên ne Fars, ku zêdetirî nîva heşîmeta Îranê lixwe digire, weke gefek li ser ewlehiya niştimanî û yekperçetiya welat binav dike û amade nîn e îtirafê bi mafên zimanî ên wan neteweyan bike ku yek ji wan jî neteweya Kurd li Kurdistana Îranê ye. Di vê derbarê de rejîma niha a Îranê siyasetên rejîma Pehlewî berdewam dike û asîmîlasyona zimanî, înkarkirin û bêrêzîkirin bi çand û nasnameya beşeke zaf ji neteweyên Îranê, guhertina demografiyê û jinavbirina zimanê Kurdî û zimanên neteweyên din ên bindest bi qezenca zimanê neteweya serdest girtiye ber xwe. Semyanên welat jî, ji bo jinavbirina çand û nasnameya wan neteweyan bi kar tîne. Çalakvanên çandî û zimanî ên Kurd bi awayekî xwebexşane hewl didin xulên perwerdeya zimanê dayikê ji bo ciwanên vê neteweya zulmdîtî pêk bînin, lê ji aliyê saziyên hikûmetê ve rastî astengiyên cuda tên û hikûmet, morika tawanên emniyetî li çalakiyên wan ên mafxwazî dide. 

Em ku weke partî û aliyên siyasî ên beşdar di Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê de ku ji bo dabînkirina mafên siyasî û zimanî ên neteweya zulmdîtî a Kurd li Kurdistana Îranê xebatê dikin, ji we dixwazin bi rengekî çalakane çavdêriya riftar û siyasetên wêranker ên rêjîma Îranê di vê derbarê de bikin û hewl bidin givaşê bixin ser rejîmê daku yasa û pirensîpên saziya we û ên din ku rejîmê jî îmze kirine, bicî bike û bi kiryarên xwe, dawiyê li zulm û tepisandinê li dijî çand û zimanê neteweya Kurd bîne. 

Ligelrêzan

Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê